‘Wê gavek din behr har bibe’ û bahoz rabe

  • 09:06 7 Sibat 2021
  • Medya Kritîk
Reyhan Hacioglu
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrok 7’ê Sibata 2016’an. Wê gavek din TRT bi nivîsa ‘li Cizîrê di bodrumekê de 60 terorîst bê bandor hatin hiştin’ nûçeya deqeya dawî, serwîs bike. Û piştî demek din wê nûçe rabe, lê di heman saetan de di çapemeniya kurd û piştre di raporan de jî derkeve holê ku ji sedî 100 zêdetir mirov bi zindî hatine şewitandin..
 
Û çend meh şûnde parêzvana mafê mirovan doktor (Şebnem Korur Fîncanci) wê li wan bodruman çengeyek ku aydê zarokekî ye bibîne, dayikek jî berçavkê kurê xwe û dayikek din jî şopa kurê xwe li dîwaran bibîne. Bêguman di şertên îro de her nûçeya çapemeniyê ‘krîtîkek’ cuda pêwist dibîne. Lê hinek nûçeyên ku wek di salên borî de hatine derbas kirin û ew dem, divê bê dubarekirin û tiştên wê demê hatine jiyîn li ber çavan bên derbas kirin.
 
Di navbera 2015-2016’an de li gelek bajar û navçeyan qedexe hat destpêkirin û piştre jî pevçûnan lê dest pê kir. Ji bo me rojnamegeran jî pêvajoyeke ne hêsan bû û çêkirina nûçeyan gelek zehmet bû. Windahiyên dihatin jiyîn, wêneyên her roj dihatin serwîskirin û sûcê şer yê dihat jiyîn, bandorek mezin li ser me dikir û ji nûçeyê wêdetir hestek cuda dihat jiyîn. Ev rewş dikare hîn dirêjtir bê axaftin, wek ‘bodrumên hovîtiyê’…
 
Îro çapemeniya ku di asta hêza yekemîn de ye her tim rastî hedefa desthilatdariyê tê, lê hele ku çapemeniya kurd bibe mijar ev rewş vediguhere rastiyeke girantir. Wê pêvajoyê de çapemeniyên muxalîf û saziyên dost, li dijî wê çavsoriyê, pêvajoyeke ‘lê, feqet’ şopandin. Çapemeniya kurd raste rast qad radigîhand; gelek manşetên wek ‘Sur tê bombebarankirin’, ‘li Cizîrê cenaze tên teşhîrkirin’, ‘li Gever xanî ji bo reytîngan tê bombebarankirin’ avêtin.
 
Bêguman ji ber nokteya em lê ne, em aliyekî bê alî û xurt in. Ev jî bi xwe re nêrînek cuda û sekneke xurt a bi lez, hewcedar dike. Şerên sedsala 21’ê êdî li qadan li ser maseyan tên kontrolkirin, rol û mîsyona çapemeniyê jî girîngiya xwe nîşan dide. Bi qasî rastiya di nûçeyekê de bê guman peyam jî girîng e.
 
Îro em nûçeyên derbarê jinan de, nîqaşên derbarê rakirina Peymana Stenbolê de, hedefa zanîngehên jinan, daxuyaniyên ji ser zayend û nasnameyê yên der barê çalakiyên Bogazîçî de û terorîzekirina piştevaniya ku civak hewce pê dibîne, baş dizanin ku tên çi wateyê. Ji ber vê jî divê hîn bêtir baldar tevgerîn hebe.
 
Gramscî di mijara ziman de yek ji akademîsyenên ku xebatên gelek girîng pêk aniye û di têgeha ronakbîriyê de dibêje ‘em ronakbîrên xwe negihînin, wê ‘ronakbîrê’ pergalê cîhanek ne pêkane pêşkêş bike’. Ji ber vê em dikarin bêjin ku rewşa îro pir baş vedibêje. Ger em li hember tiştên pê bawer dikin nûçeyên xurt çênekin û li hember vê xurt nesekinin, em ê hinek tiştan bi destê xwe teslîmê desthilatdariyê bikin. Ji ber vê jî dem hatiye ku divê em kêmasiyên xwe bibînin. Yanî divê em rojnamegerên xwe bigihînin.
 
Di vî alî de mîsyoneke ku cihê wê tu car nayê tijekirin ya çapemeniya azad heye. Ji ber vê ya baş û ya xweş her tim pêkane. Bi hewldaneke hîn çalaktir, bêguman wê destkeftiya mîrateya 120 salan hîn zêdetir be. Di vî alî de meşandina têkoşîna HEQÎQET’ê, hele ku li vê erdnîgariya ku çapemenî wisa di bin zextê de ye. Hema hema her roj hevalên me tên girtin rastî binçavkirin û lêpirsînan tên. bêguman ev xebatan dide zorê lê heta yek kesek jî bimîne wê têkoşîn bidome.
 
Weşangeriya giştî ya îro di nokteyekê de dikare bê rexnekirin lê ev mînak tenê nîşan dide ku êdî her kes her tiştî dibîne.
 
Dayika min jineke ku xwendin û nivîsandin di temenê 50’î de fêr kiriye. Ji bernameyên siyasî hez dike û li gorî xwe ji şîrovekirinê hez dike, her çiqas ji bernameyên nav rojê hez bike jî. Wan rojan min dît ku kanalekê diguhere û dibêje ‘Çima?, pir şîroveyan dike, nûçe tune ku.. ez jê eciz bûme..”
 
Belê her kes her tiştî dibîne û dizane. Gelo derengmayîn heye? Pir zêde… Lê zimanê em bikar tînin, têgehên em bikar tînin, HEQÎQETA em nîşan didin xwedî hêza ku hemûyî dikare derbas bike ye.
 
Û ger ez vegerim serî, navîna straneke Ahmet Kaya;
 
‘Wê gavek din behr har bibe
 
Gavek din li ser pişta pêlan
 
Bayê li ser hev hol dibe
 
Dema wek tolgirtinê êrîşê ser dike’
 
Belê tam di van rojan de meşandina rojnamegeriyê hêz û îradeyek cuda hewcedar dike. Îro salvegera kesên li Cizîrê hatine qetilkirinê ye. Rojnamegerî vediguhere îşlikê ji agir, ger ku me jî heqîqeta ku peywira me ye, anîbe van rojanem di heman nokteyê de ne. Ji ber vê jî tiştên ku kanal, rojname, radyo û ajans dibêjin bêguman girîngin lê mîsyon û peywira me ya ku rastiyê nîşan dide jî heye, bawerim ya herî krîtîk jî ev e.