Mexdûrên erdhejê: Ji bo me hêj jî karesat bi dawî nebûye

  • 09:03 7 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Habîbe Eren
 
MEREŞ - Şêniyên li taxa Ordekdede, bal kişand ser cudakariya ku li hemberî elewiyan tên kirin û got: "Dewletê av neda mexdûrên erdhejê yên elewî." Rukan Kokler jî li gundê Çîglî, bal kişand ser hilbijartinên herêmî û wiha axivî: "Dibe ku çend tiştan bikin lê belê êdî baweriya me bi wan re nayê." 
 
Bi ser erdhejên 6'ê Sibatê ku navenda wan navçeya Bazarcix a Mereşê bû re 9 meh derbas bûn. Heta niha pirsgirêkên maxdûrên erdhejê nehatinê çareserkirin. Li Bazarcixê ku navenda erdhejê bû, bi hezaran kes di bin kavilan de man û nîviyê navçeyê jî hilweşiya. Piştî erdhejê gelek kes jî li navçeyê koçber bûn û niha hejmareke kêm xelk li navçeyê maye. Her wiha gundên navçeyê jî heman mexduriyetê dijîn û bi taybetî gundê ku elewî lê dijîn. Cudakariya li herêmê hêj berdewam dike. 
 
Taxa Ordekdede, taxa ku herî zêde hilweşiya bû, li taxê 38 kes jiyana xwe ji dest da û taxa ku 167 malan pêk dihat hilweşiya, tenê 12 mal man. Bi taybetî li vê taxê herî zêde temen mezin dijî, ew jî di konteyneran de dijîn. Niha li taxê 100 kes dijî. 350 xaniyên li gundê Çagliyencerik a Mereşê hatine çêkirin û hatine teslîmkirin, lê belê heta niha rayedarek berê xwe nedaye gundê elewiyan. 
 
'Ez di nava tirsê de dijîm' 
 
Şêniyê taxê Hayat Delîbalta, beriya erdhejê neqla gucikê bûye, hevjînê wê jî nexweşê şekir e û ji dilê xwe jî nexweş e. Hayat da zanîn ku kurê wê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest daye û niha bi tirs diçe xaniyê xwe û wiha bi lêv kir: "Konteynirek nedan me. Ji min re gotin 'Xaniyê te xirab nebûye' Em çi bikin divê em bimirin. Ji ber tiştên ku ez dijîm derûniya min xirab bûye." 
 
'Em 3 mehan bê av man' 
 
 
Hayat, diyar kir ku heta niha tu alîkariyek negihiştiya wan û wiha axivî: "Dikanek me hebû di erdhejê de hilweşiya. Em hatin jibîrkirin. Avek nedan me, em 3 mehan bê av man. Ez bi mirinê re têdikoşim. Divê mirov di nava malê de bimire? Bila konteynirekî bidin me. Ji ber ku ez ji gurcikan nexweş im divê ez enfeksiyonê negirim. Lê belê di şert û mercên wisa de ne mimkun e. Ji bo kontrola tenduristiyê ez ji wir diçim Edeneyê. Ev tişt jî ji bo min gelekî zehmet e."
 
Pirsgirêkên li gundê Çîglî didome
 
 
Şêniyên ji gundê Çîglî ya navçeya Dulkadîrgolu ya Mereşê hej di konteyneran de dijîn û rewşa wan xirabtir e. Cihê serşûştin û tuweletê  di heman cihê de ye. Şeniyên ku di konteyniran de dijîn ji xwe re jiyaneke kolektîf avakirine û bi hev re hewl didin ku bijîn. Şêniyên gund bi hev re xwarin çêdikin û dixwin, lê belê hêj pirsgirêka starbûnê dijîn. 
 
'Me gelek caran bang li AFAD'ê kir'
 
 
Rukan Koker, li gund kuafortuyê dike û piştî erdhejê ji ber tirsê nekariye dikana xwe veke. Bi alîkariya şêniyên gund konteynerê vegerand dikana kuafortiyê. Di dawiya heftê tê li vir dixebite û pê debara xwe dike. Rukan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser piştevaniyê: "Çi alîkarî hat jî ji mirovên me hat. Gelek caran gotinên me hatin qutkirin lê ez carek din dibêjim me ji dewletê alîkariyek negirtiye. Piştî erdhejê me bi dehan caran bang li AFAD’ê kir lê berê me dan cihek din. Me ji wan re got ava vexwarinê nîne, ji me re gotin 'Hûn li ciyê dijîn berfê bihelînin vexwin, em nikarin avê bînin'. Çend roj beriya niha baran barî û konteynerên me di bin avê de man. Jiyana bi komekî re bi xwe re zehmetiyan jî tîne."
 
'Em hînê derewên wan bûn...'
 
Rukan, daxuyand ku di hilbijartina 14'ê Gulanê de kesên ku qet nedihatin herêmên erdhejê bi erebeyên xwe yên luks hatin û deng ji welatiyan xwestin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me rê neda ew kes bên bi me re biaxifin. Pêşiya me hilbijartinên herêmî hene û ji bo xapandinê dibe ku çend tiştan bikin lê di rastiyê de xwedî li me dernakevin. Em hînê derewên wan bûn û baweriya me bi wan nayê." 
 
'Jiyan ji bo jinan bêtir zehmet e' 
 
Fatma Koker jî di konteynerê de jiyana xwe didomîne û wiha got: "Em her di nava tirsê de dijîn. Kontrola tenduristiyê nayê kirin. Jiyan li vir ji bo jinan bêtir zehmet e. Em nikarin bi rihetî serê xwe bişon. Em hemû di nava hevdû de dijîn. Tiştên me yên mitbaxê li dervê ne û em jî li derve di nava wan tiştan de li ber derî radikevin. Em banga alîkariyê dikin lê kesek êdî alîkariyê nake." 
 
'Sibêroja me ne diyar e'
 
 
Bese Parlaksoy jî 8 meh in di konteynerê de dijî û êdî bîra xaniyê xwe ya paqij dike û wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Em bi her awayî pirsgirêkan dijîn. Tiştekî me nîne û em di konteyneran de dijîn. Sibêroja me ne diyar e. Niha li pêşiya me zivistan heye û dê dijwar derbas bibe. Rayedar tên li vir diaxifin û piştre jî diçin."
 
'Tenê xêrxwazan alîkariya me kir'
 
Ayşe Ulusoy gazincên xwe wiha anî ziman: "Çima nayê alîkariyê nakin. Gelo gunehê me çi ye? Dewlet li vir tiştekî nekir. Tenê xêrxwazan alîkariya me kir. Dewlet got em ê alîkariyê bikin lê nekirin. Niha zivistan tê em ê çawa rakevin û bijîn. Em nikarin debara xwe bikin. Em bi 2 hezar TL hewl didin ku bijîn. Ez ê bi vê pereyê gelo çi bistînim? Kesek heta niha quruşek neşand ji me re." 
 
'Em ê rewşa xwe ji kî re bêjin'
 
Elîf Çaliş, bi keça xwe ya astengdar re bi zehmetî ji erdhejê rizgar bûye û wiha zehmetiyên xwe anî ziman: "Roja min bi girînê re derbas dibe. Ez nizanim dê heta kengê wisa derbas bibe. Em ê çi bikin, ji bo me hêj keraset xilas nebûye. Li vir rewşa me nebaş e. Lê belê em rewşa xwe ji kî re bêjin?"