Ji 8'ê Adarê re rojek ma

  • 12:05 7 Adar 2021
  • Medya Kritîk
 
Gulîstan Azak
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî reklamên 8'ê Adarê ku dibêjin jin azad bûne...
 
Jinan xebatên xwe qedandin û ji bo 8'ê Adarê amade ne. Pankartên xwe amade kirin û belavokên xwe belav kirine. Jin bang li xuşkên xwe dikin ku dakevin qadan...Jin ji bo jiyaneke bê tundî û ji bo karekî bi ewle li qadan e. Wê jin di vê 8'ê Adarê de jî ji fabrîkayan, zeviyan û ji plazayan doza mafên xwe bikin. 8'ê Adarê tenê ji aliyê jinên kedkar ve nayê pîrozkirin. Xwedî sermiyan jî wekî ne ew in ên pêvajoya panemiyê ji xwe re kirin firsend û jinên endamên sendîkayan bi kod 29, ji kar derxistine di vê pêvajoya 8'ê Adarê de bi reklamên xwe bang li jinan dikin...
 
Fîlmên reklaman  ji pirsgirêkên jinan wêdetir markayan derdixin pêş û jinan jî wekî parçeyekî sermiyan û markayê pênase dikin. Di vegotinên reklaman de kirdeyên jin ên ku wekî kes têdikoşin bi hêz nîşan didin û jî ji bo ku pêşdaraziyan têk bibin dixwazin feminîzmê derxînin pêş. Em vê rastiyê dikarin di reklamên şîrketan ên piştî 8'ê Adarê de ku jinan wekî meta nîşan didin de jî bibînin. 
 
Reklama 8'ê Aadarê ya Darenelê 
 
Yek ji avan reklamên ku pê rolên civakî bi derbêre tên guhertin û jin hatine azadkirin jî reklama 8'ê Adarê ya Dardenelê ye. Di reklama 8'ê Adarê ya Dardenelê de ku tê gotin, "Jinan Dardanel derxistiye pêş" jî tê gotin ku ji 2 hezar  û 217 xebatkarên Dardenelê hezar û 485 xebatkarên wê jinin. Lê jinên ku li Dardenelê dixebitin bi roprtaja ku dane Evrenselê vê derewa wan teşîr dikin.   
 
"Li cihê kar derûniya me xira dibe, em nikarin bîhnê bidin û bistînin, çûn û hatina me ya avrêjê jî dibe pirsgirêk. Çavên rêvebiran her li ser me ye. Em seaetên zêde dixebitin. Em hin rojan 12-14 saetan dixebitin. Di bin navê xebata zêde ya mecbûrî em herî kêm rojê 12 saetan dixebitin...Em îtîrazeke biçûk jî nikarin bikin. Çêr û heqaret li me tê kirin."
 
Bila reklama Dardenelê ku jinan azad dike li vir bimîne, em hinekî jî bahsa rastiyan bikin.  Di sala 2020'î de li gorî Endeksa Cudakariya ji ber Zayendê, Tirkiye di nav 153 welatan de di rêza 130'emîn de ye.  Ev tê wateya ku Tirkiye piştî welatên paşveru yên wekî Îran, Pakistan, Erebistana Siûdiyê, welatên wekî Malî Togo û Gambia yên Afrîkayê ku li paş mane di warê wekheviya zayendî de li paş maye ye.  
 
Ji 8'ê Aadarê re rojek ma...Niha di dema ku ez van dinivîsim ez ji nûçeyên binçavkirinê ku dikevin ajansê û wateyê nadim wan aciz im...