Kevneşopiya nîqaşkirina kurdên bê kurd, jina bê jin…

  • 09:26 26 Îlon 2021
  • Medya Kritîk
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya alîgir ya ku bi talîmatên wekê ‘ tiştên divê bên axaftin tiştên divê neyên axaftin’  teşe dibe,  beyî muxatab, jinan, kurdan derdixe ser ekranan û di vê mijarê de gelek bi tecrubeye. Di demên dawî de em dîsa bi nîqaşên ‘mijara kurdan’ ya bê kurd re tên rû hev.
 
Çepemeniya alîgir ev 6 sal in mijara kurd nabîne tune dihesibîne. Lê çi bû nayê zanîn di carekê de di gelek weşanên çapemeniya alîgir de bû mijar. Her wiha çi qewimî nayê zanîn, nîqaşên hilbijartina zû di gelek kanalên siyasetê de ket rojevê. Lê beyî HDP beyî kurd.
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu gotibû ‘dikare HDP wek organa rewa bê dîtin.’ Li ser van gotinan parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî gotibû ‘HDP tenê ne muxatabê çareseriyê ye, muxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’ û ev gotin wek bombeyê ketibû rojevê. Wekê ku cara yekeme Îmrali wek navnîşana çareseriyê hatiye nîşandan, her kes şok kiribû. Wekê ku berê tu siyasetmedarî Îmrali nîşan nedaye, wekê ku mijar qet nehatiye axaftin, wekê ku gotinên qet nehatine gotin, Sezaî Temellî aniye ziman.
 
Fragmana çareseriyê
 
Tirkiyeyê di navbera salên 2013-2015’an de bi saya hevdîtinên bi Îmraliyê re fragmana pergala aştiyane-demokratîk jiya. Pirsgireka kurd belkî jî heta niha tu car evqas nehatibû axaftin. Mirov li kîjan malpera nûçeyê binêrta, kîjan kanal vekiriba, pirsgirêka kurd û riya çareseriyê dihat axaftin. Yên erê dikirin yên erê nedikirin. Hem bi tevlîbuna BDP’iyan hem bi tevlîbûna HDP’iyan ev mijar li ber rayagiştî hat nîqaşkirin. Ji ber pir di çapemeniyê de hat dîtin, pirsgirêka kurd ji bo her alî bû rojev.  Belkî jî çapemeniya alîgirt heta niha tu car evqas zemînek berfireh nedabû  ku siyaseta kurd xwe îfade bike. Ji ber ku atmosfera siyasî bi aşkera di çapemeniyê de hat dîtin.
 
Vegera çapemeniyê
 
Piştî çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê cotmeha 2014’an şûnde di 30’ê cotmehê de di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de biryarên şer hat girtin û atmosfera muzakera beriya hilbijartinên 2015’an bi AKP’ê deng da windakirin şûnde demek nû dest pê kir. Belê vê biryarê guherîna di çapemeniya alîgir de jî anî. Polîtîka wan guhert. Çapemeniya alîgir beriya 2013’an beyî gotina dewletê tu tiştek nikaribû bikira. Rojnamegerên li dijî vê guherînê berxwe dan jî hedef hatin girtin, ji karê wan hat kirin.
 
Ma qey tu çi bûy HDP (!)
 
Divê pêvajoya ku rehme li rihê salên 90’î dianî de, komkujî, êrîş, operasyonên qirkirina siyasî bûn hêmayên esas yên rojevê. Kî li alî çareserî, muzakerê bû hedef hatin girtin. Peywira çapemenyê jî ev bû ku heta ku ji dilê wan hat digotin ‘dewlet-hikûmet, kesên ku qestî yekitiya welat dike efû nake’.Bêguman hedefa wan ya sereke HDP bû. Me ji çapemeniyê fêr kir ku HDP serkêşê hemû xerabiyane. Çapemeniya alîgir hîna çi û çi fêrî me kir…
 
‘Ez jî li HDP’ê bixim’
 
Çapemeniya alîgir ev 6 sale di bernameyên bê HDP û bê kurd de, nîqaşkirina kurd û HDP’ê ji xwe re kiriye esas. Çapemeniya alîgir, hemû kesên ku siyaseta kurd hedef digire, li dijî wê ye di bernameyên xwe de dide axaftin. Di her derfetê de ev ji xwe re kir peywir. Niha jî em berdewama vê temaşe dikin. Di bernameyên ku navê wan ‘bêalî’ ye de, li binê bêalîbûnê dixin û didin jiyîn. Dîsa kevneşopiya ku li gorî geşedanên siyasî biteşe dibe, tê meşandin.
 
Çapemeniya bê jin, bê kurd…
 
Çapemeniya ku peymana Stenbolê, şîdeta mêr-dewletê bê ‘jinan’ axivî, mijara kurd, mijara HDP’ê jî wê wan diaxive. Lê ev rewş ne terciheke, ji bo wan li gorî polîtîka weşanê ye, ferze. Di serê vê polîtîka weşanê de neanîna ziman a navê Abdullah Ocalan jî heye. Ji ber dizanin ku rêxistinên jinan dibêjin berpirsê şîdeta dewlet-mêr e, ji ber dizanin ku HDP berpirsê şer AKP-MHP’ê nîşan dide, di weşanan de cih nadin herduyan. Jin û kurd xeta sor a desthilatdarî-çapemeniyê ne.
 
Yên rojnamegerên muxalîf muxatab digirin, hedefin
 
Belê niha di vir de ev rexne dikare bê kirin: Çapemeniya kurd jî cih nade gotinên alîgirên desthilatdariyê. Lê cudahiyek di navbera wan de heye. Çapemeniya kurd, kevneşopiya çapemeniya azad vê wek polîtîka weşanê pêk nayne. Ji ber desthilatdarî, ji çapemeniya kurd re, ji çapemeniya muxalîf re naxive, pratîka cihnedayîna gotinên wan dertê holê. Desthilatdarî û alîgirên wan pir baş dizanin ku, çapemeniya azad ji berk u rastiyan dinivîse, hedefe. 
 
Ger objektîf berê xwe bide berxwedêran
 
Li dijî hemû weşanên çapemeniyê yên dîjîtal ku wek alava deformasyonê ya sereke tê bikaranîn, hîna jî kedkar û saziyên çapemeniyê tên têkoşîna rojnamegeriyê ya bi rumet ji bo ku rastiyan derxînin holê hene. Sedema hêviya civakê ya ku hîna heye belk jî yên ku berê objektîfa xwe dane berxwedêrane.