'Êrîşên li ser Rojava li dijî hebûna me ne'

  • 10:03 8 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Jinan bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê dan û gotin, "Êrîşên li ser Rojava êrîşên li dijî hebûna me ne" û li dijî êrîşan banga yekîtiyê kirin.
 
Piştî gefên êrîşê yên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 5’ê Cotmehê de êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê zêde bûn. Êrî bi taybetî li ser binesaziyê, navendên xizmetguzariyê, îstasyonên petrolê û qadên jiyanê yên sivîlan pêk hatin. Êrîşên li ser herêmê dewam dikin, duh li Mexmûrê mizgeftek hat bombekirin. Di encama vê êrîşê de jinek û 2 zarokên wê birîndar bûn. Jinên Şirnexê bertek nîşanî êrîşan dan.
 
‘Ev êrîş li gorî berjewendiyên dewletê ne’
Dayîka Aşitiyê ya Silopiyê Emîna Ozerk di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew wek dayîk êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar dike. Emînayê anî ziman ku dewleta Tirk van êrîşên hov ji bo berjewendiyên xwe pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Divê herkes li hemberî vê zilm û zordariyê dest bide hev. Rojava, Rojhilat, Başûr, Bakûr hemû zarokên me ne. Ev êrîş dilê me diêşînin. Heta ku ji dest me bê divê em destkeftiyên xwe biparêzin. Santralên ceryanê, kargehên û kargeh tên hilweşandin.  Ev êrîş dij hiqûqî ne.”
 
‘Parêzvanên mafan divê bêdeng nemînin’
 
Emînayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîste yên ku ji xwe re dibêjin ew parazwanên mafan e xwe ji van êrîşên tên kirin berpirs bibînin û bêdeng nemînin. Emînayê bilêvkir ku ev êrîş xizmetê ji berjewendiyên gelan re nakin û li gorî berjewendiyên dewletê ne. Emîneyê  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber van êrîşan dilê me gelek diêşe. Em naxwazin êrîş bên kirin. Em van êrîşan şermezar dikin”
 
‘Li Rojava perga demokratîk a jinan hat avakirin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Nevriye Çûr jî da nîşandan ku li Rojava pergaleke demokratîk a bi pêşengiya jinan hat avakirin. Nevriyeyê daxuyand ku rola dewletên navneteweyî di êrîşan de heye û da nîşandan ku dewleta Tirk sînorAN derbas dike, diçe li welatekî din û zarokan bombebaran dike. Nevriyeyê wiha berdewam kir: “ Bi rastî dema ku em dinêrin dewletên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Êrîşek pir giran e. Divê ev dewlet bêdeng nemînin. Bi tank û topan komkujî tê kirin.”
 
‘Divê tu kes bêdeng nemîne’
 
Nevriyeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Dema ku em lê dinêrin, armanca dewleta Tirk dagirkirin e. Pêwîste ku ji bo Rojava herkes dengê xwe bilin bike. Divê Başûr, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê li dijî van êrîşan bibin yek. Dewletên navnterweyî jî divê bêdeng neîmin û pêşiyê li komkujiyên ku tên kirin bigirin.”
 
‘Êrîş li hebûna me tên kirin’
 
Hevseroka Şaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di destpêka axaftina xwe de da xuyakirin ku ji dîrokê heta niha li ser kurdan gelek êrîşên cûr bi cûr hatine kirin û hêzên navneteweyî jî hevkarên van êrîşan e. Berîvanê diyar kir ku şoreşa Rojava bi hêza gelê kurd pêk hat û wiha dom kir: “ Dema ku hêzên navneteweyî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê wêrekiya kurdan nas kirin  bûn heyranê vê wêrekî û hêzê. Xestin xwe wekî parçeyekî vê şoreşê nîşan bidin. Lê hîna jî hêzên navnteweyî helwestek zelal nîşan nedane. Ne samîmî û ne rast in. Tenê ya vê şoreşa Rojava  diparêze dîsa fikr, felsefe û paradîgmaya vê rêxistinê ye. Tişta ku em dibînin ew e ku êrîşî hebûna me dikin.”
 
‘AKP’ê dê di polîtîkayên qirêj de bifetise’
 
Berîvanê destnîşan kir ku yên li hemberî kurdan ne samîmî be dê di lêhengiya jinên kurd de bifetise. Berîvanê da nîşandan ku hêzên mafên mirovan diparêzin, bi bêdengiya xwe dibin hevparên êrîşa û wiha dom kir: “ Heger seknek li hemberî van êrîşan hebûya dê îro ev êrîş li dijî rojavayê Kurdistnê pêk nehata. Gelê Kurd bi sekna xwe mirvohayê nîşanî cîhanê dide. Ji ber vê jî ew hêzên ku dibêjin em li mirovahiyê xwedî derdikevin, pêwîste ewilî li rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin. Êrîşên desthilatdariya dagirker a AKP’ê, ji bo berjewendiyên xwe ye û ji bo ku li Tirkiyê desthilatdariya xwe bidomîne ye.  Ew êrîşî keda gelê Kurd dike. Lê belê bila baş zanibin çawa ku heta niha di serî de li bakur li hemû parçeyên Kurdistanê bi ser neketine wê îro jî bi ser nekevin û di polîtîkayên xwe yên qirêj de bifetisin.  Desthilatdariya AKP’ê ji bo ku  Erdogan wek leheng bide nîşandan, li Kurdistanê êrîşî jinan, zarokan û destkeftiyên gel dike.”
 
Xedîderketin dê me bibe serkeftinê''
 
Berîvanê di dawiya axaftina xwe de ev bang li AKP'ê kir: “Rojava herêmeke li derveyî sînorê Tirkiyeyê ye û Tirkiye sînoran binpê dike. Ji bo Tirkiye dest ji van êîrîşan berde,  em bang li hêzên navneteweyî yên mafên mirovan dikin. Bila dest biavêjin vê mijarê. Banga me ji bo gelê Kurde jî. Divê di serî de em li xwe xwedî derkevin. Heta ku em xwedî dernekevin wê tu hêznên navnteweryî jî dernekevin.   Êdî bes bila zarok, jin û ciwanên kurd bên kuştin. Li dijî van êrîşan divê gelê Kurd arabe ser piyan û xwedî li destkeftiyên xwe derkeve.  Ev xwedîderketin  dê me bibe serkeftinê”