Medyaya guh neda daxwaza 'azadiyê' di polê de ma

  • 11:38 28 Adar 2021
  • Medya Kritîk
Ayşe Gunay
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya îqtîdarê û medyaya xwe wekî muxalîf dibîne ku nexwestin Newroza 2021'ê ya cihê xwe di dîrokê de girt bibînin, gelo wê li hemberî daxwaza azadiyê ku roj bi roj zêde dibe çiqasî bikaribin xwe rabigirin. 
 
Neworza ku li gelek navenda hat pîrozkirin û bi milyonan kes tevli bûn, ji ber tevlibûna girseyî û peyamên ku li qadan hatin dayîn diyar e ku wê demek dirêj di rojevê de bimîne. Di Newrozê de ji Stenbolê bigigir heta Amedê, Wan û Îzmîrê li gelek qadan dawaza demokrasî û azadiyê hat kirin. 
 
Ezmûna çapemeniya 'muxalîf' a demokrasiyê
 
Li gel dawaza bi milyonan kesî ya li dijî tecrîdê azadî, gelek ogranên medyaya îqtîdarê li dijî vê bangê bêdng man û nexewstin vê daxwaza di cih de ya bi milyonan kesî bibînin. Medya îqtîdarê û hin rojnameyên ku xwe muxalîf dibînin jî dema ku mijar dibe daxwazên Gelê Kurd wekî di siyasetê de tên gel hev û dibin yek. Rojnameya Cumhuriyet ku yek ji van rojnameyên 'muxalîf e' wê jî wekî rojnameya Sabah, Mîllîyet û Turkiyeyê bû rojnameya ku Newroz nedît. Cumhuriyet a ku bi demokrasiyê tê ezmûnkirin careke din di polê de ma.  
 
Hin organên medyayê ku xwestin bibînin lê nizanibûn wê ji ku ve bigirin dest jî hebûn û rewşa wan xirbatir bû.
Rojnameya Huriyet û DHA'yê jî ji bo ku reş bikin kesên hatin binçavkirin kirin nûçe û xwestin ku bibêjin ger ku binçavkirin hebin sûc jî he û di bin sernavê "Di Newrozê de portreya Ocalan" her çend ku xwest mijarê bi awayekî din vebêje jî nikaribû peyama gel a bingehîn ku azadiya fîzîkî a Abdullah Ocalan bû ji nedîtî ve bê. 
 
Rojnameya Bîrgun ku ew jî di navbera dan û nedanê de ma bi sernavê "Çoşa Newrozê: Em ê vê dorpêçê belav bikin' di rûpelê xwe yê yekemîn de bi cihekî biçûk ku jê re veqetandibû da.
 
Daxwazên gel di manşetên çapemeniya azad de  
 
Rojnameya Evrensel û Yenî Yaşam bûn du rojnameyên ku Newroz kirin manşetên xwe. Evrenselê bi manşeta "Îradeya gel nayê desteserkirin" hat weşandin, Yenî Yaşamê jî bal kişand ser daxwaza gel a azadiyê û got bi manşeta "Newroza Azadiyê" coşa newrozê kir mijara xwe ya sereke. 
 
Di sedsala 21'emîn ku wekî sedsala berxwedêran tê pênasekirin, organên weşanê ku wê binin parçeyek ji vê berxwedanê jî wê her hebin. Wekî ku helbestkar dibêje, "Wê  rojekê qesir û û îqtîdar bên xwarê û xwîn bisekine, zilm bi dawî bibe" wê roja ku wê tenê berxwedêr bimînin, wê ji çapemeniya ku di emrê îqtîdarê de ye jî tu tiştek nemîne."