Emîne li hemberî dilên bûne kevir li 'Edaletê' digere

  • 13:06 6 Hezîran 2021
  • Medya Kritîk
 
Ayşe Guney 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya îqtîdarê ku naxwaze dengê Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar ên li "edaletê" digerin bibihîze wê nema karibe li heber vê têkoşînê xwe rabigire. 
 
Li erdnîgariya Kurdistanê jin êşên xwe di dilê xwe de vedişêrin. Lê ne ji bo ku şînê bikin, ji bo ku hêrsa xwe mezin bikin. Li ser vê erdnîgariyê êş nayên jibîrkirin û mirov hînî êşê nabin. Heta ku em dilê kesên dilê me êşandiye ne êşînin em li wan helal nakin. Emîne Şenyaşar jî yek ji jinên kurd ên berxwedêr e. Emîne 90 roj e li ber Edliyeya Rihayê bi lawê xwe Ferît re di nobeta "Edaletê" de ye. 
 
Beriya hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an parêzvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî êrîşî malbata Emîne Şenyaşar kiribûn û di encamê de hevjîn û du lawên Emîneyê jiyana xwe ji dest dabûn. Emîne û lawê wê yê ku di heman bûyerê de birîndar bûbû Ferît, "Ji bo ku qeydên nexweşxaneyê bên aşkerakirin, biryara nepenîkirinê ji ser dosyayê bê rakirin û gûmanbarên serbest hatin berdan bên girtin" ji 9'ê Adarê de dest Nobeta Edaletê kirine. 
 
Bi qasî rêbaza pêkanîna bûyerê pêvajoya dozê jî veguherî trajediyê. Piştî êrîşê, dozgerê ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dimeşand hat guhertin. Dozgerê ku piştre ji bo dozê hat tayînkirin jî piştî bûyerê bi 18 mehan îdaname amade kir. Lê di vê îdanameyê de jî tenê bûyera li froşgehê cih digirt.  Li firoşgehê jî tenê birayê parlamenter M. Şah Yildiz miribû. Di îdanameyê de ji bûyera li nexweşxaneyê ku Haci Esvet û du lawên xwe di encamê de hatin kuştin re cih nehatiye dayîn û ji dosyayê hatiye derxistin. Di daneşîna dozê ku ji ber ewlehiyê li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletyê hat dîtin di 2'yê nîsanê de biryar hat dayîn. Fadil Şenyaşar ê ku bi îdaya birayê parlamenter M.Şah Yildiz ê bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê ku piştî tedawiyê rizgar bû kuştiye, hewldaye 5 kesî jî bikuje û ji birîndarkirina kesan hat girtin bi giştî 37 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Ji Birayê parlamenter ê din re Enver Yildiz ê ku piştî bûyerê bi 15 mehan bi parzêstvanên xwe re çû teslîm bû  jî 18 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.  Em van polîtîkayên bêcezahiştinê; ji komkujiyên li Roboskê, Enqere, qirkirina jinan û ji rêbaza darizandina gûmanbarên destdirêjiyê li zarokan dikin dizanin. Ji ber vê ez bawer im ku tukes li hemberî vê biryarê matmayî nemaye. Daraza "Yek mêrî" dîsa li hemberî mexdûran li gel desthilatdaran cih girtiye û vê jî êşa malbata Şenyaşar duqtên din zêde kiriye. Derbarê qirkirina li nexweşxaneyê de tu kes nehat binçavkirin, ji ber ku li ser dosyayê biryara nepenîkirinê heye tu kes nizane ku lêpirsîn di kîjan astê de ye. Herwiya mirov nikare teqez bibêje ku lêpirsînek heye jî. 
 
Daraz û medya bi hev re hewl didin qirkirinê bişofînin
 
Li gel daraza ku ceza li malbata Şenyaşar birî, rayedarên dewletê xwe li mirîtî datîn, medyaya îqtîdarê jî ji destpêka bûyerê de di hewldana ku bûyerê manîpule bike de ye. Di dema ku nû êrîş pêk hat de, di bin servanên "êrîşa AKP û PKK'ê" de; li gel Ajansa Anadolu, Rojnameya Sabah, Huriyet, Yenî Şafak, Akît, Mîliyetê, ji çapemeniya qaşo muhalîfiya îqtîdarê dike Rojnameya Sozcu jî dema ku mijar dibe kurd bi gotinên îqîtdarê nûçeyan serwîs dike. Di van nûçeyên ku hatin serwîskirin de tenê bûyera li firoşgehê cih girt û bûyera li nexweşxaneyê cih nedigirt. Medya û darazê dest dan hev û hewl dan ku ser bûyerê bigirin. Lê tiştekî ku ji ber çav çûbû hebû.  Ew jî berxwedana Emîne ya bi biryar bû. Li cihê ku dewletê bi hemû hêza xwe hewl dida kujer bişofîne, qîrîna Emîne ya daxwaza "Edaletê" bilind dibe. Bi gotina ku Emîne dibêje qêrîna wê di erşû ezman re derdiket. 
 
Îqtîdar û medyaya ku dijminantiya kurdan dike li gel ku nedixwest pêvajoya dozê bişopîne, Rojnameya Sabah berî bi 3 salan, nûçeya xwe ya ku digot, "êrîşa PKK'ê" derewand û got, "Şerê hilbijartinê."  Medyaya ku heta niha tu gotinên wê hev negirtine, li hemberî nobeta "Edaletê" ya Emîne û lawê wê bêdengiya xwe diparêzin. 
 
Li gel medyaya ku xwe ji dijminantiya li hemberê kurdan xwedî dike, divê mirov rojnameyên wekî Bîrgun, Cumhuriyet, Yenî Yaşam, Evrensel ku bûyer di rûpelên xwe bi awayê rastyeqîn weşandin jî ji bîr neke û heqê wan bide wan. Lê ji bo Ajansa JINNEWS û  Ajansa Mezopotamyayê ku nobeta "Edaletê" ji serîde dişopînin jî dibêjim başe ku hene...
 
Lêgerîna Emîne û Lawê wê Fadil ya "Edaletê" ji bo me gelekan ji ber rewşa li welat di be ku hewldaneke beyhûde be.  Lê ji bo min ev teorema "Bandora perperokê" tîne bîra min. Yanî pêketina cesaretê. Emîne ji bo yên mirî û yên mayî li "Edaletê"  digere.
 
Hûn "Edaletê" nabînin ji ber ku dibinê betonê de ye. Başe hûn qîrîna Emîneyê dibihîzin? ger ku hûn dibêjin na, li esîmana binêrin...