Sûcdar kî ye? Malbat, daraz yan jî çapemenî ye?

  • 09:05 11 Tîrmeh 2021
  • Medya Kritîk
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi 4’emîn Pakêta Darazê ya der barê îstîsmara zarokan de, lêgerîna şerta ‘delîla şênber’ gelo di rojeva çapemeniyê de ye?An jî sê meymûnan dilîzîn û  zarokan dikşîn nav vê îstîsmarê û wê çavên xwe bigirin? Di vê biryarê de kî sûcdar e?
 
Li Tirkiyeyê heman hema her roj herî kêm 4 zarok rastî îstîsmara zayendî tên. Piranî gumanbarên wan kesên nêzî wan e. Gelo zarokên ku rastî îstîsmarê tên, ji aliyê kê ve tên fikirîn, kî ber van zarokan dikevin. Desthilatdarî? Malbat? Dozger an dadger?  Gelo lê çapemenî?
 
Divê zarok tiştekî bikin?
 
Zarokên rastî destdirêjî yan jî tecawizê tên, her çiqas li dijî vê rewşê di nokteya ku xwe biparêzin de derfetên wan bi sînor bin jî, dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Divê zarok çi bikin an jî divê zarok tiştekî bikin?Dayik ji nedîtîve tê, bav guh nadê. Gelo ya rast çi ye, gotina ‘de zaroke’ ya rast e?
 
Dadger û dozgerên ku  her roj bi sedan dosya tên ber wan ji van bi dehan dosyayên tecawizê ne, gelo dadger û dozger îfadeya zarokan çawa dixwînin? Çapemenî vê çawa dibîne?
 
Sûcdar kî ye?
 
Zaroka neçarî ku bi gumanbar re li heman malê bijî,  zaroka bi tirsa li dadgehê bi gumanbar re bê rû hev krîza dil derbas kir, zaroka rastî îstîsmarê hat û ji aliyê kesên malbatê ve hat qetilkirin.Sûcdar kî ye? Desthilatdariye gelo, an malbat, dadgeh an jî çapemenî?
 
Rîska bi gumanbar re hatina rû hev
 
Gelo zarokên neçar dimînin li dadgehan bi gumanbaran re bên rû hev wê çi bibin?Ne pir dûr, em biçin 5 sal berê. Li navçeya Bornovayê ya Îzmîrê zaroka 9 salî ji aliyê kalê hevala xwe ve rastî îstîsmara zayendî hat. Zarok ji wê rojê şûnde neçû dibistanê û dermankirina psîkolojîk dît. Zarok du roj mabû ji rûniştinê re, bi fikara ku bi gumanbar re wê bê rû hev, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Gumanbar jî hat berdan. Ev tenê mînakek e.
 
Çapemeniyê çi kir?
 
Çapemeniyê çi kir?Ruyê zarokê girt û nûçeyan krîza dil kir nûçe. Balkişandina ser îstîsmara zarok pê re hatiye rû hev, tiştên ku zarokê ji ber îstîsmarê jiyaye û ji bo carek din ev neyê jiyîn, çapemeniyê rola xwe çawa lîst gelo?
 
Di çapemeniya dîjîtal de bertek
 
Em werin roja 29’ê Hezîranê. Li navçeya Elmali ya Antalyayê du zarokan îstîsmara zayendî xêz kirin û di çapemeniya dijîtal de dan bihîstin. Heta îro di gelek malperên nûçeyan de ev îstîsmara ku wek nûçeyek kurt hat dayîn,  di qada dîjîtal de rastî bertekên her alî hat. Hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, rojnameger û her wekî din..
 
Ev bûyer seranserê rojekê di rojevê de ma, der barê bûyerê de ji dozger bigire heta wezîran her kesî ji alî xwe ve daxuyaniyên wek parastinê dan. 
 
Îfadeya zarok esas e’
 
Gelo dema ev dihatin jiyîn me çi dikir? Me li şûna ‘zarok bêdeng dimîne tu nemîn’ digot ‘zarok vedibêje tu guhdar bike’. Çima? Ji ber ku me digot ‘îfadeya zarok esas e’. Di nûçeyên der barê zarokan de nebikaranîna nav, temen, navend, navçe, navnîşan, kolan, wêne û gelek kite kiteyên din wek mafên zarokan yên gerdunî tê qebûlkirin û ev maf ji aliyê Navenda Mafê Zarokan a Baroya Stenbolê jî di 29’ê Hezîranê de di twîtterê de bi parvekirinekê hat ziman. Di parvekirinê de wiha hat gotin ‘ Di îstîsmarên zarokan de divê îfadeya zarokan esas bê girtin. Divê rêgeza fêdeya asta jor a zarok li ber çavan bê girtin, pêvajoyek bi bandor û edlî bê meşandin.’ Ji bo parastina zarok rêbazên ku divê baldarî lê hebe hatibûn rêzkirin.
 
Gavek pêş de, 10 gav şûnde…
 
Hêviya ku pêngavek pêşde çûye, mixabin veguherî 10 gav şûndeketinê. 4’emîn Pakêta Darazê ya ji 27 xalan pêk dihat ya ji aliyê desthilatdariyê ve hat amadekirin di 7’ê Tîrmehê de 13 xalên wê hat amadekirin û 14 xal jî di 8’ê Tîrmehê de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Yek ji van xalan jî ev bû ku di her sûcên li hember jin û zarokê de lêgerîna şerta ‘delîlên şênber’ bû.
 
Di van rojên ku em di pêvajoyeke bi xeter ya ku wê dadgeh bi şerta ‘delîlên şênber’ gumanbaran berdin, de,  nêzîkatiya çapemeniyê jî  xwe ji niha de diyar dike.