Azadiya jinê…(1)

  • 09:15 13 Mijdar 2023
  • Dosya
 
 
Jin jiyan bixwe ye!
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê nêz dibe. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku bi salan ferzkirina koletiyê ya li ser jinê veguheriye koletiya civakê û bal dikşîne ser çavkaniya pirsgirêkê. Her wiha Abdullah Ocalan bi tespîta ‘jin jiyan bi xwe ye’ çareseriyê jî datîne holê.
 
 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê nêz dibe. Li Kurdistan, Tirkiye û her derê cîhanê jin xwe amade dikin ku derkevin kolanan. Li Rojhilata Navîn  û Kurdistanê şer û êrîş didomin. Jin îsal bi sêyemîn şerê cîhanê 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan der barê azadiya jinê, çavkaniya pirsgirêka jinê û tundiya li ser jinê tespîta xwe datîne holê. Abdullah Ocalan di nirxandinên kiriye de rojevîbûna pêvajoyê jî diparêze. Me nirxandinên Abdullah Ocalan yên der barê mijarêde kom kirin.
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku hemû têkoşînên azadî,wekhevî, demokrasî, ahlaqî, polîtîk ji ber têkiliyên serdestan pêk tê û wiha destnîşan dike ku ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê divê  di ser jinê re ji bo civakê û xwezayê  çareserî pêk bê. Abdullah Ocalan diyar dike ku ji bilî vê rê tune ye û wiha dibêje: “Ji derketina hiyerarşik het aniha îdeolojiya desthilatdariyê wate li zayendê bar kiriye. Ji nêz ve girêdayê  çînîbûn û desthilatdariyê ye. Hemû lêkoLînên antropolojik, arkeolojik û rojevî  diyar dikin ku demên ku jin otorîter bûn hene û otorîteyên ku civak xurt kirine. Hişê hestiyqarî ku bi jinê re zêdetire, bi hebûnê re bi awayekî xurt girêdayî ye. Otorîteya jinê ya heta dawiya  asta civakî ya neolîtîk pêş ket, divê bihata şikestin. Der barê vê de têkoşînên mezin hatine dayîn.
 
Hişê xwezayî yê civakî
 
Mîtolojiya Sumeran ji bo hişê xwezaya civakî ya dîrokî gelek weatedar e. Bi taybet dîroka windakirina jinê ye. Ev dîrok dîroka serdestiya mêr ya hatiye mayîndekirin e. Ji ber vê jî windakirina jinê ji bo civakê windakirineke mezine. Civaka zayendperest jî encama vê ketin û windakirinê ye. Li têkiliya zayendî ku biyolojîke her tim têkiliya desthilatdariyê hatiye barkirin. Li ser jinê wek serkeftinekê têkiliya zayendî tê kirin û vê wek serkeftinekê ji bîr nake. Di vî alî de hînbûnek mezin derketiye holê. Gelek gotin hatine afirandin. Min karê xwe kir, min qedand û her wekê din tên gotin. Li ser jinê gotinên xwedîderketinê tê gotin. Gelek çîrok dikarin bên rêzkirin. 
 
Têkilî ji karekterên tacîz û destdirêjiyê ne
 
Têkilî piranî  binpêkirina di karekterên tacîz û destdirêjiyê de ne. Malbat mêr wek dewleta biçûk afrandine. Malbat dewleta biçûk e. Ya yekem malbat ji aliyê mêr ve tê rêvebirin ku  dike hucreya civaka dewletê. Ya duyemîn jin bi awayekî bê sînor bê ewlehî tên hiştin. Ya sêyemîn jî tenê jin ji bo hewcedariya nifûsê tê dîtin. Ya çaremin wek rol model bê bandor tê dîtin.Her mêr xwe xwedî maf dibîne. Malbata wî pir girîng be ev ji bo wî rumet û ewlehiye.  Wek saziyek îdeolojîk malbat nirxandin girînge.”
 
Têkiliya kolekirina jinê ya bi desthilatdariyê re
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku kolekirina jinê girêdayê desthilatdariya dewletê û hiyerarşîke û van tespîtan dike: “Jin fêrî koletiyê kirine û riya koletiyê hatiye vekirin. Koletiya mêran jî piştî koletiya jinan e. Koletiya zayendî ji koletiya çîn û neteweyî cudatire.  Rewakirina wê bi zextên mezin tên kirin. Hebûna civakê ya di qada cemawerî de di alî olî de qedexe û dij ahlaqî tê pêşkêşkirin. Her diçe ji bandorên civakî yên girîn dur dixin.  Bandorên aborî, civakî û siyasî her diçe zêdetir tê qelskirin. ‘Zayenda qesl’ wek bawerî tê parvekirin. Ya herî bi êş jî jinan ev wek paradîgma qebûl kirine.
 
Çima koletiyek evqas kûr?
 
Statuyên bi hezaran salane li gelan tê ferzkirin çend qatên wê zêdetir li jinan hatiye ferzkirin. Gel kirine jin jin jÎ kirine gel. Hîtler dibêje ‘gel wek jinan e’ û vê rastiyê nîşan dide. Jin wê bibûna çîna herî bindest. Divê bê zanîn ku tu çîn tu nîjad, tu netewe wek jinan nebûne kole û koletî lê nehatine ferzkirin. Xwezaya desthilatdariyê koletiyê dixwaze. Di çavkaniya mulkiyetê de jî jina hatiye kolekirin heye.
 
Koletiya jinê li ser civakê jî hatiye belavkirin
 
Koletiya li ser jinan pêl bi pêl li ser civakê jî hatiye belavkirin. Bi vî awayî jî her hes û nêrîna mulkiyetî û koletiyê li civakê hatiye bicihkirin. Civak li gorî sazbûnên hiyerarşik û dewletê tê amadekirin. Ev jî tê wateya ku her şaristanî wê rehet xwe bidomîne. Bi vî awayî ya ku tenê winda dike ne jin e.  Ji bilî dewlet û hiyerarşiye civak Jî winda dike. 
 
Jin di heman demê de jiyan bixwe ye
 
Xweza jinê li hemberî xwe hîn ewle disekine, lê mêr li cihê xwe nasekine. Jin wek belayeke li dorê digere ye. Ev hemû nîşan didin ku fîzîka jinê hîn bêtir navendî ye. Ji ber vê jî divê jin tiştên ku çanda serdest ya mêr ferz dike demildest red bike. Divê bi mêran bide qebûlkirin ku berovajiya wê raste. Dema em dibêjin divê jin der barê fîzîkê de bixwe bawer be em ev rastiyê nîşan didin. Di encama avabûna fîzîkî de jin di alî hişê hestiyarî de hîn bêtir xurte. Hişê hestiyarî hişê ji jiyanê qût nabe ye. Hişê ku empati û sempatiye xurt dike ye.Mêr bi qasî jinan jiyanê fêm nakin. Jin bixwe jiyane. Ev aliyê wê gelek xurte. Em vê di jiyana xwe de jî baş dizanin.”