Nebêjin em nizanin tiştên hûn dizanin hene: Te go erê?

  • 09:01 23 Gulan 2021
  • Medya Kritîk
 
Munevver Karademîr
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşbirka “Te go erê” pêşbirkeke di warê çand, wêje, felsefe û aktuelê de hîn dike ye. Pêşbirk bi kurdî ye û xizmeta zimanê kurdî dike. Ji bo ku hûn çand, dîrok û wêjeya xwe li gel coş û kelecanê hîn bibin pêşbirka “Te go erê” temaşe bikin û bidin temaşekirin. 
 
Di vê serdema ku em tê de ne amûrên ragihandinê her ku diçe zêde dibin û li ser jiyana mirovan bandoreke mezin dikin. Ji  van ên ku herî zêde tên bikaranîn, rojname, kovar, sinema, radyo û înternet in. Ev alavên ku her yek jî xwedî bandoreke cuda ne, teybetmendiya wan a hevpar ew e ku ji bo her kesî vekirî ne û her kes dikare xwe hêsan bigihîne wan. Lê ji van a herî bi bandor televizyon e. Ji ber ku televizyon bi her awayî dikare bandorê li ser jiyana mirovan bike. Televîzyon di roja me de bûye wekî kevçiyekî xwarinê yê bivê nebê divê li her malê hebe ye û ji bo her malê wekî pêdiviyeke girîng tê dîtin.
 
Televîzyona ku amûrê herî erzan ê ragihandinê ye û li her malekê tê dîtin, mirov dikare di gelek waran de jê sûdê bigire. Mirov dikarin bi rêya televîzyonê bên perwerdekirin, çand û dîroka xwe hîn bibin û ji vê amûrê sûdê bigirin.  Televîzyona ku di vî warî de peywireke wê ya girîng heye, gelek caran pergalên kapîtalîst ên zayendparêz wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û wekî her amûrek ragihandinê ji wateya wê derdixin û dikin bin kontrola xwe. Ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Civaka zayendparêz bi rêya van a amûrên ragihandinê ku di serî de televizyon tê teşe dide civakan û civakê li gorî xwe diafirîne.  Pergal bi rêzefîlm, reklam û gelek bernameyên cûr bi  cûr ku diweşînin televîzyonê bêyî ku civak bikeve ferqê pir xweş bi kar tînin. Civakê li gorî xwe perwerde dikin û li gorî  xwe bi teşe dikin.
 
Herî zêde zarok û jin temaşe dikin  
 
Televîzyonê herî zêde jinên li malê û zarok temaşe dikin. Jinên ku di nava çar dîwaran de hatine hepiskirin, televîzyonê ji bo xwe wekî amûreke pêşxistinê dibînin. Pergal jî vê baş dizanin û ji bo ku jinên li gorî hişmendiya xwe pêş bixin, bi taybet ji bo wan bernameyan didin çêkirin û didin temaşekirin. Ev bername bi piranî zayendparêziyê pêş ve dibin. Ji bo van jinên li malê bernameyên ku nava rojê tên weşandin, li ser çêkirina xwarinê rêvebirina karê malê ne. Lê êvarê ev bername diguherin û bernameyên li gorî polîtîkaya xwe yên di warê siyaset, spor, pêşbirk û hwd. didin weşandin. Ev jî rola jin û mêr ku çawa di nava civakê de ji hev tê cudakirin li ber çavan radixe.  Her wiha me di serî de gotibû ku zarok jî televîzyonê zêde temaşe dikin. Ev rêbaza ku ji bo jinan tê bikaranîn bi wayekî din ji bo zarokan jî tê bikaranîn û zarokên ku pêşeroja civakê ne jî bi bername û xêzefîlmên ku bi wan didin temaşekirin li gorî xwe pêş dixin û bingeha pergala xwe bi vê rêbazê bi rêya televizyonê dixwazin zexm bikin. 
 
