Desthilatdarî dike hedef, çapemeniya wê dike nûçe: Ev çi HDP bû!

  • 14:31 13 Hezîran 2021
  • Medya Kritîk
Nudem Kar
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya nêzî desthilatdariyê manşeta ‘HDP bûye mafya’ davêje û em jî pirsa gelo va çi HDP bû dikin. Kî dizane dibe ku qedeha li mala me jî HDP’ê şikandibe.
 
Desthilatdariya 22 salan. Tam 22 sal. Em vegerin li vî 22 salî binêrin, desthilatdairyê çi da me çi ji me girt di vî 22 salî de? AKP’ê çi guherî an jî karibû çi biguhere? Di 22 alan de çend cînayetên zarokên karker hatin jiyîn, çend sestdirêjiya li zarokan, serê çend sûcî hat girtin, çend jin hatin qetilkirin…Çend Kurd rastî êrîşên nîjadperest hatin, betalî çiqas zêde bû, çend rojnameger hatin girtin, çend çapemenî û weşand hatin girtin, çend mamoste û doktor hatin îxrackirin, çend komele hatin girtin, çend siyasetmedar hatin girtin û îstîhdam çiqas ket, perwerde, aborî , tenduristî û her wekê din…
 
Ohoo, dema me sernav rêz kirin em westiyan. Lê desthilatdarî newestiya ku van bi me bide jiyîn.
 
Gelo çapemeniyê çi kir?Dixwazin em bêdeng bin, em nebînin, nebihîzin. Hinek çapemenî naxwazin em van bibînin. Naxwazin em ‘kutiyên pêlavan, tapeyên telefonan, kasetên veşarî, kaçaxvaniya hişbirê, têkiliyên mafyayê’ bibînin.  Li ber çavan dikin, dikin çavên me lê naxwazin em bibînin.
 
Ji bo em nebînin her carê, qe nebe di hedefa çapemeniya alîgir de navnîşanek heye. Gel hesab dipirse? Rihê netewperestiyê sor bike, operasyona dersînor bike,bila çapemenî çêke du sê nûçeyên bi nav û deng…
Çapemeniyeke we ya ku her tiştê we vedişêre, hedef nîşan dide heye. Mînak Yenî Şafak heye. Sernavê ‘HDP bûye mafya’ davêje û Yenîşafaka ku Sedat Peker nabîne.
 
An jî A Habera we heye. Betalî her diçe giran dibe û manşeta ‘Aborî derket erşê’ davêje. We derdixe bernameyan, ji bilî we siyasetmedaran nade axaftin. Hun jî mafdarin ku bi çapemeniya xwe ya ji yek zihniyetê dinêre, bawer bikin.
 
Sedat Peker yê nayê dîtin
 
Sedat Peker ev du meha patir patir diaxive, gelo çapemeniya alîgir der barê de çi nûçe çêkir? Çênekir, nedît.
Wezîrê karê hundir derdikeve û dibêje ‘dema min de kuştinên kiryar nediyar, îşkence çênebûn.Gelo Gulîstan Doku li ku ye? Yên vê pirsê dikin bersiva xwe nagirin. ‘Bi Sûr, Cizîr, Geverê çi bû’ bersiva vê tune.  Mehmet Emîn Ozkan yê 83sa lî ku bi kelepçê birin nexweşxanê, bersiva vê nayê dayîn.  Li mala Rojbîn Çetîn bi kuçik pê îşkence kirin. Li Wanê du welatî ji helîkopterê de hatin avêtin. Ji bo van bersiv nayê dayîn.
 
Vê jî çapemenî nabîne. Ji Rojbîn Çetîn re dibêjin terorîst. Gulîstan Doku jî bi qasî ku bixwaze dibîne. Musa Orhan nabîne. Lê jinên ku wan teşhîr dikin dibînin.
 
Ev tiştên hatine jiyîn tenê biqasî serê derziyê ne. Gelek tiştên din ku li pirtûkan bi cih nabe hene.
 
Çapemeniya wan nabîne, lê hun dibînin, em jî dibînin.