Rêhevala Gurbetelliyê: Eren Keskîn

  • 11:57 21 Sibat 2021
  • Medya Kritîk
Gulcan Derelî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çîroka Eren Kesîkîn hinekî jî çîroka Çapemeniya Azad e.  Dema ku di salên 90'î di demên tarî de gund dihatin şwitandin û kuştinên kiryarên wan  "nediyar" dişopandin, rêya wê her derdiket Çapemeniya Azad. Ji ber ku kesên li heqîqetê digerin her li hev rast tên û ev ne rasthatineke ji rêzê ye. 
 
Rêhevala Gerînendaya Weşanê ya yekemîn a jin Gurbet Elîlî Ersoz a xweşik û wêrek, rêhevala zanayê Kurd Musa Anter, dosta Çapemeniya Azad, Eren Keskîn. Rêya wê di heman demê de rêya Çapemeniya Azad jî bû. Rêyên digihîştin hev qet ji hev neqetiyan... Fenerên rojên tarî Musa Anter, Gurbetellî, Huseyîn Denîz, Ferhat Tepe û gelek şehîdên çapemeniyê yên din wekî emanetên xwe dît. Jineke wêrek û miroveke xweşik. Jineke xwedî sekna bi rûmet ku me hemûyan xweziya xwe pê tanî. 
 
Li DGM'ê hat darizandin
 
Çîroka Eren Keskîn wekî ku min got di heman demê de çîrok Çapemeniya azad e. Dema ku di salên 90'î di demên tarî de gund dihatin şwitandin û kuştinên kiryarên wan  "nediyar" dişopandin, rêya wê her derdiket Çapemeniya Azad. Ji ber ku kesên li heqîqetê digerin her li hev rast tên û ev ne rasthatineke ji rêzê ye. 
 
Eren Keskîn hîna ku jineke ciwan a parêzer bû ji ber di nviskeke xwe ya di 26'ê Adara 1995'an de ku di Rojnameya Ozgur Gundemê de hat weşandin û navê Kurdistan tê re derbas bibû li Stenbolê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin 30 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.  Hat girtin û di girtîgehê de ma lê cezayê lê hat birîn ew ji têkoşîna wê ya heqetê neqetand. Jiyana Eren Keskîn bi şopandinin û belgekirin dozên valakirina gundan, kuştinên bê daraz, kuştinên kiryarên wan ne diyar û parastina kesên ji ber polîtkayên dewleta tarî mexdûrên dederbas bû, derbas dibe.  Hûn berê xwe bidin ku hûnê Erenê bibînin. Li kîderê binpêkirina mafan hebe hûnê li dijî wê Eren Keskîn bibînin.  
 
Li dijî hemû binpêkirinan li qada ye
 
Di salvegara bomekirina Rojnameya Ozgur Gundemê de, di çalakiyên Dayikên Aştiyê de, li gel xwendekarên hatin binçavkirin, li gel zarokên destdirêjî li wan hat kirin, li gel jinên li dijî tundiya mêr têdikoşin û li gel welatiyên dewletê ew îşkence kirine û hemû kesên ku zext li wan hatine kirin her Eren Keskîn hebû, niha jî ew heye. Mamoste Eren yek ji kesên bijarte ku hemû jiyana xwe fedayî têkoşîna li dijî binpêkirina mafên mirovna kirye ye. Lê ew ji parvekirina êşa xwe jî şerm dike. Di demek nêz de dayika wê jiyana xwe ji dest da, dema ku em jî ji bo sersaxiyê çûn ÎHD'ê gelek kes ji bo sersaxiyê jê re bixwaze hatibûn. Kek ku dawiya wan jiyana xwe ji dest bide çiqas dikarin bi hêz bin. Lê Erenê bi hêz disekinî. Erenê ji kesên li gel xwe re digot,"Li gel êşa we ez şerm dikim ku bahsa êşa xwe bikin. Lê gel êşa we ya min pir biçûk dimîne..."
 
Jiyaneke di oxira heqîqetê de
 
Jineke wiha ye Eren Keskîn, bi salan tundîya dewletê dîtiye. Fenerên Çapemeniya Azad bûn dostên wê yên herî nêz. Dema ku hêzên tarî ew kes ji nav me girtin, girêdana Eren Keskîn bi Çapemeniya Azad re xurt tir bû.  Bi caran ji bo ku bi heman eqûbetê wê jî ji nav me bigiin hewl dan.  Lê bersiva Erenê di vî warê de jî bû ku xwe ji bo Çapemeniya Azad bike mertal .Ew bi dilê xwe yê mezin wekî kelehekê sekinî. Niha jî dixwazin ku vê mirova bi hêz û wêrek bê zar bikin .Derbarê Erenê de ji sedî zêdetir doz hatine vekirin, ji aliyê Medyaya alîgir ve hedef hat nîşandan û bi çekê êrîşî wê kirin, lê wê qet dest ji têkoşîna xwe berneda.  Ji ber vê heqîqeta erenê ye ku ceza li ser ceza lê tê birîn.  Herî dawî di doza ku bi dildarî ji bo Ozgur Gundemê Hevgerînendetiya Weşanê kiribû de 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.  Cezayê pere ku lê hatiye birîn 431 hezar û 912 TL. ye. Mecbûr ma ku ji van cezayan 184 hezra TL bide. Ger ku nedana wê bihat girtin. Gelek dozên wê jî li dadgeha bilind û li Dadgehên Ediyê yên herêman li benda lêkolînê ne. Eren dema xwe herî zêde li van korîdorên edliyê derbas dike. 
 
Belgeya bêhiqûqî yê
 
Hevseroka ÎHDP'ê Eren Keskîn, li ser hesabê xwe yê Twîterê di daxuyaniya da de wiha got, "Kesên tehdît dikin bila dilê we rehet be kesên ku min tehdît dikin. Min tundî li kesekî nekiriye, heqeret nekiri û xirabî nekiriye. Ez tenê ji kesên dewletê rêve dibin cuda difikirim û ji ber vê têm cezakirin. Cezayê min 26 sal e dilê wê rehet bû?" 
 
Herkesî bertek nîşan da
 
Gelek kesî li ser medya civakî li dijî cezayê li Eren Keskîn hat birîn bertek nîşan da û gotin, "Em li gel Eren Keskîn in. Heta bi zarokan bertek nîşan da. "