Deryayeke bêdawî: Medyaya Civakî

  • 09:06 30 Gulan 2021
  • Medya Kritîk
Leyla Ayaz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelo kî min dişopîne? Hejmara şopdarên min çi ye? Tişta ku min parve kir çend kesî eciband û parve kir? Di sedsala 21’an de bi medyaya civakî re cîhanek û civakek nû tê pêşxistin.
 
Twitter, TikTok, Facebook, Instagram, Whatsapp, Telegram, Zoom, Skyp û hwd… Ev ji me re biyanî nayên. Ji 7 salî heta 70 salî kes ne xerîbî wan navan e. Gelo kengî înternet hat Tirkiyeyê? Çawa bû parçeyek ji jiyana me? Rewşa niha çî ye?
 
Li Tirkiyeyê yekem car xebatên înternetê di sala 1980’yî de dest pê kirin. Di sala 1991’ê de ji hêla Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) û Dezgeha Lêkolînê ya Teknolojîk û Zanyarî ya Tirkiyeyê (TUBITAK) ve projeya tora înternetê hat pêşxistin. Di navbera salên 1993’yan û 1996’an de jî li çend zanîngehan înternet hat bikaranîn. Di dawiya sala 1996’an de êdî gelek rojname û kovaran ji înternetê sûd girtin. Di dawiya sala 1997’an de jî bankayan ji înternetê fêyde girt. Danûstandina li ser înternetê jî di sala 1997’de an pêş ket.
 
Bi belavbûna bikaranîna înternetê re êdî cîhan biçûk bû û ket nav kulmên me. Ne tenê ji xizim, cîran û bajar, em ji cîhanê jî xeberdar bûn êdî. Cîhan biçûk bû lê cîhana di hundurê me de mezin bû. Çend bikaranîna înternetê zêde bû, îcar jî cureyên telefon û kompîtûrê ketin pêşbirkê. Lê belê ev amûr bê bername kêrî tiştekî nedihatin.  Ligorî her daxwazê bernameyên telefon û kompîtûran hatin pêşxistin.
 
Niha li pêşberî me deryayeke bêdawî heye… Medyaya Civakî… Medyaya civakî ya ku bûye parçeyek ji jiyana me, hem karê rojane sivik dike û hem jî mirov kêfxweş dike. Dema hejmara bikarhêneran roj bi roj zêde dibe, sazkar û bernamesazên amûran jî dibin yek û ji xwe re qadeke bazarê diafirînin. Ev tişt bi organîze pêk tê û gelek dezgeh û kes bivênevê ji xwe re firsendan ava dikin û tevlî vê piyasê dibin.
 
Mirov dikare bêje ku di jiyana rojane de bandora televîzyon, radyo û rojnameyan zêde nemaye. Girse di sedsala 21’ê de bêtir dixwaze bi lêz û bez xwe bigihîne agahiyan. Ji xwe me gotibû deryayeke bê dawî ye û di hêla agahîgirtin û dayînê de sînor nîne. Siyaset, dîrok, çand, zanyarî, spor, jiyan, teknolojî, muzîk, xwarin û vexwarin, cil û berg, erdnegarî, şer û hwd. bi hezaran mijarên din li ber destê me ne.
 
Gelo rewşa me ya îro çi ye? Çend bikarhênerên medyaya civakî hene?  Em çiqas demê jê re vediqetînin? Me bersiva pirsên xwe di rapora We Are Social de dît. Li gorî rapora We Are Social a sala 2021’ê, li tevahiya cîhanê 4,66 milyar û li Tirkiyeyê jî 62.07 milyon kes înternetê bi kar tîne.
 
Em ê bi taybetî li ser daneyên li Tirkiyeyê rawestin lê ev dane ji xwe ji bo tevahiya cîhanê jî derbasdar in. Li Tirkiyeyê di nava rojê de mirovek 7 saet 57 deqîqeyên xwe bi înternetê re derbas dike. Ji 7 saet 57 deqiyan, 2 saet 57 deqîqeyên xwe di medyaya civakî de, saetek 21 deqîqe bernameyên muzîkê yên li ser înternetê û 50 deqîqe jî bi lîstîkên li ser înternetê re dema xwe derbas dikin.
 
Ji sedî 93 kes bi rêya telefonê xwe digihejin înternetê. 54 mîlyon kes jî bi awayekî aktîf medyaya civakî bi kar tîne. Ji sedî 90 YouTube, ji sedî 83 Instagram, ji sedî 81 WhatsApp, ji sedî 76 Facebook, ji sedî 61 Twitter, ji sedî 53 Facebook Messenger, ji sedî 29 TikTok û ji sedî 27 Skyp bi kar tînin.
 
Li gorî salên borî îsal bêtir dem ji medyaya civakî re hatiye veqedandin. Di nav hefteyî de tenê 2 rojên me bi înternetê re derbas dibin. 15 saet ji WhatsApp, 13.1 saet Facebook, 14 saet TikTok, 7.8 saet ji Twitterê re dem tê veqetandin. Dema ku ji TikTokê re tê weqedandin ji Twitterê zêdetir e. Her wiha pêkanîna veşartî ya Watsap dema bû rojev Telegram bêtir hat tercîhkirin.  TikTok a ku di rêza 4’an de bû niha ber bi rêza yekem ve diçe. Di nava rojê de ji sedî 42 dem ji înternetê re tê weqedandin. Her wiha bikaranîna Zoomê jî zêde dibe. Ji sedî 98,8 kes dema xwe bi temaşekirina videoyan re derbas dike. Bi pandemiyê re sala 2020 û sala 2021 bû saleke dijîtal. (https://www.webtekno.com/turkiye-de-kac-kisinin-ne-kadar-ve-hangi-amacla-internet-kullandigi-aciklandi-h107112.html)
 
Daneyên ku derketine holê mirovan matmayî dihêle. Lê rastiyeke wisa jî li pêşberî me ye ku em bi parvekirinan xwe dighînin encamekê. Gelo parvekirin bi kijan armancê tên kirin û xwe dighînîn kijan girseyî? Her wiha heman tişt, ji hêla bi sedan kesan ve bi rêbazên cuda cuda tên parvekirin. Ligel muqayeseyê pêşbirkeke mezin di navbera bikarhêneran de heye. Gelo kî min dişopîne? Hejmara şopdarên min çi ye? Gelo tişta ku min parve kir çend kesî eciband û parve kir?
 
Diyar e ku di pêşerojê de dê medyaya civakî bêtir li ser civakê bi bandor be. Ji ber ku niha nifşek wisa heye ku bi pêşketina medyaya civakî re mezin dibe û tu hez bikî nekî ji xwe re cîhanek û civakekê diafirîne. Ev tişt jî bi xwe re zimanek, nêrînek, feraseteke nû pêş dixe. 
 
Divê mirov wê pirsê jî bike; Gelo pêşketina medyaya civakî çiqas ji bo civakê baş û çiqas jî ne baş e?