Rola reklamên ku jinê di nava qalibekî de asê dihêle

  • 09:02 15 Mijdar 2020
  • Medya Kritîk
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya ku ji bo armancên takekesî bîne cih gelek caran jinan ji xwezaya xwe dûr dixîne bi rêya reklamên di sala 2020’î de jî hatine weşandin zayendperestiyê di binhişiya civakê de bi cih dike. 
 
Medya ji ber bandora xwe ya li ser civakê her hewil dide ku bala civakê bikşîne ser çanda xerckirinê û reklam jî ji bo vê armancê wekî alavekê tê bikaranînin. Bi saya reklaman tê xwestin li ser fikir û ramanên mirovan bandoreke kûr bê avakirin. Reklamên ku tenê li ser firotina berheman kûr dibin li ser esasên hinek kevneşopiyan, jinê dixin nava qalibekî û bi vê yekê tê xwestin jin bi vî awayî di binhişiya civakê de bi cih bibe. Di heman demê de rolên zayenda civakî jî li gor berjewendiyên takekesî bi teşe dike. 
 
Hinek reklamên ku rol û modelan pêşkêşî mêr û jinan dikin, xizmetê ji berjewendiyên civakê re nakin û tenê di binhişiya civakê de çanda xerckirinê bi cih dikin. Modelek jinê ya li gor hinek kevneşopiyan derdixin pêş. Bi taybet di reklamên deterjanên ji bo kinc û firaxan, ava firingiya, alavên malê de jin wekî alavekê tê bikaranîn. Bi vê yekê girêdayî mudaxaleyî civakê jî tê kirin. Hinek gotinên reklaman ên mîna 'Bi formula xwe ya paqejiyeke baş tercîha jinan','Ew ê êdî karê jinan hêsan be' tê xwestin binhişiya mirovan bê birêvebirin û cudakariyê têxin navbera rolên jin û mêr. 
 
Jin di reklaman de bêtir zewicî ne û li malê nûnertiyê dikin. Lê belê rola mêr a di nava civakê de ye. Mêr di reklaman de wekî fîgura otorîteyê tên nîşandan. Dengê wan û sekna wan ên di reklaman de hîn bandoreke êrênî li ser civakê dike. Ev yek jî gelek carî bi awayekî sîstematîk tê kirin. 
 
Di heman demê de di reklamên berhemên ji bo laşê mirovan de jî bêtir jin wekî objeyeke daxwazê derdikeve pêş. Li gor nêrîna mêr bedena jinê di reklaman de wekî alava bazarê tê pêşkeşkirin. Ev yek bi salan e tê kirin. Ew hewildana afirandina modela jinê ya li gor berjewendiyên takekesî û li ser esasên hinek qaliban di salên nodî de jî hebû. Ez dixwazin têkildarî vê yekê mînakeke reklamê ya di 1984'an de bidim. Di reklameke ava firingiya ya wê salê de jinek û mêrek dilîzin. Jina ku di reklamê de dilîze van gotinan dike; Ez zêde nizanim xwarinê çêbikim. Ez hîn nû hîn dibim. Ez Akf... bi kar tînim. Dema Akf... be mêrê min wê demê xwarina min a xam jî dixwe.' Dema ew jin van gotinan dibêje mêrê di rola hevjînê wê de jî dilîze, diçe xwarinê dixwe. Di reklamên bi vî rengî de aliyên jinê yên dayiktiyê, îtaatkar, xanima malê nîşanî civakê tên dayin. Mêr jî wekî kesayete rê dide civakê û jixwe bawer e tê nîşandan. 
 
Zihniyeta ku jinê di hundur hinek qaliban de asê dihêle û bi vî rengî mejiyê civakê jehrî dike bi nêzîkatiyeke kapîtalist û şovenîst nêzî jiyanê dibe. Dîsa jin bi rêxistinbûyin û xweparastina xwe ya rewa dikare vê zihniyetê têk bibe. Jin bi hiş û aqilê xwe yê li dijî îtaatkarbûnê dikare jiyaneke wekhev ji cudakariya zayendiyê dûr, ava bike.