Bi gotinên cuda heman uslup

  • 09:02 11 Nîsan 2021
  • Medya Kritîk
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nûçeyên di çapemeniyê de cih digirin de, mirov wisa fêrî zimanê ku tê bikaranîn bûne ku,dema uslubek tê rexnekirin, nayê zanîn ka di ferqa usluba xwe de ye an na. Lê em bi çapemeniyeke ku wî zimanî erênî dike binirxîne re rû bi rû ne. Lê em dîsa jî bibêjin rexne…
 
Çapemenî hema hema di her dema jiyanê de heye. Di roja me ya îro de bi rêbaz û teknîkên cuda di guherîna nêrînan de rola xwe dilîze. Di çapemeniya dîtbarî, civakî û nivîskî de heta îro me çi dît, em çi fêr bûn? Gelek tiştên divê bên lêpirsînkirin hene. Yek ji van jî ziman yanî usluba ku tê bikaranîn e. Ji siyasetmedar heta hunermend, ji rêveberên kuluba spoarê heta rêzefîlman zimanê tê bikaranîn, di çapemeniyê de cih girtina wê û bandorê li ser zimanê çapemeniya civakî jî dike.
 
Bi TDK’ê parastin
 
Di mijara uslubê de, di avabûna zimanê nefret, newekhevî û zayendperstiyê de zimanê herî bi bandor aîdê siyasetmedaran e. Der barê geşedanên rojane de li her malê di saetê êvarê de di nûçeyên tên waşnain de ewil gotinên siyasetmedaran cih digirin. Ev ji têr nake siyasetmedar zimanê bi kar tînin bi wateyên di  Saziya Zimanê Tirkî (TDK) diparêzin. Bi saya siyasetmedaran gotinên li lîteraturê tên zêdekirin jî tiştekî din e.
 
Hesabên reytîngê û jinedîtîve hatin
 
Ev zimanê ku di zêdebûna pêşdaraz, neferet û zayendpestiyê de bi bandor e, di her saeta rojê de di çapemeniyê de tê dîtin. Rexneyên li dijî vê rewşê jî bi tena serê xwe dibin pirsgirêk, di çapemeniyê de jî ji ber hesabên reytîngê tu kes vê naxwaze bibîne.
 
Çapemeniya ku divê ziman baş bi kar bîne û bibe mînak, zimanê wê yê heqeret û tehdîdê bandorê li ser têkiliyên civakî dike.
 
Ji bo rexneyan bersiv
 
Ger em mînakê bidin, Parlamentera AKP’ê ya Mersînê Gul Yilmaz di 8’ê Nîsanê de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de di hevdîtinên ‘Lêkolîna Arşîv û Lêpirsîna Ewlehiyê’ de di axaftina ku kiribû de zimanê heqaretê bi kar anîbû û gotibû, "Me bi ço Şaredariya Akdenizê bi dest xist û em ê ya Bajarê me zin jî darê zarok bi dest bixin." Li hemberî zimanê wekîla AKP'ê Hasan Onal ê CHP'yî jî rexneya xwe bi vî awayî gotibû, " Di bedêla ku bi darê zorê bi van karan mijûl dibe bila bi pêşeroja Mêrsînê mijûl bibe baştir e." Li dijî rexneyênli hember uslubê TDK’ got wateya ‘kanirta kanirta’ ‘Bi zor, lê zorkirin’ e. zimanê siyasetmedaran jî di çapemeniyê de bi berfirehî cih digire û fikara ku ev îfade rê li ber çi vedikin heye.
 
Ji ber vê jî mirov ji ku derê rexneya uslubê bigirin, di destê mriovan de dimînin. Li şûna pêşî girtina jirêderketina ziman, bi gotinên nû manşet tê avêtin û divê bal bêkişandin ser terza çapemeniyê.
 
Mixabin zimanê di çapemeniya civakî de tê bikaranîn jî bandorê li ser her kesî dike. Zimanê di çapemeniya civakî de tê bikaranîn jî tenê wek mirovan nerehet dike tê dîtin û ji bilî vê tiştek nayê kirin.
 
Di guherîna di ziman de tê jiyîn de, bandora çapemenî û usluba tê de tê bikaranîn wê hîna bi salan bê axaftin.