Televîzyona Jinan: Jin TV

  • 10:11 29 Mijdar 2020
  • Medya Kritîk
Nişmiye Güler
 
HABER MERKEZİ - Di quncika Medya Krîtîk ya vê hefteyê de em ê Jin TV'ya ku li dijî medyaya mêr derdikev û têkoşîna azadiyê pêşve dibe bigirin dest.
 
Ji ber vîrusa koronayê (Covîd-19) civak bi qedexeyên hatin îlankirin re li malan hatiye hepiskirin. Bi vê re tundiya li jinê û qirkirina jinan jî zêde bû ku ji vê rewşê medya û hikûmet jî perpirsiyar in. Di quncika xwe ya Medya Krîtîk de me vê hefteyê Jin TV'ya ku li dijî medyaya tundiyê ji rêzê dike, mafê gotinê nade jinan û dijberî wê jinan sûcdar dike tê dikoşe girt dest. 
 
Televîzyona jinan
 
Jin TV, di 8'ê Adara 2018'an de bi dirûşma "Dengê Jinê Ruyê Jiyanê" li Ewropayê dest bi weşanê kir. Jin TV wekî Nivîskara Feminîst Vîrgînîa Woolf dibêje "Odeyeke aîdê xwe" nîşan da ku divê jin li hemû qadên jiyanê cih bigirin. Jin TV'ya ku di weşana xwe de bakurê Kurdistan Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, Kurdistana Federal, rojhilatê Kurdistan û Tirkiye ji bo weşana xwe navend dibîne û Ji Ewropayê weşanê dike, wekî ji navê wê jî tê zanin TV'ya jina ye û hemû xebatkarên wê jin in. Jin TV ku ji roja dest bi weşanê kiriye xîtabî jinên tevahiya cîhanê dike di demeke kurt de bala her kesî kişand ser xwe. Jin TV li dijî medyaya mêr di hemû bernameyên xwe de jinan esas digire.     
 
Li dijî zayenparêziyk dertê
 
Jin TV'ya di 2'yê Mijdarê de dest bi weşana xwe ya nû kir, bi bernameyên xwe yên cûr bi cûr jî bala temaşevanan dikişîne ser xwe. Jin TV ji elolojiyê, heta bi bernameyên zarokan û ji siyastê heta bi aktîvîteyên çandê, bi zaravayên Kurdî, Erebî û Tirkî weşanê dike.  Televîzyona ku bi gelek zimanan weşanê dike armanca wê ya sereke ew e ku li dijî zayenparzizyê bibe navendek. 
 
Perwerdeya bi kurdî
 
Televîzyon herwiha li Kobanê jî ji bo zarokan li navenda Kobanê bernameyeke taybet çêdike. Televîzyon bi bernameya "Xalxalok" bi zarogotinî  ji zarokan re çîrokan dibêje û bi zarokên ku dike mêvanên xwe re sohbetê dike. Di televîzyonê de bi pêşkêşkirina Ayse Avesta perwerdeya Zimanê Kurdî jî tê dayîn.
 
Bi jineolojiyê li dirokê nêrtin
 
Bernameyên telvîzonê bi bernameyên ku me li jor bahsa wan kir ne sînordarin. Jineolojî jî mijareke cuda ya televîzyonê ye. Bi bernameyên ku bi bi zarvayên Kurdî; Soranî û Kurmancî û bi tirkî tên pêşkêşkirin jin ji bo li dîroka xwe xwedî derkevin û lêkolîn bikin tên hişyarkirin. Hewiha TV bi bernameya kurdî "Şifa Jin" dixwaze balê bikişîne ser bişîşkiya jinan a dîrokî. 
 
Dengê jinên Ereb e jî 
 
Televîzyon bi bernameyên Erebî ku çêdike ji bo bajarên ku ji DAÎŞ'ê bi parastina rewa hatin paqijkirin dixwaza ku jinan di warê siyaset, aborî û jiyanê de pêş bixe û wan tevli nava jiyanê bike.
 
Jin TV bi weşana xwe ya ku du sale berdewam dike,  di warê têkoşîna azadiya jinê û çapemeniya jinê de bûye sedema gelek pêşketinan û diyar e ku di demên pêş de jî wê vê van xebatên xwe berdewam bike.