Endama PE’ê Jodîs Skuladottîr: Em ligel têkoşîna we ne

  • 09:06 15 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Melek Avci-Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama Parlamentoya Ewropayê û Parlamnetera Partiya Çep a Îzlandayê Jodîs Skuladottîr, diyar kir ku ew ligel têkoşîna gelê Kurdin û wiha got: “Em ligel we ne. Ji bo alîkariyê çi ji destê me bê em ê bikin û em ligel têkoşîn û mafên we ne. Divê em zêdetir der barê aştiyê de biaxivin.”
 
Partiya Çep a Kesk 4’emîn Kongreya Xwe ya Mezin îro li Salona Spor û Pêşangehê ya Ataturk bi dirûşma ‘Ji bo azadiyê’ pêk tîne. Nêzî 11 hezar kesî wê tevli bibin û di kongreye de wê guhertina navê partiyê bê kirin, hevserokên nû bên hilbijartin. Ji Ewropa, Rojhilata Navîn û Başurê Kurdistanê wê gelek kes tevli kongreyê bidin.
 
 Endama Parlamentoya Ewropayê û Parlamnetera Partiya Çep a Îzlandayê Jodîs Skuladottîr ku vexwendiya kongreyê ye  der barê têkoşîna gelê Kurd û kongreyê de axivî.
 
‘Xebata me ya bo pêşerojê girînge’
 
Jodîs da zanîn ku tevî hemû zextên desthilatdariyê îro kongre bi girseyî pêk tê û got: “Îro pêkhatina kongreye gelek girînge û tam dema wê ye. Cîhan bil ez diguhere û divê em jî li cihê xwe nesekinin û ligel hev bin. Der barê pêşerojê de xebatên ku rast tên meşandin gelek girîngin.”
 
‘Demokrasî bi vî awayî nameşe’
 
Jodîs der barê êrîşên li hember HDP’ê û girtina siyasetmedarên Kurd de jî axivî û wiha domand: “Demokrasî bi vî awayî nameşe. Zextên siyasî û girtin gelek xerabin. Beriya hilgijrtinên giştî yên vir ez li Strazburgê bûm. Sibehekê em şiyar bûn û me dît ku gelek hevpîşeyên me hatine girtin. Ev bi rastî mirovan xemgîn dike. Divê em ji bo demokrasiyê bixebitin. Demokrasî bi vî awayî nameşe. Piştevanî gelek girînge. Em ji ber girtinan bi rastî bi fikarin.”
 
‘Divê tecrîd bê bidawîkirin’
 
Jodîs balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt bi lêv kir: “Pêkhatina qanûnên navneteweyî gelek girînge. Divê em ligel kesên di bin tecrîdê de cih bigirin. Ev girînge. Ji bo her welat li gorî qanûnên navneteweyî û peymanan tevbigerin divê em  hewl bidin. Siyasetmedar û nûnerên gel ten girtin. Divê em ji bo wan bihestiyar bin.”
 
‘Em ê ligel têkoşîna we bin’
 
Jodîs destnîşan kir ku wê têkoşîna gelê Kurd û parastina maf bidomînin û wiha dawî lê anî: “Ez niha li Enqereyê me. Ez bi nûneriya du cihan hatim. Ez nûnera Partiya Çep a Îzlandayê me û di heman demê de li ser navê koma  Parlamentoya Ewropayê li vir im. Di encamê de peyama herdu aliyan a ji bo gel wek hev e. Em li pişt we ne. Ji bo alîkariyê çi ji destê me bê em ê bikin em ligel têkoşîn û mafên we ne.”