Ji Kobanê heta Efganîstanê yekitiya têkoşîna jinan

  • 09:02 22 Tebax 2021
  • Medya Kritîk
 
Dîcle Muftuoglu 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganîstanê piştî Talîban rêveberiya welat desteser kir, wekê pêvajoya ku DAIŞ’ê li Kobanê pêk anî, çapemenî teslîmê tarîtiyê bû. Lê jinên efgan ku bûn şopdarên jinên li Kobanê, hîna gotina xwe ya dawî negotine.
 
Germahiyek tengezar heye. Bi hişkesasiyê re havînek zer û germ derbas dibe li Rojhilata Navîn. Hewa germbe jî ezman şînin û mirovahî tevî zehmetiyan bi hêvî ne.  Di vê nokteyê de ewrên rewş bilind dibin li Efganîstanê. Li van axan her kes dizane ku li cihekî ewrên reş hebin ew tenê li wî bajarî namîne. Ba wê dibe cihekî din jî. Ewrên din ji wan ewrên reş hêzê digire. Bîhna jinan tê birîn. Ji ber vê jî Talîbana ku dijminê jinê ye 20 sal şûnde Efganîstan dagir kir û deng da. Wek êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê.
 
Careke din hat dîtin ku dirûşmeyên azadiyê di şexsê efganîstanê de tê çi wateyê. Têkiliya DYA- Talîban ku çawa bazarê dikin derket holê.
 
Yekitiya DAIŞ û Talîban 
 
Efganîstan 20 sal bû DYA lê serdest bû û qaşo piştgirî dida hikûmeta herêmî. Talîban ku hêza xwe li welat mezin kir û demek kûr de dest danî ser rêveberiya welat ji zîhniyeta DAIŞ’ê xwedî dibe û herî ewil wan jî jin hedef girtin. Talîban lîsteya zarokên keç yên di ser temenê 15’yî de xwest. Kes matmayî nema. DAIŞ’ê jî li her cihê ku dagir kir jin wek ganîmet dîtin, wek koleyên seksê dest danîn ser. Li bazaran firotin. Talîban ku jin wek zindî nedidît nedişand dibistanê û kar. Ji ber vê atmosferê bi hezaran kesî koç kir û ji bo li balafiran siwar bibin mirin dan ber çavên xwe.
 
Dîtina berxwedanê
 
Ji ber rojeveke wisa li hemû cîhanê Efganîstan bû sernavên sereke yê çapemeniyê. Bi rojan ligel dagirkirinê dîmenên kesên bi teker û baskên balafiran girtibûn hatin weşandin. Ev dîmen di çapemeniya civakî de hatin weşandin û teşeyên reva mirovan a ji bo azadiyê hat nîqaşkirin. Lê dîsa jî têkoşîna jinên berxwedêr nehat dîtin.
 
Xeleka tirsê
 
Di 2015’an de ewrên rewş li ser Kobanê geriya û dihat payîn ku Kobanê bikeve. Hemû cîhanê wek îro pêşketina DAIŞ’ê ya li Kobanê dişopand. Mêrên ku cilên rewş li xwe kiribûn, ruyê xwe berdabûn û li Jeepan siwar bibûn bil ez diçûn. Hêzên serdest jî di çapemeniya alîgir de xeyala tirsê li cîhanê belav dikir.
 
Çarşefên rewş qelaştin
 
Li dijî vê tarîtiyê tilîlî bilind bûn. Bi parastina jinan ev tarîtî belav bû û jinan bi bedelên mezin ne tenê Kobanê, her cihê ku  tarîtî dirêjî wê bibû ronî kir. Ji Mînbîçê heta Tabka, heta keleha DAIŞ’ê Rakkayê, bi pêşengiya jinan azad bû û ev hêvî li cîhanê belav bû. Mirovên ji xeleta tirsê ya DAIŞ’ê derketin, bîhna azadiyê ya Kobanê hîskirin. Jinan çarşefê reş qelaştin.
 
Li jinên berxwedêr nêrîn
 
Îro dîsa li ser vê axê dixwazin jinan re qederekê xêz bikin. Jinên duh li Kobanê Rakkayê çarşefê reş qelaştin îro dixwazin dîsa çalî çarşefê bikin û bê bîhn bihêlin. Ji dewletên serdest heta çapemeniyê, senaryoya ‘ji bo jinên efgan her tişt qediya’ bê nivîsîn jî, jin li dijî mirinê gotinên xwe dibêjin. Jin çawa duh bersiva DAIŞ’ê hat dayîn îro jî ya Talîban didin. Jinên efgan li dijî tarîtiyê dengê xwe bilind dikin û dibêjin em hene. Ji ber vê jî hewce heye ku em kamera û mîkrofonên xwe bidin ber jinên efgan. Li efganîstanê hîna tiştek bidawî nebûye. Ji ber ku wê gotina dawî jin bêjin.