Jinên ku tevlî kongreyê bûn: Abdullah Ocalan nefesa gelan e

  • 10:47 16 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
Rozerîn Gultekîn - Elfazî Toral
 
ENQERE - Jinên beşdarî 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Çep a Kesk bûn diyar kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "nefesa" gel e û xwestin ne tenê tecrîda li ser wî bi dawî bibe, her wiha ji bo azadiya fîzîkî jî bangawazî kirin.
 
Partiya Çep a Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî pêk anî. Ji her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes tevli kongreyê bûn. Di kongreyê de navê partiyê hat guhertin û bû Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) e. Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê jî wek Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan hatin bijartin. 
 
Jinên ku tevlî kongerê bûn nêrinên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman. 
 
Têkbirîna tecrîdê
 
Meryem Eşkara, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê PKK'ê Abdullah Ocalan: "Tecrîd ne tenê bi destê Tirkiyeyê ji hêla hêzên navneteweyî ve pêk tê. Rêberê Gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelên li Tirkiyeyê dijîn re bûye nefesek. Heke îro Rêberê Gelê Kurd di nava civakê de bûya dê niha pirsgirêk bihatana çareserkirin. Ji fikrê wî ditirsin. Ji ber ku çareserî girêdayî Rêberê Gelê Kurd e, tecrîd tê girankirin. Ev kongreya ku pêk hatî dê bibe gavek ji bo têkçûna tecridê. Her wiha azadiya jinan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e. Jin dê heta azadiya rêberê xwe pêk bîne dê têbikoşe."
 
'Li hemberî fkirên Abdullah Ocalan tecrîd'
 
Jina Aryen, da zanîn ku piştî di 1'ê Cotmehê de li Enqerê çalakiyek pêk hat û şûnde li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi salan e êriş berdewam dikin. Her tim destkeftiyên kurd hedef tên girtin. Êrişê cihên sivîl tên kirin. Li rayagiştî ya navneteweyî de li hemberî êrişan dengek xurt dernakeve. Êriş nakeve rojevê. Rojava rûmeta tevahiya cîhanê ye. Ji ber vê sedemê jî divê xwedî li gelê Rojava bê derketin. Li Rojava kurdan DAIŞ'ê têk bir. Li vir şer ne tenê li hemberî kurdan bû li hemberî tevahiya rûmeta mirovatiyê bû. Konfederalîzma demokratîk fikrê Abdullah Ocalan e û ji cîhanê re dibe mînak. Lê belê li hemberî fikrên Abdullah Ocalan tecrîdek heye. Ji aliyek Rêberê Gelê Kurd tecrîd kirin û ji aliyek jî gelê wî tecrîd dikin. Ji ber vê sedemê jî divê xwedî li fikrên wî bê derketin."
 
'Ji bo azadî û aştiyê têkoşin'
 
Yadîgar Demîr jî, wekî jinên din wiha bal kişand ser tecrîdê: "Divê tecrîda li hemberî gel bê rakirin. Gelê Kurd bi salan e ji bo azadî û aştiyê têkoşînek dide. Çend li hemberî me êrişek pêk bê jî em ê serbikevin. 25 sal in girtî ye. Ev jî dizanin ku heke Abdullah Ocalan azad be dê aştî û azadî bê wî welatî."
 
Beste Yildirim, daxuyand ku li hemberî  polîtîkayên asîmîlasyon û tecrîdê têbikoin û parastina nasnameya xwe bikin û got: "Bila kesek nebêje kurd tune ye kurd her hebûn. Dê ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'Bila şer rawest e' 
 
Remziye Dîkîcî, destnîşan kir ku 31 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em tu agahî jê nagirin. Birêz Abdullah Ocalan rêberê Gelê Kurd e. Divê deriyên Îmraliyê bê vekirin û malbat û parêzer agahî jê bigirin. Her wiha divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Ez nasnameya xwe dixwazim. Ez kurd im û ez li Tirkiye û Kurdistanê dijîm. Ez hemû mafê xwe dixwazim. Zimane xwe û nasnameya xwe dixwaim. MHP hevkarê AKP’ê ye û dijminatiya kurdan dike. Ez dixwazim êdî ev şer raweste. Niha êrişê li Rojava dikin û bila dawî li wan êrişan bînin. 
 
Songul Şahîn jî ji ajansa me re wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em xwedî li heq û hiqûqê ne. Em êdî naxwazin rondika bibarînin. Bila xwîn nerije. Hêza dewletê tenê têra me dike. Rojava xwişk û birayê me ye û bombe li ser wan dibarin. Em serokatiya xwe dixwazin. Ez tenê dixwazim bila ev şer bi dawî bibe û aştiyek bê."
 
'Yekitî dê tecrîdê têk bibe'
 
Done Goksungur, diyar kir ku jinên kurd di kongreyê de cih girt û wiha bi lêv kir: "Gelê me û jinên kurd di kongreyê de cih girtin. Ji bo aştiyê, ji bo pêşeroja partiyê kongreyeke girîng bû. 31 meh in tecrîdeke giran li hemberî Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Tecrîd li hemberî gelê me tê kirin. Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan. Berxwedan û yekitiya gelê me dê tecrîdê têk bibe. Ez bang li gel dikim ku bibin yek."