Çapemenî ji bo afirandina şîdetê hincetan digire

  • 09:02 3 Çile 2021
  • Medya Kritîk
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşkeşkirina nûçeyên derbarê kuştin û şîdeta li hemberî jinê de pirsên wekî “Te çima kuşt?" û “Tu çima bi şîdetê re rûbirû mayî?" tê kirin. Çapemenî pirsên xwe hincetên şîdetê diafirîne û şîdet û kuştinê meşrû dike. 
 
Em her roj nûçeyên derbarê kuştin, şîdet, taciz, tecawiz û êrîşan dixwînin an jî temaşe dikin. Di çapemeniya dîtbarî de nûçeyên derbarê şîdeta li hemberî jinê de her tim di rêza çar an jî pencan de tê dayîn. Di çapemeniya nivîskî de jî tenê heke jinek hatibe kuştin dikin nûçe. Bi kurtasî mirov dikare bêje "Dema jin tê kuştin" dibe nûçe. 
 
Nûçeyên ku derbarê şîdeta li hemberî jinê de tê çêkirin her tim hincetên şîdetê tên afirandin. Di çapemeniya nivîskî de ev hincet di manşetan de cih digire. Di çapemeniya dîtbarî de wiha ji mêran dipirsin "Te çima kuşt?", ji jinan "Hûn çima bi şîdetê re rûbi rû man" dipirsin. Ev pirs di eslê xwe de tê wateya afirandina hincetan. Di çapemeniya nivîskî de gotina faîl dibe manşet, wekî; “Mêrantiya min biçûk xist", “Min hesûdî kir û xeniqand", “Hişê min ji serê min çû" û hwd. Bi vê rêbazê faîlan re hincetan diafirînin û faîlan diparêz in. Ligel parastina faîlan jî nêrîna serdestiya mêr û zayendperestiyê di nava civakê de tên pêşxistin. Her wiha tehdîtên faîlan ên wekî "Min keça te kuşt û ez ê te jî bikujim" dibin manşet. Bi vî awayî şîdeta heyî tê meşrûkirin. 
 
Gelek mînakên bi vî rengî hene. Ev manşetên ku tên dayîn şîdeta mêran xurt dike û di nava civakê de jî normalîze dike. Her wiha rola zihniyeta serdest a mêr ya di nava civakê de derdixe pêş. Em dikarin du mînakan bidin; 
 
* Di 18'ê gulana 2019'an de Rojnameya Bariş a Kocaeliyê nûçeyek weşandi bû. Di nûçeyê de wiha hatibû gotin: "Li Kocaeliyê Ozgul Oturak ji ber ku gotina hevjînê xwe Cemal Oturak nekir û çû mala xizmên xwe, ji hêla Cemal Oturak ve bi darbeyên kêrê hat kuştin."
 
* Di 8'ê cotmeha 2020'an de di malpera nûçeyan a Sonkale Îzmîrê jî nûçeyek bi vî sernavê hat weşandin: “Li Îzmîrê jinek hat kuştin. Piştî çend saet şûnde dê doza hevberdanê encam bibûya...."
 
Di her du nûçeyan de xala herî balkêş jî wêneyên ku berê bi hev re kêşandibûn hatibû dayîn. Dîsa hinceta kuştinê li pêş bû û şîdet bi peyvên ku hatî nivîsin dihatin normalîzekirin. Raste rast di nûçeyên xwe de nabêjin "Mirinê heq kiri bû" lê feraseta xwe yekcar bi manşet û hûnandina nûçeyên dianîn ziman. Peyama xwe bi "veşartî" dinîn ziman. 
 
"Ez aboriya serbixwe dixwazim", "Ez dixwazim doza hevberdanê vekim" û "Ez dixwazim bijîm" ji hêla çapemeniyê ve wekî hinceta kuştinê tê nîşandan. 
 
Lê belê divê çapemenî ji bo wekheviya di navbera jin û mêran de, li dijî şîdet û kuştina jinê û cudakariya li hemberî jinê têkoşînek bide. Ji ber ku berpirsiyartiyek wê wisa heye.