Di qetilkirina Denîz Poyraz de tifaqa 'medya, polîs û darazê'

  • 09:23 20 Hezîran 2021
  • Medya Kritîk
 
Gulîstan Azak
 
Navenda Nûçeyan-Gotina gumanbarê ku Denîz Poyraz ya HDP’î qetil kir ya wekê ‘min berdin’, tifaqa ‘çapemenî, daraza û polîs’ û deşîfrekirina bûyerê datîne holê. Yên naxwazin wêneyên mezin bibînin nikarin êdî civakê bi gotinên ‘provakasyonê’ bixapînin.
 
Îro çapemeniyeke ligel desthilatdariyê cih digire heye. Pêşengên çapemeniya alîgir Sabah, Akşam, Yenî Akît, Yenî Şafak…
Di vê mijarê de yên gumana wan heye, hene gelo? Bi taybet di navbera hevpîşeyên min de.. Na ez bawer nakim…
Hêza desthilatdariyê ya li hember çapemeniyê ji zûde hatiye qebûlkirin. Di van weşanan de pênûs bi destên qirêj ji bo berê civakê bidin aliyan dinivîsn û xêz dikin.
 
Li gorî stratejiya şer, beyî çek biaxivin, ‘şerê psîkolojîk’ dest pê dike. Rayagiştî bi dorê, bi agahiyên sexte tê tirsandin û xapandin.  Gotinên li pey hev yên ‘beka’… Piştî wê gelo? Bila çek biteqin, xwîn birêje… Rojek berê û  wek bûyera li avahiya HDP’a Îzmîrê hat jiyîn.
 
Ya hat plankirin ew bû ku zêdetir jin bên qetilkirin
 
Li vê avahiya ku pankarta ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ ya ku navê jinên hatibûn qetilkirin lê bû, hatibû daliqandin, jinek hat qetilkirin, Denîz Poyraz.
 
Ji wêneyên cihê bûyerê û îfadeya gumanbar Onur Gencer jî tê fêmkirin ku ya hatiye plankirin ew e ku zêdetir jin bên qetilkirin. Gumanbar piştî Denîz Poyraz qetil dike şûnde guleyê berdide wêneyê hevseroka giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel ya li odeyê daliqandî.  Nefreta wî ya li hember jinê wisa mezine ku berê çeka xwe dide wêneyê jinê jî! Mêr bi şerê ku afrîneriya wî ye, dîsa jinê hedef digire.
 
Tifaqa mêr-dewlet
 
Komkujî ji tifaqeke ku ji polîs bigire heta çapemenî darazê piştgiriyê dibîne ye. Polîsê divê biketa avahiyê û mudaxale bikira dîsa mirovan matmayî nahêle. Piştî qetilkirinê polîs ji gumanbar re dibêje ‘navê te çi ye bira’ û piştre diparêze, qeydên kamerayê yên cihê bûyerê paqij dikin. Ev jî carek din tifaqa dewlet-mêr nîşan dide û gotina ‘kuştinên jinan polîtîkin’ piştrast dike.
 
Yek ji bloga din a tifaqê çapemenî jî li ser kar e. Yenî Şafak di dema bûyerê de bi sernavê ‘Di pevçûna li avahiya HDP’ê derket de kesek hat kuştin’ nûçe weşand, berê sûc guhert, agahiyên sexta dan civakê. Ev jî têr nake, hema piştî bûyerê di çaroveya heman bernameyê de  di konê hatiye avakirin de, bi kesekî re roportajê dikin û nûçeyek derew ya wekê ‘kuştina Denîz Poyraz ji aliyê HDP’ê ve hatiye plankirin’ hat dayîn û nûçeyeke ji ahlaqê pîşeyî dur hat çêkirin.
 
Di zincîra tifaqê de dor tê darazê. Ew jî me matmayî nahêle.  Yên jin, karker, xwendekar, rojnamegeran bi rojan di bin çavan de digirin, gumanbarê komkujyeke siyasî ya bi plan û proje hatiye kirin, hîna 24 saet tije nebibû, digirin û ji ber çavan winda dikin.
 
Derewa provakasyonê
 
Gotina gumanbar a wekê ‘Min berdin’ jî tifaq û deşîfrekirina bûyerê derdixe holê. Yên naxwazin vî wêneyê mezin bibînin êdî nikarin bi gotinên provakasyonê bixapînin.
 
Gumanbarê ku bê pirs û daraz hat girtin, di be ku  di rojên pêş de li ser gotina ‘psîkolojiya min xera bû’ bê berdan jî.  Psîkolojî xeraye lê dema ruhsatê digire bersivên pirsên jê tê pirsîn, dide.  Bi qasî ku derewan bike jî hişê wî li serê wî ye! li welatê ku bi hişê mirovan qerfên xwe dikin, her tim ji sûcdaran re jî piştperdeyekê dibînin.  Ji xwe welat fêrî komkujiyên mêran yên weke ‘psîkolojiya wî xerabû’ ‘hişê wî ne li serê wî ye’, kirine.
 
 Bi bernameyên ku tên çêkirin, pesnê sûc û sucdar didin. Ka ya herî baş em jî kanalên mijara gotinê ne bigirin û wijdanên xwe guhdar bikin. Ji ber ku li gorî vê çapemeniyê tevahiya welat terorîst e. Ji ber ku li gorî vê çapemeniyê her tiştê di riya şer de misteheq e.. Ji ber ku li gorî vê çapemeniyê her jinek zafiyetek erzan e û di riya şer de dikare bê xerckirin e!