Alava propagandayê ya simulasyoneke bi efsûn: Medya

  • 09:06 8 Mijdar 2020
  • Medya Kritîk
Habibe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di erdheja li Îzmîrê ya bi pîleya 6.9 pêk hat de medya,  wekî alava propagandayê ya simulasyoneke bi efsûn kar kir.  
 
Di 30'ê Mijdarê li Seferhisara Îzmîrê erheja bi pîleya 6.8 pêk hat. Li erdhejê de gumana her kesî ew bû ku ka kesî jiyana xwe ji dest daye yan na. Her ku saet derbas dibû dîmenên kavilan encama erhejê radixist pêş çavan. Hinek dîmenên welatî ji bin kavilan dihat derxistin di hafizayan de cihên xwe girtin. Her ku dem derbas dibû dîmenên birîndaran û bendemayina malbatên wan bi zimanekî ajîtasyonî di ekranan de rû da. 
 
Dîmenên Elif û Aydan ên piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin li ser medyaya hatin parvekirin. Elifa 3 salî piştî 60 Aydaya 4 salî piştî 91 saetan şûnde ji bin kavilan hatin derxistin. Medyayê qet mafên zarokan neanîn ber çavan û weşaneke bi vî rengî kir. Erê divê nûçeya vê bihata çêkirin lê bi vî hawî? Bi hawê ku nûçegîhantiya magazîn bê kirin û hevokên klîşe rizgarkirina zarokan dan medyayê. Mahrimiyeta zarokan nehat parastin û tovên travmeyek dibe bi salan dewam bike ji aliyê medyayê ve hat avêtin. Medyayê zarok kir alava birêserên bi navê 'mucize, hêvî'. 
 
Hinek anonsên mîna 'dîmenên bêhna mirov diçikîne' wekî alav dihat bikaranînin. Her wiha di demên pêş de Wezîrê Tendirustiyê diyar kir ku Aydanê kuftik û dew xwestiye. Hinek derbas bû yên kuftikan difroşin ketin rêzê. Medya di rewşên şer, xizanî û lehiyê de peywira digirt ser xwe di medyayê de jî digirt ser xwe. Sosyologê Firansizî yê ku li ser medyayê xebatên wî hebûn Jean Baudrillard bi têgeha Simulasyonê vê rewşê tîne rojevê. Di erdheja li Îzmîrê ya bi pîleya 6.9 pêk hat de medya,  wekî alava propagandayê ya simulasyoneke bi efsûn kar kir.