Di serhildana jinê de li dijî çapemeniya mêr çapemeniya azad

  • 09:05 14 Adar 2021
  • Medya Kritîk
Zuhal Altan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Me 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li pey xwe hişt. Jinên ku serhildan daxistin kolanan, li her çar alî welat li qadan li dijî rolên newekheviya zayenda civakî ku tên ferzkirin, îtîrazên xwe bilind kirin, dengê xwe bilind kirin.
 
Ji Wanê heta Amedê, ji Stenbolê heta Semsûnê, ji Êlihê heta Enqereyê jinan li her derê bi dirûşme, dowîzên xwe nîşan dan ku li dijî serdestiya mêr serî natewînin. Jinên ji reng û fikrên cuda ku qad tije kirin, serhildana wan yek, têkoşîna wan hevpar, şîara wan azadî bû.
Jinan îtîrazî, daraza alîgirê mêrên gumanbar, Kod 29 ku jinan ji kar davêje û mecbûrî mêran dike, bi kelepça elektronîk hepskirina malê, kirin. Jinên di hemû çapemeniya cîhanê de deng dan, serhildana wan ji aliyê çapemeniya alîgirt a Tirkiyeyê ve wek her car wek nirxa nûçeyê jî nehat dîtin. Berovajî vê der barê şîdeta li ser jinan de daxuyaniyên absurt ji aliyê AKP’iyan ve hat kirin û AKP’ê derxistin televîzyonan û îtîrazên jinan ji nedîtîve hatin.
 
Manşetên rojnameyan em matmayî nehiştin
 
Rojek piştî 8’ê Adarê yanî di 9’ê Adarê de me li manşetên rojnameyan mêze kir ku çawa cih dane çalakiyên jinan lê dîsa jî em matmayî neman. Alîgirên desthilatdariyê û hinek çapemeniyên ku îdia dikin ku muxalîf in, xuyaye ku ji dengê jinan nerehet bûne ku di kareyek biçûk de jî cih nedanê.
 
Rojnameya Akşamê bi zimanê xwe yê şoven, global û zayendperest bi manşeta ‘Jina Tirk di lîga îcatê de di lûtkeyê de ye’ nûçe çêkiribû, Rojnameya Sozcu ya îdia dike dijberê AKP’ê ye jî balkişand ser peymana 8’ê Adarê ya şaredarê bajarê mezin yê Stenbolê Ekrem Îmramoglu. Di bin navê ‘rojnamegeriyê de’ bû mînaka rojnamegeriya sansasyonel.
 
Yên çavên xwe negirtin jî hebûn
 
Başe ku Rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û Bîr Gun li dijî serhildana jinan çavên xwe negirt. Yenî Yaşam manşeta ‘Serhildana me bo azadiya me’, Bîr Gunê ‘Bişkîne zincîran ev serhildan ya me ye’, Evrensel ‘Ji kargeriyan ber bi kolanan, jin li her derê ne’ 8’ê Adarê derxistin pêş.
 
Reutersê sernavê ‘Jin li Stenbolê bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanê meşiyan’ avêt; Guardîn bi sernavê ‘Meşa şevê ya dihat plankirin li Qada Taksîmê ya Stenbolê pêk bê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Kom li şûna vê ji Taksîmê meşiyan Karakoyê’ wêneyek serwîs kirin.
 
Medya di mêrtiyê de dibin hevkar
 
Çapemeniya ku îdia dike muxalîf e û çapemeniya alîgir dema mijar dibe têkoşîna jinan di mêriyetê de dibin hevkar. Bêguman em ne biyaniyên zimanê pornografîk yê heman çapemeniyê jî ne. Bi manşetên wekê ‘cînayeta evînê’, ‘cînet derbas kir kuşt’ ku kuştinên jinan romantîze dikin û rewa dikin, bêguman li alî serhildan têkoşîna jinan cih negirtin û li alî xespkirina mafê jinan cih girtin.
 
Di 8’ê Adarê de jinên rojnameger jî yên xebatkar ku hatin girtin hebûn
 
Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamegera serbest Nazan Sala ku têkoşîna jinê dinivîsin, dengê jinan didan bihîstin, li girtîgehê 8’ê Adarê pêşwazî kirin. Rojnamegerên jin ku rastî ji rayagiştî veneşartin bedela wê di nav çar dîwaran de didin. Dîsa rojnamegerên jin ku nûçe, wêneyên ku di 8’ê Adarê de çêkirin jî ji aliyê hevpîşeyên xwe yên mêr ve nehatin dîtin.
 
Jinên têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê didin, hûn dengê wan nebihîzin jî li ser çapemeniya civakî faacebook, twîtter û yotubê dengê xwe didin bihîstin. Şîrketên we yên mezin yên çapemeniyê, televîzyonên we serhildanê nebînin jî,em li vir in, natirsin.
 
Dem dema ku jin dîroka xwe binivîsîne. Em nivîsa xwe bi gotinên nivîskara femînîst a Misirî bi dawî bikin: “Ji min re gotin tu jinek bi xeterî. Ez rastiyan dibêjim. Rastî bi xeter in.”