Di manşetan de 1’ê Tîrmehê çawa hat dîtin?

  • 11:05 4 Tîrmeh 2021
  • Medya Kritîk
 
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 1’ê Tîrmeha ku Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû de berxwedana jinan dîsa ji aliyê çapemeniya alîgirê desthilatdariyê ve hedef hat girtin.
 
Bi banga Koma Kampanya Peymana Stenbolê Pêkbîne di 1’ê Tîrmehê de li Taksîm Tunelê jin û LGBTÎ hatin gel hev û 1’ê Tîrmehê kirin wek rojeke sembol. Jinan tevî hemû astengiyan li Kolana Îstîklalê barîkat hilweşandin û pêşde çûn. Jinên tevî zextan kolan terk nekirin, wek muxalefetek xurt careke din hêza xwe ispat kirin. Lê xwedîderketina jinan a li mafê jiyana xwe, dîsa ji aliyê çapemeniya alîgir ve hedef hat girtin.
 
Desthilatdariya ku di 2016’an de efûya êrîşa zayendî li hemberî zarokan anî rojevê piştre jî mafê nefeqeyê û peymana Stenbolê hedef girt. Serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan ku got ‘gel  bixwaze feshi bikin’, bi piştgiriyên muhafazakar û tarîkatan peyman hat fesihkirin. Bi mehan bû jin li dijî fesihkirina Peymanê di amadekariya çalakiyê de bûn û wek her tim berxwedana jinan dîsa ji aliyê çapemeniya alîgir ve hedef hat girtin.
 
Yenî Akît ya paşverû ku her tim jinan û çalakiyên wan bi awayekî sîstematîk hedef digire çalakiya ku bi hezaran jin tevlî bibûn jî bi ser navê ‘Ji çeteyên mor provakasyon’ da.
 
Rojnameya Sozcu jî  bi sernavê ‘Di çalakiya Peymana Stenbolê de alozî: TOMA anîn, bi gaza îsotê mudaxale kirin. Polîsan gaz avêt kesên ku qad terk nekirin’ nûçe serwîs kir. Li şûna ku jin û LGBTÎ’yan bînin ziman bi gotina ‘yên qad terknekirin’ kesên kirdeya berxwedanê bûn, nedîtin.
 
Dîken ya ku weşangeriya înternetê dike jî bi sernavê ‘Li Taksîmê çalakiya Peymana Stenbolê: Barîkat hat avakirin, destur nedan meşê’ li şûna berxwedanê, mudaxale derxistin pêş.
 
Rojnameya Bîrgun çalakî bi sernavê ‘Ji jinan çalakiya Peymana Stenbolê: Biryar nayê naskirin’ serwîs kir. 
 
Ajansa me Jinnewsê jî bi sernavê ‘Bi hezaran barîkata polîsan derbas kir û ber bi Kolana Îstîklalê de dimeşin’ nûçe serwîs kir.
 
Rojnameya Yenî Yaşam jî beşeke mezin a rupela ewil ji çalakiya jinan re veqetand û bi ser navê ‘Jinan barîkat ji bo Peymana Stenbolê hilweşand:Heta em nebêjin qedya neqedya ye’ nûçe weşand.
 
Rojnameya Cumhuriyetê jî  bi sernavê ‘Jinên vekişîna ji Peymana Stenbolê protesto kirin rastî mudaxaleya polîsan hatin’, li şûna têkoşîna jinê mudaxaleya polîsan derxistin pêş.
 
Rojnameya Hurriyetê jî bi sernavê ‘Ji jinan Peymana Stenbolê’ nûçe weşand û got li gelek bajaran çalakî pêk tê, lê nûçe tenê wek paragrafekê hatin dayîn.