Gelo em li dijî helwesta çapemeniya alîgir matmayî man?

  • 09:06 17 Cotmeh 2021
  • Medya Kritîk
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hestiyariya civakê ya li hember mijaran bi bernameyên magazînê bi hednîşandanê, hedef tê girtin.  Di demeke ku sînorên nîjadperestî, zayendperestî û netewperestiyê hatiye bezandin de, gelo em li rewşa ‘hednîşandanê’ ya çepemeniyê matmayî man?
 
Peymana Stenbolê ku ewil Tirkiyeyê îmze kiribû, di şeva 20’ê Adarê de bi biryarnameya serokomariyê hat feskirin û di 1’ê Tîrmehê de bi giştî ji meriyetê hat rakirin. Ji dîroka ku peyman hatiye feshkirin heta niha ji Amedê heta Edîrneyê li her qadê jinan bertek nîşan dan. Çapemeniya alîgir a ku çalakiyên ji bo peymanê nedît, peyman nedît û weşanên xwe berdewam kirin.
 
Ji cîhanê mînak
 
Li seranserê cîhanê di merasîmên xelatê yên weke Oscar, Palmiya Zêrîn, Kureya Zêrîn, Altin Ayi, Grammy û her wekî din de, jin be mêr be, balê dikişînin ser bûyerên civakî. Em vê ji cil û bergên hunermendên jin û mêr ên tevlî Xelata Oscarê bûn û bi çalakiya ‘Me Too’ li dijî tecawizê dengê xwe bilind kirin.
 
Pirsgirêkên magazînî
 
Ji ber vê jî yek ji cihên herî girîng ku balê bikşîne ser peymana bandor li ser hemû civakê dike, merasîmên xelatan e.  Lê nêzîkatiya çapemeniyê ya li hember merasîma xelatê ‘kê çi li xwe kir’, ‘kî bi kê re hatiye’ û gelek pirsên magazînî.
 
Dema rewş wisa be, hilweşandina vê nêrîna magazînî dîsa dikeve ser çapemeniyê. Ka werin em berê xwe bidin yek ji bernameyeke ku tê de netewperestî, nîjadperesti û zayendperestî lê derket lûtkeyê.
 
‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’
 
Di 9’ê cotmehê de Merasîma Xelata Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê pêk hat.  Lîstikvan Nîhal Yalçin di merasîmê de bi rola xwe ya di fîlmê ‘Zuhal’ de xelata ‘Lîstikvana herî baş a jinê’ girt û li wir axaftinek kurt kir. Nîhalê di axaftina xwe de got; Piştî min fîlm temaşe kir, min got wê xelat ji bo min neyê dayîn,  pir kêm çirokên jinan a festîvalê heye. Rakîbên min yên xurt tunebûn’. Dema Nîhalê digot ‘Em dest ji Peymana Stenbolê bernedin, Peymana Stenbolê dide jiyîn’, lîstikvan Tamer Karadagli ket navbera axaftinê û xelat dirêjî wê kir.
 
Siyasetmedar jî di hedefê de ne
 
Li ser çapemeniya civakî Tamer Karadagli rastî bertekan hat. Tamer Karadagli ku tevlî bernameya TV8’ê bû, hem Nîhal û hem jî hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û seroka CHP’a Stebolê Canan Kaftancioglu ku peyama piştgiriyê dabûn Nîhalê, hedef girt.
 
Ji Canan bersiv: sendroma ‘mêrê tirsonek’
 
Cananê jî bi van gotinan bertek nîşanê Tamer Karadagli ku ew hedef girtibû da:Bi gotinên jiber hewl dide girseyê kom bike, ev sendroma ‘mêrê tirsoneke’. Ez sekna wî nizanim lê asta zanîna wî xwe da diyarkirin.”
 