Wekî me di serî de jî gotibû çi televizyon, çi înternet û çi jî kovar û gelek amûrên ragihandinê yên din bi armanca ku civakê agahar bikin û pêş ve bibin hatin pêşxistin. Lê mixabin ji wateya xwe hatin derxistin û bûn amûrê pêşxistina polîtîkayên pergala kapîtalîst. Lê kêm jî be televîzyonên muxalîf ku li gorî rastiyê weşanê dikin û armanca wan pêşxistina civakê ye jî hene û peywira xwe bi cih tînin.
 
Pêdiviyeke mezin a civaka kurd pêk tîne 
 
Em niha jî bên ser mijara xwe ya ku em dixwazin behsa wê bikin. Di rojên borî de min li ser înternetê bernameyeke pêşbirka çand û hunerê ku ji aliyê Pel Prodîksiyonê ve hatibû amadekirin û ji aliye Stêrk TV ve dihat weşandin a bi navê “Te go erê” temaşe kir. Rastî jî hebûna wê bernameya ku pêdiviyeke mezin a civakê pêk tîne min gelek kêfxweş kir.  Bernameyên bi vî rengî ji bo hemû civakan pêwist in û ji bo civaka me hîn bêhtir pêwist in. Ji ber ku cara yekem bû li ser ekranên televîzyonek kurd min bernameyeke bi vî rengî temaşe dikir. Dibe ku berê jî bi vî rengî bername hatibin amadekirin. Lê ger ku hatibin amadekirin jî wê ne zêde bin. Bername pêdiviyeke mezin a civaka kurd bêyî nîqaşên dûr û dirêj bi awayekî xwerû pêk tîne. Di warê çand, huner, wêje û aktuelê de bernameyeke serkeftî ye û ji ber ku bi kurdî ye xizmeta zimanê kurdî jî dike. 
 
Ne bernameyeke amator e
 
Li gel ku bi kurdî kêm caran bernameyên bi vî rengî hatine amadekirin jî mirov tu amatoriya bernameyê nabîne. Bername di warê dîtbarî, pêşkêşvan û pêşbazên xwe de jî bi awayekî profesiyonel hatiye amadekirin.  Pirsên ku di pêşbirkê de tên pirsîn, bi piranî li ser dîrok, çand, wêje û zimanê kurdî ne. Pirsên mayî jî bi giştî li ser dîrok, çand û wêjeya cîhanê ne. Her wiha di pêşbirkê de li ser felsefeyê jî pirs tên pirsîn û pirsên aktuel jî di nava van pirsan de cih digirin. Mirov dikare di her warî de sûdê jê bigire. Dema ku mirov li vê pêşbirkê temaşe dike li gel ku demeke dirêj berdewam dike jî mirov nizane ku dem çawa derbas dibe û bi her pirsa ku tê pirsîn re mirov bi kelecaneke mezin li benda pirsa ku bê dimîne. Dema ku mirov vê pêşbirkê temaşe dike mirov hem gelek tiştên nû hîn dibe û hem jî têdigihîje ku pêdiviya mirov her daîm bi hînûnê heye.  Ev bernameya pêşbirkê pêdiviyeke mezin a civakê pêşwazî dike û ji bernameyên nîqaşan ên dirêj dirêj ku tên weşandin di warê hînkirinê de bi bandortir e. Bername li aliyekî kêfxweş dike û li aliyekî jî hîn dike. Mirov bi vê bernameyê girîngiya ragihandinê jî zelaltir dibîne.
 
Helwesta pêşkêşvanê pêşbirkê balkêş e. Pêşkêşvan dibêje: “Nebêjin em nizanin. Tiştên hûn dizanin hene lê hûn li zanînên xwe zêde dikin. Dema ku mirov bizanibe mirov nikare tiştên nû hîn bibe.” Ev helwest jî coş û moralê temaşevan û pêşbazan zêdetir dike. 
 
Pêşbirka “Te go erê” bernameyeke di warê çand, huner, wêje, felsefe û aktuelê de mirov pêş dixe û mirov bi kelecaneke mezin heta dawî dikare temaşe bike. Pêşbirka “Te go erê” xizmeta çand, ziman û dîroka kurdî dike. Pêşbirkê temaşe bikin û bidin temaşekirin.