Çi yanî, ma em rastiyan nenivîsin?

  • 09:20 9 Gulan 2021
  • Medya Kritîk
 
Nişmiye Guler
 
NAVENDA NÛÇEYAN - RTUK  ku bi pêvajoya qedexeya derketina derve re ket nav xebatek mezin, bi fetwayên xwe hewl dide rastiyan veşêre. Ez dixwazim vê bipirsim; çi yanî em kolanên vala nîşan nedin û rastiyan nenivîsin?
 
Pêvajoya Covîd-19 ji aliyê hemû cîhanê ve ji nêz ve tê şopandin. Vê şewbê ji salekê zêdetir re li Tirkiyeyê jî rû daye û tevî hinek tedbîrên tên girtin jî kaosa di qedexeyan de tê jiyîn tê veşartin. Pêvajo ji destpêkê de ye bi riya çapemeniyê tê meşandin û ev jî rewşa aloz nîşan dide. Ez wek rojnamegerekê dema televîzyonê vedikim û çapemeniya desthilatdariyê dişopînim, pirsa ‘çima’ di serê min de diçe û tê.
 
Gelo heqîqet dikare bê veşartin?
 
Çapemenî ji ber bandor û berfirehiya xwe xwedî roleke mezin e û her roj xwe digihîne her aliyê civakê. Çapemenî bi qasî tûşek telefonê nêzî mirovan e, civak hepsê torekê hatiye kirin û ji bo agahiya rast bigihêje gel hewldanek mezin tê dayîn.  Desthilatdarî vê bi riya Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) bi awayekî aşkera bi daxuyaniyên dide, gel dixapîne. Mînak dawî, ev bû. Serokê RTUK’ê Ebubekîr Şahîn, der barê dîmenên nûçeyên der barê derketina kolanê de nivîs şand ji saziyên çapemeniyê re û got kolanên tije vala nîşan bidin. Gelo bi nîşandana kolanên vala dikarin rastiyan veşêrin. Bi hezaran kes li kolanan li fabrîkayan ji bo nan bibin mala xwe hewl didin. Gelo dikarin çavên wan bigirin?
 
Rastî bincil kirin
 
Ev fetwaya ku ku dibêje nûçeyên derew çêbikin, ji saziyeke bilind a çapemeniyê tê.  Di vê rewşê de bi rastî gel neçarî vê ye? Ji bo çapemeniyekê peywira herî bi ahlaq çi ye? Divê ev pirs bê pirsîn. Ya ahlaqî veşartine gelo? An jî bi awayekî herî zelal şîrove ji gel re hiştin e? Ji xwe ji destpêkê de ye rexne tên kirin ku pêvajoya pandemiyê zelal nehatiye meşandin. Xebatkarên tenduristiyê û rêxistinên tenduristiyê her carê vê tînin ziman.  Bi çapemeniyê meşandina pevajoyê ancax bi aqilê deshtilatdariyê dikaribû pêk bihata. Bi çapemeniyê çarçoveyek ku her tişt bi rêk û pêk tê kirin xêz kirin û rastî bincil kirin.  Bi gotina ‘bijî desthilatdarî, desthilatdariya herî mezin, pêvajo pir baş derbas bû’ tenê civak xapandin. Bi rastî her tişt bi rêk û pêk hatiye kirin gelo?
 
Weşan bi hesasiyetên mezin tên serwîskirin
 
RTUK’ê tam di pêvajoya girtinê de talîmatek din da. Ez dixwazim li ser vê jî bisekinim. Ji bo pêvajoya girtina tam ya navbera 29’ê nîsan û 17’ê Gulanê talîmatek şand çapemeniyê. Hat gotin ku weşan bi hesasiyetek mezin bikevin dewerê û nûçeyên vîrusê bi baldariyek mezin bên dayîn. Bêguman RTUK’ê azadiya fikr û ramanê tune hesibandiye û çapemenî girtiye bin tekela xwe.Gelo toreke çapemeniya pir baş heye û em nabînin? Hemû bername ji bo RTUKê ne.  Weşanên li gorî xwe pêşkêşî girseyan dikin.
 
Divê nifşê nû bi vê çapemeniyê mezin nebe
 
RTÛK û çapemenî ji aqilê desthilatdairyê re xizmetê dike. Ji ber naxwaze civak bifikirin. Girse ji bo desthilatdariyê bûne girseyên bi xeter. Ji ber vê jî divê li dijî vê çapemeniyê helwest bê nîşandan.  Divê ev nifş bi vê çapemeniyê mezin nebe.  Berovajî vê em ê bi nifşekî ku nafikire, rizyaye re bên rû hev.
 
Ji ber vê jî pêşniyara min eve; kumandeya destê xwe deynin û pirtûkekê bigirin destê xwe.