Li dijî medyaya yekperest nêrîna parastina nirxên hunerî: Hinek Henek

  • 09:03 2 Gulan 2021
  • Medya Kritîk
 
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameya skêcê ya Hinek Henek a li ser ekranên Stêrk TV'yê tê weşandin li dijî feraseta tunehesibandinê ya medyaya hawiz a li dijî kurdan wekî alava dezenformasyonê tê bikaranîn bi zimanê kurdî têkildarî êriş û polîtîkayên asîmîlasyonê bi naveroka xwe ya qerfî peyamên civakî dide. Li dijî qalibên medyaya yekperest a ji hunera nirxekî girîng ê civakê ye dûr û hedef dike birdoziya xwe tenê, di binhişiya civakê de bi cih bike, di heman demê de li berxwe dide. 
 
Lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê yên bi tayinkirina qeyyûm ji kar hatin avêtin, Teatra Jiyana Nû, Tiyatro Mencel û Şanoya Hêvî bernameyên skêcê yên li ser televizyonê tên weşandin, amade dikin. Ev ji bo televizyonên kurdî jî yekem e. Temaşevan jî dikarin skêcan binivîsin. Ev ji bo teşwîqkirina zimanê kurdî jî girîng e. Di demeke bi sedemên belasebe şanoyên kurdî tên qedexekirin de hewildana şanogerên kurd a bi vî hawî li dijî medyaya faşîst, yekperest, înkarê dike û nirx, hesasiyet, jiyana civakê tune dihesibîne bersivek e. 
 
Ji bo parastina nasnameyê medya girîg e
 
Bi pêşveçûyina teknolojiya dijîtal medya bû xwediyê bandoreke bi hêz û ev yek di heman demê de bandoreke xurt li ser çand, ziman, huner, binhişî, aborî, siyaset, derûnî û jiyana mirovan dike. Di warê pêdiviya agahî û nûçeyên rast de rola medyayê gelekî girîng e. Medyaya toreke hevpar a cîhanê ye û li ser girseyên mezin bandorê dike di heman demê de di warê parastina nasnameyê de jî xwediyê cihekî taybet e. Bi taybet ji bo gelê kurd ê di her qadê de têkoşîna nasnameyê dide xwediyê taybetmediyeke cuda ye. Bernameya skêcê Hinek Henek a ku li ser van esasan derketiye ser rê ji aliyê rast, ji bo dewamiya ziman, çand û hunerê ya ji perçeyên nasnameya gelê kurd in kedeke cuda dide. Hinek Henek di heman demê de li dijî medyaya di bin destên sîstema yekperest de ye û polîtikayên teqlîtê, lîncê esas digire wekî alternatîfekê ye. Hinek Hinek balê dikşîne ser zextên li ser zimanê kurdî, bandora çanda popîlîst a li ser helbesta kurdî. Di heman demê de balê dikşîne ser rojên mîna Newrozê yên sembola têkoşîna gelê kurd. Ji aliyekî de jî manîpîlasyonên medyaya yekperest ên li ser hinek rojevan tên domandin, teşhîr dike.  
 
Rastiya polîtîkayên yekzimanî tê nîşandan
 
Gihaştina girseyeke mezin a bi rêya Hinek Henek a di serdemeke êrişên mezin li ser ziman û nasnameya gelê kurd tê kirin, gelekî bi wate ye. Bi rêya skecan balkişandina ser polîtikayên asîmîlasyonê ya bi rêya ziman pêk tên û girîngiya zimanê dayikê hêjayî pesindayinê ye. Di skeceke Hineke Henek a Banka û Ziman de ji xizmetên muşteriyan jinek digere û li dijî mêrê bi kurdî diaxive bi israr bi tirkî diaxive û dixwaze ew mêr bibêje 'erê'. Ev jî rastiya polîtikayên yekzimanî ya ji ser saziyan bi salan e pêk tê radixîne pêş çavan. Bikaranîna biwêj û pêşgotinên bingeha dewlemendiya zimanê kurdî ne hafizaya mirovan zindî dihêlin. Di bernameya sersalê de jî kilamên çand û wêjeya devkî yên dengbêjiyê dihatin gotin. Ev yek jî li dijî medyaya serî ji yekperestiyê re ditewîne û ji bo zimanê kurdî dixwaze fikra "zimanê nayê zanîn" di bin hişê mirovan de bi cih bike, wekî peyamekê ye. 
 
Balkişandina ser helbestê
 
Li dijî helwesta medyaya yekperest a bi manîpîlasyonan dixwaza hunerê ji xwezaya xwe dûr bixe û dibe sedema travmayên civakî Hinek Henek balê dikşîne ser girîngiya helbestê ya ji bo civakê. Bi xwendina helbestê ya hunermendên navdar bandoreke erênî di warê hezkirina helbestê de li ser civakê çêdibe. Di bernameya Hinek Henek de ev yek jî pêk hat. Di skêceke din de jî bandora çanda popîlîst a neyînî ya li ser helbest û civakê hat ravekirin. Ji bo berê civakê bi hunerê ve be zêdekirina skecên bi vî rengî girîng in. 
 
Cejna Newrozê ya ji bo gelê kurd sembola serhildana civakî ye û xwediyê girîgingiyeke dîrokî ye jî bû mijara bernameya skêcê ya Hinek Henek. Ev ji bo têkoşîna azadiyê ya rihê yekîtiyê zindî dike di mejiyê civakê de dîsa zindî bê hiştin gaveke girîng û taybet e. Her wiha kincên gelêrî jî di jiyana kurdan de xwediyê wateyekê ye. Di bernameyê de lixwekirina kincên kurdî û lêdana erbaneya ji bo kurdan xwediyê dîrokeke kûr e bingeha zindîkirina hafizeya civakî ye. 
 
Li hember medyaya hawiz a veguheriye makîneya derewan û alava konsepta şer a topyekun û di heman demê de nirxên wekî hunerê yên civakî tune dihesibîne û xwe wiha xwedî dike, Hinek Henek dibe deng û wicdanê civakê. Ev ji bo parastina mîsyona rast a medyayê jî bi qîmet e. Tevgera bi feraseta ehlaqê ji derew, tunehesibandin, veşartinê dûr ji ber zextan çiqas zehmet be jî ewqas dide qezenckirin. Mirov dema li dijî feraseta medyaya mêtinger bibe medyaya yên neheqî li wan tên kirin û tên çewisandin wê demê dê qezenc bike.