Ji Galatasarayê heta Sêmalkan têkoşîna dayikan

  • 09:04 14 Mijdar 2021
  • Medya Kritîk
 
Dîcle Muftuoglu
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşîna dayikan girêdayê têkoşîna azadiyê meşiya û roj bi roj mezin bû. Dayikên li Galasarayê hestiyên zarokên xwe xwestin, îro qêrîna wan li Sêmalka olan dide.
 
Laçika spasî hestiyarî êşa ruyê wan vedişêre. Bi salane bîhna zarokên xwe negirtine, lê  hesreta azadiya vê axê jî bi qasî wê bîhnê bi qîmet e. Ji ber ve bi zarokên xwe re têdikoşin. Zarokên wan ji vê dinê koç bikin jî têkoşîna wan didin. Carna li qadekê bi wêneyên wan dipên car caran jî  laçika serê xwe davêtin çiayên ku bîhna bombe û barutê ji wan tê. Carna jî canê xwe dikin mertal, carna jî ji bo cenazeyê zarokên xwe bigirin li sînor dipên.
Ruyê dayikan, bajarê lê ne, navê wan diguhere lê bawerî û biryar naguhere.
 
Dayika Berfo
 
“Min digot wê kurê min bê ji ber vê min derî vekirî dihişt. Roj, meh sal derbas bûn, kurê min nehat. Ger kurê min miribe jî bila cenazeyê wî bidin min.” Di encama têkoşîna  dayikên şemiyê de di nav de Berfo Kirbayir jî heye xizmên windayan di 6’ê Sibata 2011’an de bi serokwezîrê demê Tayyîp ERdogan re hevdîtin kirin. Wê demê dayika Berfo bû sembol. Erdogan dayika Berfo guhdar kir û soz dayê ku wê hestiyên kurê wê bidinê.
 
Erdogan  ji bo gelek mijaran gotibû ev pirsgirêka min e. Di çapemeniya alîgir de wêne û qêrîna dayika Berfo cih girt.  Her kes ket pêşbirkê ku bi Dayika Berfro re hevdîtinê bike.
 
Sozên hatin dayîn nehatin cih.  Qada Galatasarayê ya dayikên Şemiyê têkoşîna edeletê lê didan hat qedexekirin. Dayika Berfo di 106 salî de jiyana xwe ji dest da, lê tu car dest ji têkoşînê berneda. Beyî çapemeniya muxalîf û azad tu kesî, ne dayika Berfo ne jî gora ji bo kurê wê ligel wê hatibû kolan nivîsî.
 
Cenazeyên ji Xarzanê hatin girtin û li peyarêyan hatin çalkirin 
 
Di 19’ê Kanûna 2017’an de 282 cenaze bi maşîneyên kar ji goristana Xarzan hatin derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Cenaze li Goristana Bêkesan a Kîlyos hatibûn çalkirin.  Hinek cenaze teslîmê malbatan hatin kirin hinek jî hîna di bin peyarêyan de ne. Dayik bi salane ji bo  hestiyên zarokên xwe têdikoşin.
 
Di 30’ê Tîrmeha 2020’an de li Çiyayê Gabar di pevçûnekê ê de Seyîthan Acay jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Rukiye Acay  400 roj e cenazÊ kurê xwe dixwaze. Çû her derî û got tiliyek wî mabe jî bidin min ez dixwazim defin bikim.
 
Berxwedana Deriyê Sêmalka
 
 Dayikan vê carê agirê têkoşînê birin Sêmalka.  Dayik vê carê li sînorê ku ji aliyê serdestan ve hatiye parçekirin dipên. Dayikên li Deriyê Sînor ê Sêmalka dipên, ji bo cenazeyên HPG’iyên di encama kemîna  hêzên çekdarî yên PDK’ê de jiyana xwe ji dest dane bigirin, çalakiya nobetê dan destpêkirin. PDK jî îdia dike ku gerîla di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dane û hewl dide bi vê pêşî li rastiyê bigire.
 
Kurd serî natewînin
 
Çapemeniya ku têkoşîna dayikan nanivîse, guhê xwe ji qîrina dayikan re digire.  Têkoşîna mafdar ya dayikan nabînin. Ew nebînin jî nenivîsin jî dayik têkoşîna xwe li deriyê sînor mezin dikin.
 
Her çiqas pêşî li vê qêrînê bê girtin jî li Kolanên Wanê Edîbe Babur wekê dengê jinan zêde dike diqîre: Kurd li dijî we serî natewînin.