Xeyala Şîlan Aras pêk hat: JINHA bû dibistana rojnamegerên jin

  • 09:05 18 Tîrmeh 2023
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên jin ên kurd xeyala Şîlan Aras bi vekirina ajans, radyo, televizyon, kovar û rojnameyên jinan pêk anîn û çîrokên jinên kurdistanî yên nivco mayî temam dikin. 
 
Jinên kurd di televizyon, radyo, kovar û rojnameyan de bûn kedkarên herî mezin. Gelek tecrûbeyên jinan di qada çapemenî û ragihandinê de çêbûn. Rojnameger û kedkarên jin her çend ku keda wan nehat dîtin jî dev ji xebatên ragihandina rastiyê bernedan. Bi sedan rojnamegerên jin li ser mîrateya Gurbetellî Ersoz rojnamegerî kirin û ji tecrûbeyên wê sûde girtin. Yek jî wan tecrûbeyan sûdê girt rojnameger Ayfer Serçe ya bi navê din Şîlan Aras bû. Xeyala Şîlanê ya herî mezin jî avakirina ajanseke nûçeyan a jinan bû. 
 
Dibistana rojnamegeriya jinê
 
Rojnamegerên jin xeyala Şîlanê, bi dirûşma "Bêyî ku em bibêjin mêr çi difikirin em dinivîsin" di 8'ê Adara sala 2012'yan de pêk anîn û li Amedê Ajansa Jinê JINHA avakirin. Ajansa jinê ne tenê ajanseke nûçeyan bû û di heman demê de bû parçeyeke têkoşîna jinê. Ji kamera heta hesabgiriyê, ji edîtorî heta teknîk, dîtbarî û nivîskî li her qadê rol girtin. JINHA bû dibistana rojnamegeriya jinê. 
 
Piştî ku JINHA di 29'ê Cotmehê sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hate girtin, şopdarên Gûrbetellî û Şîlanê ranewestiyan û di 5’ê kanûna sala 2016’an de Şûjin bi dirûşma “Di zimanê medyayê de, bi niyeta şûjin e” dest bi weşanê kir. Di 25’ê têbaxê sala 2017’an de bi KHK’ê hat girtin, lê belê bi heman mîras û heman zanebûnê di 25’ê Îlonê sala 2017’an de bi dirûşma “Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne" JINNEWS hat avakirin û ji cihê ku nîvco mabû de dîsa dom kirin. Piştre bi dirûşma "Dengê jinê, rûyê jiyanê' Jin TV û ajansa nûçeyan a Rojhilata Navîn NuJINHA hat avakirin. 
 
Di nav xebatên jinan de cih digire 
 
Şîlana ku bê navber li pêy xeyalên xwe ket, di 1974’an de li Wêranşara Rihayê tê dinê. Di salên xwe yên lîseyê de di radyoya Karacadagê de dixebite. Piştre ji bo dersxanê diçe Edene û Mersînê. Li vir zanîngehê qezenç dike û di pêvajoya dersxaneyê de dibistaneke bilind ya du salan qezenc dike û ji bo qeydê diçe li cihê xwe, lê dibîne ku ew cih ne li gorî wê ye û dest jê berdide û vedigere. Piştre jî Beşa Îşletmeyê ya Zanîngeha Çukurovayê tercih dike û li vir du salan dixwine. Di sala 1998’an de têkoşîna jinên kurd nas dike û bi awayekî çalak di nav xebatan de cih digire. 
 
Dest bi xebatên ragihandinê kir
 
Dema di xebatên jinan de cih digire di salên 2000’î de jî dest bi xebatên ragihandinê dike. Di sala 2000'î de Ajansan Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) de dest bi xebatan dike. Piştî ku ajansa MHA'yê di sala 2005’an de tê girtin di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de dest bi xebatê dike. Vê demê Şîlan nûçegîhaniya Ermenîstanê kir. 3 salan li vir xebitî û piştre jî derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû. 
 
Xwest xwekuştina jinan lêkolîn bike 
 
Şîlan ji lêkoşîna xwekuştinên jinan ên rojhilatê Kurdistanê berê xwe dide bajarê Urmiye û Mehabadê. Şîlan li vir 3 hefteyan xebat dide meşandin. Di navbera 19 û 23’ê tîrmeha 2006’an de li herêma Kelareş a sînorê Tirkiye û Îranê ji aliyê artêşa Îranê ve tê qetilkirin. Dîroka qetilkirina wê di qeydên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas de wek 23’ê tîrmeha 2006’an derbas dibe. Hinek çavkanî jî wek 19’ê tîrmehê derbas dike. Tevî hemû bang û hewldanan cenazeyê Şîlanê hîna nehatiye dîtin.
 
Pênûsa wê li erdê nehiştin
 
Rojnamegerên jin bi kovar, rojname, malper, ajans, televizyon û radyoyên jinan çîrokên nivco mayî yên rojhilat, başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê tînin ziman û pênûsa Şîlan Aras ango Ayfer Serçe nehiştin erdê.