Çapemeniya alîgir û pornografiya şîdetê

  • 12:36 10 Cotmeh 2021
  • Medya Kritîk
 
Kîbriye Evren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’ê şûnde desthilatdariyan ji bo civakê bi awayekî otorîter di bin kontrolê de bigire bi taybet oldarî sor kir û wek alaveke siyasî û îdeolojîk heta îro bikaranîn.
 
Oldarî li hemû hucreyên civakî, teşeyên jiyanê, heta teşeyê têkiliyan bi bandor kir û bi riya dibistan, kişla, mizgeft, kursên kuranê, tarîkat, cemaat û weqfan belav kir. Ciwan, jin, zarok bi vê îdeolojiyê hatine perwerdekirin. Li ser vê jî bi kîsveya laîkbûnê hewldane civakê îqna bikin. Mixabin elewî, ol û baweriyên din, tiştên bi laîkbûnê hatin kirin, her cureyê êşê kişandin.
 
Desthilatdariyan bi gotinên ‘yek ol, yek netew û yek ziman’ civak yekparêz kir û global kir. Îslama siyasî jî bû alava pêkhatina desthilatdariyan. Gel, bawerî, bi gotinên nefret, biçûkxistin, cuda dîtin, tehcîr û komkujiyan re rû bi rû hatine hiştin. Piştî salên 80’ê ev rewş bilind bûye û ol kirine alava siyasî. 
 
Di desthilatdariya AKP’ê ya 22 salan de jî bi civakeke kîndar û oldar û mixabin bi her tiştê xwe rastî tecawizê hatiye, berdewam kiriye. Bi nirxên civakî lîstine û ketine pêvajoya ji rêderketinê.
 
Desthilatdariyê ev pêkanîn li aliyekê di bin navê oldariyê de bi cemat, tarîkat, kursên kuranê û weqfan kiriye, daraz û çapemenî jî bûye lingê wan yê esas.
 
Xelatkirin û cesaret dayîn
 
‘Kavila 90 salî Weqfa Ensar û tecawizikirina 45 zarokî’, ‘Li Yurda Suleymaniyan peywirdarê olî ku tecawizê 9 zarokan kir: daxwaza zarokan hebû’, ‘Li kursa Kuranê ji 20’î zêdetir zarok rastî îstîsmarê hatin û ji bo mele ji rewşa baş daxistina ceza’, ‘Meleyê tecawizê zaroka 12 salî kir, kî diparêze’, ‘Şêxê Tarîkata Farukî ku îstîsmarkarê zarokane Suleyman Işik: Daxwaza mexduran hebû’. Ev kes hatibûn tahliyekirin. Di çapemeniya civakî de di dîrokê cuda de gelek caran hat dîtin ku di bin navê ‘fêrkirina ol de’ zarok rastî îstîsmar û tecawizê hatine’. 
 
Dema mirov li vê rewşê dinêrin, dibînin ku rewşeke çiqas karaset tê jiyîn. AKP ku van deran wek depoya dengand dibîne û diparêze, cesaretê dide wan û wan xelat dike…
 
Û civakê ji mirovahiya xwe şerm kir...
 
Û civakê ji mirovahiya xwe şerm kir… Serbixwebûna darazê nemaye… Bifkirin; zarokên ku siberoja me ne, rastî tecawiz, tacîz, îstîsmar û îşkencê tên… Dema dibêjin ‘daxwaza zarok hebû’ mêjiyê mirovan nasekine gelo? Gelo bi hişê me qerfên xwe nakin? Ev gotina bêwate wek kêrekê li dilê mirovan nakeve?
Turik amade ne, rake tiliya xwe… Hat qebûlkirin
 
Dema dibêjin ‘daxwaza zarok heye’ gumanbar tên beratkirin an jî tahliyekirin. Ji rewşa baş jî xelatek ji aliyê darazê ve tê dayîn. Ji xwe ‘turikên’ li meclîsê jî amade ne. Qe nebe ji wir efû dertên, rake tiliya xwe… Hat qebûlkirin.
 
Desthilatdarî û daraz li aliyekî sûcên li hember zarok, jin û civakê rewa dike, tecawizê bi qanûnên dewletê dikin bin parastinê, li aliyê din jî bi polîtîka bêcezabûnê dibêje ‘tu mêrî, tu dikarî her tiştî bikî, ez te diparêzim, tu mereq neke’.
 
Çapemeniya alîgir bi çi re mijûle..
 
Rizandin, pelçiqandin, tacîz, tecawiz, îstîsmar, şîdet, xizanî, ji rêderketin, tê jiyîn, gelo di vê hawira nebaş de çapemeniya alîgir bi çi re mijûl e. Ji sedî 90’ê çapemeniyê di bin kontrola desthilatdariyê de ye, rojname, kovar, Tv û rojnamegerên di van merciyan de dixebitin, têkiliya navbera desthilatdarî û civakê de, li gorî xeta îdeolojîk a desthilatdariyê bi teşe dike.
 
Desthilatdarî…pere, fermandar… çapemenî
 
Ji bo teşeyê, bi kodên zîhnî ya civakî bê lîstin, ne devê tûrik, derê çewal tê vekirin û em bi salane vê dizanin. Çapemenî di vê rewşa ji rêderketî de mixabin bi pere û çapemeniyê vê pêşkêşî civakê dike.
 
Ji bo xwedê ez dipirsim,  di nivîsên der barê tarîkat, cemaat û kuranê yê di çapemeniya alîgir de tê weşandin de rexneyek heye? An jî di bernameyên wan de rewşa jin û zarokên mexdur tê axaftin? Yên ji bo çareseriyê hewl didin we dîtiye? Na hun nikarin bibînin ji ber çapemeniya hewzê jixwe berpirsê tiştên min li jor rêz kirine. Ji ber çapemeniya alîgir, bixwe ji rê derketiye. 
 
Pornografiya şîdetê
 
Di televîzyonan de di bernameyên nav rojê de, her cureyê şîdeta li hember jin, zarok û sewalan pêkane. Di kanalan de ji bo zêdetir reytîng bên girtin, di bin navê tore, namûs, evînê de, jin û zarokên rastî şîdetê  hatine, dikin çavên civakê. Ez îdia dikim ku li tu devera cîhanê pornografiya şîdetê evqas ji aliyê çapemeniyekê ve nehatiye bikaranîn. 
 
Ji ber vê jî ya ku divê demildest bê kirin, ev e ku demildest dawî li tarîkat, sazî, daraza serdest ya mêr û çapemeniya serdest ya mêr ên desthilatdariyê bê dayîn…
 
Ji ber ku wan jî fêm kiriye ku wê çawa biçin, ji niha de dest bi axaftinan kirine ku wê çawa bên darizandin…