Pervîn Buldan: Ez bi tundî şermezar dikim
 
Pervîn Buldan jî di civîna Koma Meclîsê  ya heftane de wiha got: “Ez Birêz Nîhal Yalçin ya di Mîhrîcana Fîlman a Altin Portal de xelat girtiye li ser navê jinan pîroz dikim, silav û hezkirinên xwe dişînim. Wek tê zanîn di merasîmê de mêrê ku hedê xwe derbas kir, serkeftina jinan hezim nekir û li hember Nîhal Yalçin bêrêzdarî kir. Ev jî têr nekir, ji ber Birêz Nîhal Yalçin gotibû ‘Demîrtaş divê bê berdan’ hedef nîşan da û nîjadperestî kir. Ez vê zîhniyeta bê hed ya dijminê jinê, ya nîjadperest bi tundî şermezar dikim.”
 
Ji sendîkayê piştgirî
 
Ji Sendikaya Lîstikvanan jî ji bo Nîhalê piştgirî hat. Sendîkayê got ‘Em bi Nîhal Yalçin re di nava piştevaniyê de ne û her cureyê piştgiriyê didinê.”
 
Li ser çapemeniya civakî peyamên piştgiriyê didomin û li aliyê din jî çapemeniya alîgir hîna jî Nîhalê hedef nîşan dide.
 
Dora hedefgirtinê bi bernameyên magazînê ye
 
Di demên dawî de li nîvîs, manşetên rojname û bernameyên siyasetê yên hunermendên muxalîf, aktîvist û siyasetmedaran hedef digirin, bernameyên magazînê jî zêde bûn. Berê di kanalên Tv'yê de van bernameyên ku digotin ‘kî bi kê re hatiye dîtin’, ‘kê ji kê re çi gotiye’, ‘kê kî bi kê re xapandiye’ bi saetan berdewam dikir. Niha ev bernameyên wisa di saetên sibehê de dest pê dikin.  Yek ji van bernameyan jî ya di Beyaz Tv'yê de  ya bi navê ‘Soylemezsem Olmaz e’.
 
Ya esas ‘hednîşandan e’
 
Bernameya ku Seren Serengîl, Denîz Akkaya û Bîrcan Bali pêşkêş dike, fikra wê ya esas ‘hednîşandan e’. Di 12’ê cotmehê de mijara bernameyê Nîhal Yalçin bû. Di bernameyê de helwest û tevgerên Tamer Karadagli ya li hember Nîhalê erênî hat dîtin û jenerîkek dirêj ya weke ‘çawa dersa Nîhal Yalçin dayê’ dan temaşekirin. Vê jî têr nekir, peyamên Pervîn û Cananê jî xistin navbera mijarê.
 
Piştgiriya ji bo nîjadperestî û zayendperestiyê
 
Tamer Karadagli di bernameyê de hat pîrozkirin û bi gotinên ‘em nahêlin bê lînçkirin’ piştgirî danê. Her wiha der barê Nîhal û yên piştgirî dabûn wê de jî serlêdana sûc hat kirin û gotinên nîjadperestî bezand, ‘hednîşandan’ jî bezand. Di bernameyê de bang li wezareta karê hundir hat kirin ku xelata Nîhalê şûnde bê girtin.
 
Ji bo Ece Ronay gotin ‘yallah’
 
Di berdewamiya bernameyê de derbasî mijarê din bûn. Bername di hednîşanê yên weke ‘estetîka vî kesî tune ye’, ‘Divê Acun kapaxên çavê xwe bigire’ û ‘Kîbariyeyê pereyê quafura xwe nedaye’ berdewam kir.  Di berdewamiyê de jî ji bo Ece Ronay ya ku wek ‘fenomena çapemeniya civakî û stranbêj’ tê nasîn, gotin ‘Tu naecibînî yallah.’
 
Sînor tên bezandin
 
Di hawireke ku mafên jinan evqas di xetereyê de ye, dîsa jin hedef tên nîşandan,  bi ‘hednîşandanê’ û ‘nîşandana derî’  sînor tên bezandin de, nîjadperestî, netewperestî û zayendperestî derketiye asta herî jor.