Pêşbirka şîdet, popîlizim û mezaxkirinê

  • 09:04 27 Kanûn 2020
  • Medya Kritîk
Leyla Ayaz 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşbirkan di nava civakê de çanda şîdet, popîlizm û mezaxkirinê tê pêşxistin. Di pêşbirkan de ev çand bi kodên cuda di binhiş de tên bicihkirin û bi vî rengî şekl didin civakê.
 
Mirov dikare bi kijan derewan civakê li hemberî qeyrana aborî û siyasî bê deng bike? Bersiva wê yeke pir rehet e. Di pêvajoyên wisa de rêbaz û amûr her tim diyar in. Televîzyon dibin amûr û bernameyên televîzyonan jî dibin rêbaz. Ev tişt bi hostatî tên kirin û welatî ji rastiya heyî kêlî bi kêlî tên dûrxistin. Ji saetên bernameyan bigirin heta rojên weşanê tên plankirin. Tu dema te vala nayê hiştin. Dubare û sêbare, nasandina bernameyê, kurteçîroka roja borî li ser hev tên dayîn. Di navberên ku tên dayîn de jî ji bo temaşekirina bernameyan şîfre di binhişê mirovan de tên bicihkirin.
 
Em ê li ser bernameyeke pêşbirkê bisekinîn. Bi taybetî jî pêşbirka Masterchef ê ku li Tirkiyeyê tê temaşekirin. Di hêla pêşbirkan de TV8 serkêşiyê dike. Rol û mîsyonek çawa ji bo TV8 û bernameyên wê yên pêşbirkê hatine diyarkirin? Çi armanca wan pêşbirkan heye û gelo pêşbirk ji rêzê tên hilbijartin?
 
Bi mehan amadekariya wê pêşbirkê tê kirin. Her merhele hûr bi hûr tê organîzekirin. Studyo, aksesuar, amûrên mitbaxê, dîtbarî, deng, reng, kostum, reklam, nasandina bernameyê û hwd… Ev amadekarî belesebeb nayê kirin, ji bo çerxa sermayedaran bizivire û xizmetê bide çanda populizm û mezaxkirinê bi awayê taybet tên sazkirin. Kesên ku tevlî pêşbirkê dibin, pêşkeşiyê dikin û temaşe dikin di esasê xwe de parçeyek ji vê çerxê ne.
 
Ji bo reytîng bilind bibe û reklam zêde bibin jî pêdivî bi şowê heye… Têkildarê wê yekê divê format baş bê tespîtkirin û kesên ku tevlî pêşbirkê dibin jî baş bên hilbijartin. Format ne çêkirina xwarinê, ne hostatî û ne jî aşpêjî ye. Ji ber ku rol û misyona wan kesên ku hatine bijartin li pişt kamerayê hatiye zelalkirin, tenê erka wan ew e ku li pêş kamerayê amadekariyên hatine kirin pratîze bikin. Bi piranî kesên tevi pêşbirkê dibin jî ciwan in. Dema mirov axaftin, helwest, feraset û nêzîkatiya wan têmaşe û guhdar dike mirov asta civakê dikare bipîve. Li vir tenê armanc serkeftin an jî pereqezençkirin nîne, derketina li pêşberî kamerayê têra wan kesan dike. Ji ber ku li vir kî/kê şowê bike dê bikare tevlî pêşbirkek din jî bibe. Ji bo xwe rojevî bikin jî asta şowên xwe bilind dikin. Ji bo wan kesan popîlerbûyîn esas e.
 
Di pêşbirkê de jin nehatin jibîrkirin. Rol û misyona jinê ya ku di nava zayenda civakî de hatî zelalkirin li pêş kamerayan carek din ji civakê re dihat ragihandin. Her jina ku tevlî  pêşbîrkê dibe çîrokek wê ya mexdûriyetê heye. Çîrokên jinan tenê ji bo çend deqiqeyan hewce ne. Wekî din serpêhatiyên jinan ne ewqas girîng e. Biçûkxistin, qîrkirin, gotin, dijberîbûn û zayendperestî di pêşbirkê de di asta herî jor de ji bo şowê tê kirin. Ji xwe jin rojanê di nava civakê de bi wan nêzikatiyan re rûbirû dimînin lê bi pêşbirkê ev tişt wekî ji rêzê tên nîşandan û tên meşrûkirin.
 
Em hinek jî li kategoriya temaşevanan binêrin. Beşek temaşevanan dibêjin em tenê çêkirina xwarînê meraq dikin, beşek temaşevan dibêjin amûrên mitbaxê bala me dikêşîne û beşek jî dibêjin di kanalên din de tiştek nîne, em ji neçariyî temaşe dikin.  Welhasil bi awayekî ev pêşbirk tê têmaşekirin. Ev temaşekirin jî bi xwe re çanda mezaxkirinê pêşve dibe. Ji ber ku di pêşbirkê de her tişt bi kodekî di binhiş de tê bicihkirin. Cil û berg, malzemeyên xwarinê û amûrên mutbexê... Serê gotinê û binê gotinê, serê pêşbirkê heta dawiya pêşbirkê reklam... 
 
Ev bername wekî kudubare dubare weşandina wê têr nake li ser medyaya civakî jî tê weşandin. Li vir tabloyek derdikeve pêşberî me. Ferzkirineke giştî li hemberî civakê heye. Ji ber ku tişta di pêşbirkê de tê kirin rêbazeke şekldayîna civakê ye. Ji bo avakirina civakeke li gorî xwe ye.  Bernameyên wisa ji bo pergala serdestan nîmeta ku zû bi zû nayên dîtin e.