‘Em ê di 7’ê Kanûnê de rojnamegeriyê biparêzin’

  • 09:03 12 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Rûniştina doza Hevseroka DFG’ê û edîtora MA'yê Dîcle Muftuoglu wê di 7’ê Kanûnê de bê dîtin. Hempîşeyên wê beriya rûniştinê bang kirin û diyar kirin ku wê di 7’ê Kanûnê de ligel Dîcleyê bin.
 
Çapemeniya azad ji salên 1990’î heta niha di hedefa desthilatdariyê de ye. Zextên desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî aliyên muxalîf her diçe zêde dibin. Di serî de jî çapemeniya azad bi zextan re tê rû hev. Tenê ji 2022’yê Hezîranê heta niha bi dehan rojnameger hatin binçavkirin. Li girtîgehan gelek rojnameger hene. Li gorî rapora binpêkirina mfan a meha cotmehê ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê di 3’yê Mijdara 2023’yan de 63 rojnameger girtîne. Yek ji van jî Hevseroka DFG’ê û edîtora MA'yê Dîcle Muftuolgu ye. Dîcle ku di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hat girtin rûniştina wê di 7’ê Kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê wê bê dîtin. Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Algaş û edîtora MA'yê Bêrîvan Altan der barê zextên li ser çapemeniyê û dosya Dîcleyê de axivîn.
 
‘Ji bo bêdengkirina çapemeniya azad operasyon pêk tên’
 
Safiye Alagaş da zanîn ku armanca zextên li ser rojnamegeriyê veşartina rastiyan e û dewlet demeke dirêj e li hember Kurdan şer dimeşîne. Safiyeyê wiha dirêjî dayê: “Hem li Tirkiyeyê hem jî li welatên din şer tê meşandin. Yek ji van cihan Rojava ye. Di nava 1-2 salan de êrîşên cidî pêk hatin. Vê bandor li çapemeniya azad jî kir. Dewletê ji bo rastiyan veşêre êrîşên cidî pêk anî. Operasyon parçe parçe pêk anî. 16 kes hatin girtin, 4 kes hatin girtin, 3 kes hatin girtin.”
 
‘Şertên jiyana hevpar pêk anîn’
 
Safiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember Gazze û Rojava nirxand û wiha got: “Dewleta ku êrîşê gelekî din dike, hewl dide ji bo şerê li hember welatekî din bibe deng. Çapemeniya ku li dijî vê bêdeng dimîne, cotstandardiyê dike. Ev ne rojnamegerî ye. Cudahiya esas çapemeniya azad di vir de dikeve dewrê. Me weşangeriyeke li alî gel kir. Şertên jiyana hevpar pêk anîn. Li Gazze, Israîl û Rojava ev pêkan e. Dewlet bi êrîşan armanc dike ku serê rastiyan veşêre.”
 
‘Dozger ji dewletê talîmatan digirin’
 
Safiyeyê operasyona li dijî rojnamegeran wek operasyonên siyasî nirxand û wiha daxuyand: “Dîcle jî di heman çarçoveyê de hat girtin.  Her kes dizane Dîcle rojnameger e. Ji salên ewil ên rojnamegeriyê ez Dîcleyê nas dikim. Bi salan di qada çapemeniyê de xebitî. Ev demek dirêj e di çapemeniya azad de dixebite. Dewlet bi xwe jî dizane. Dozger dema dosyayan amade dikin manîpulasyonan diafirîne. Weke ku em bi talimata rêxistinê dixebitin nîşan didin. Ji ber vê jî mirov nikarin behsa hiqûqê bikin. Dozger ji dewletê talîmatan digirin û operasyonan pêk tîne. Ez û hevalên xwe salekê girtî man. Her kesî dizanibû em ê bên berdan. Lê dewlet ji bo me bernede her tişt dikir.”
 
‘Em ê di 7’ê Kanûnê de ligel Dîcleyê bin’
 
Safiyeyê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Di 7’ê Kanûnê de parastina rojnamegeriyê gelek girîng e. Em li vir ne tenê Dîcleyê em rojnamegeriyê jî diparêzin. Ji ber rojnamegeriya wê çapemeniya alîgir serobino kir. Serê rastiyan heqîqetê nikare bê veşartin. Em ê rojnamegeriya jinê biparêzin. Ji ber vê em ê di 7’ê Kanûnê de ligel Dîcleyê bin. Em ê di 7’ê Kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bin.”
 
‘Çapemeniya Azad di hedefê de ye’
Edîtora MA'yê Bêrîvan Altan jî destnîşan kir ku li her derê cîhanê rojnamegerî di hedefa desthilatdariyê de ye û ev tişt bi lêv kir: “Li Tirkiyeyê êrîşên li dijî çapemeniyê hîn bêtir kronîk bûne. Kedkarên çapemeniya azad binpêkirina mafan teşhîr dikin. Ji salên 90’î de ye xebatkarên çapemeniya azad ji ber li pey heqîqetê bûn û rastî derdixistin holê hedef dihatin girtin. Heta salên 1990-2000’î  nêzî 50 rojnamegerên Kurd di kuştinên kiryar nediyar de hatin qetilkirin. Ji bo heqîqet bê reşkirin ev êrîş zêde bûn. Li Tirkiyeyê ji bo rastî dernekevin holê, mafê girtina nûçeyan a gel ji dest bê girtin êrîş zêde bûn.”
 
‘Ji ber bû dengê rojnamegeran bû hedef, hat girtin’
 
Bêrîvanê diyar kir ku desthilatdarî bi astengî, girtin û zextan hewl dide çapemeniya azad bêdeng bike û wiha vegot: “Ji 2022’yan şûnde polîtîkayên ewlehiyê hatin girankirin û vê heta şerên dersînor bandor kiriye. Ji ber kedkarên çapemeniya azad ev teşhîr kirin hedef hatin girtin. Dîcle hevseroka komeleyeke ku dengê rojnamegeran e. Di heman demê de edîtora ajansa me ye. Ji ber dengê heqîqetê da bihîstin hedef hat girtin.”
 
Ji bo rûniştinê bang kir
 
Bêrîvanê diyar kir ku Dîcle bi salan e di çapemeniya azad de kedê dide û wiha dawî lê anî: “Dîcleyê heqîqet ji gel re radigihand. Ji bo her kes rastiyê bizane têkoşîn da. Hîna gelek rojnameger tên darizandin. Divê em xwedî li rûniştina Dîcle Muftuoglu derkevin. Ez bang li hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê, kedkarên çapemeniyê, kesên di şopa heqîqetê de ne dikim ku tevli rûniştinê bibin.”