'Li dijî Peymana Lozanê yekrêziya kurdan hewce dike'

  • 09:10 8 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Gulîstan Şahîn
 
HESEKÊ - Cigîra Hevseroka MSD'ê Leyla Qehreman beşdarî komxebata têkildarê Peymana Lozanê bû got: "Di komxebatê de hat teqez kirin ku yekitiya kurdan di vê sedsalê de gelek girîng e." Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed jî da zanîn ku îro derfetek dîrokî kurdan bi dest xistiye, divê vê derfetê em baş bi kar bînin û yekrêziya kurdan pêk bînin." 
 
Komxebata Navneteweyî ya Têkildarî Peymana Lozanê, bi pêşengtiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve li bajarê Hesekê bi dirûşma “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirskirêkên aramî û ewlehiya herêmê” hate li dar xistin 2 roj berdewam kir. 150 kesên siyasî, rewşenbîr, siyasetmedar, rêxsitin û ronakbîr ji Kurdistan û welatên cuda yên cîhanê beşdarî komxebatê bûn. 
 
Di komxebatê de roja yekem mijarên wekî; Rewşa siyasî ya herêmê ya berî Peymana Lozanê, Xwendineke dîrokî li ser peymanên ku di sedsala 20'an de li dijî kurdan pêk hatine û Peymana Lozanê û encamên wê yên li ser Gelê Kurd hatin nîqaşkirin. Di roja 2'yem jî mijarên wekî; Rewşa Kurdan a heyî û astengî, Rêbazên têkoşîna li hemberî şerê qirkirinê yê li dijî Gelê Kurd û Derbaskirina Lozanê û çareya herî baş hatin nîqaşkirin. 
 
Cigîra Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman û Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed tevlî komxebatê bûn ji ajansa me re axivîn.
 
Ji gelek aliyan nîqaş hatin kirin
 
Leyla Qehreman, diyar kir di salvegera sedemîn a hevpeymana Lozanê de kombûne û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev komxebata navneteweyî bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di heman demê de mîvanên derveyî vir jî beşdar bûne heye. Divê komxebatê de gelek niqaşên dewlemend hat meşandin. Her wiha çend roj şûnde rasthatina salvegera Lozanê ye jî. Komxebat du roj dom kir û ji gelek aliyan ve niqaş hatin kirin."
 
Bandora peymanê ya li ser kurdan
 
Leyla daxuyand ku ev hevpeymana Lozanê çiqas bandora xwe li Gelê Kurd da çêkirin û bi xwe re çiqas şer, pevçûn û qirkirin anî û got: "Mirov dikarê bêje ku ev sedsaliya ku em li pişt xwe dihêlînin, peyama wê ew bû ku ev dewletên navneteweyî bi Hevpeymana Lozanê re kurdan derveyî nexşerêya ku heyî derbixîne. Di encamê de me dît ku kurd bi vê hevpeymanê re ji derve man."
 
Bêçand û bênasname hiştin...
 
Leyla, destnîşan kir ku kesên ku beşdarî komxebatê bûn dan diyar kirin ku divê baş sosyolojiya kurdan bixwînin û wiha bi lêv kir: "Ev tevgerên kurdan ên ku hatine avakirin, dixwaze encamek bi dest bixe û bibe modelek. Her wiha naskirina dîrokê hate bi dest girtin. Îro polîtikaya ku hegemon dide meşandin ewe ku naxwaze dengê kurdan bilind bibe û kurd li cîhanê nemîne. Her wiha dixwaze kurdan bêçand û bê nasname bihêle."
 
'Di vê sedsalê de yekitiya kurdan girîng e'
 
Leyla, di axaftina xwe da wiha bal kişand ser girîngiya yekitiya kurd: "Her wiha di komxebatê de hate teqez kirin ku yekitiya kurdan di vê sedsalê de gelek girîng e û ya din jî em weke Gelê Kurd divê qederê xwe diyar bikin. Peyama herî bi bandor jî ew bû ku ev naskirin, fêmkirin û têgihîştin derketiye holê, çi dibe bila bibe û çi pirskirêkê me hebe jî em wan hemû deynin aliyekî û hebûna kurdan mayinde bikin da ku di nexşeye nû de cihê me hebe."
 
'Hêza çareseriyê bi hevgirtina gelan dê pêk bê'
 
Cigîra Hevseroka MSD'ê Leyla da zanîn ku bi beşdarbûna hemû pêkhateyan komxebat pêk hat û got: "Beşdarbûn bi hemû pêkhateyan pêk hat. Her wiha divê sedsalê de pêkhateyên ereb û hemû pêkhate jî zerar dîtin. Peyam ew bû ku hemû gelê ku di Rojhilata Navîn de dijîn, gerek hevgirtina xwe li ser demokratbûna gel û hêza çareseriyê pêk bînin. Em bi rengek azad û rengek demokratîk em hemû netew bi hev re bijîn. Peyama sedsaliya nû ew e ku hêza çareserî, hêza demokratîkkirine, ev jî bi hevgirtin û hebûna hemû gelan pêk werê.”
 
Girîngiya li dar xistina komxebatê 
 
Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser li dar xistina komxebatê: "Komxebata ku ji aliyê Navenda Rojava yên Lêkolînên Stratejîk di asta navneteweyî de di sedsala Lozanê de li dar dixîne girîngiya wê heye. Di nava sedsalan de li ser Gelê Kurd çi hate jiyîn îro tê tehlîlkirin. Her wiha kêmahî û kurtasiyên me çibûn, me xwest em sererast bikin."
 
'Planên dewletan li ser derxistina aloziyan e'
 
Rûken, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser parastina destkeftiyan û planên dewletên hegemon: "Gelek destkeftiyên me pêk hatin ku em dixwazin wan biparêzin. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê şoreşek pêk hat da ku statûya wê çêbe me niqaşên berfireh meşand. Planên dewletên hegemon û plana li ser herêmên Rojhilata Navîn ku rastiya gelan dixwazin li ser bingeha hevxistinê û alozî ava bikin, li beramber van em xwe çawa biparêzin. Heta roja îro dewletên navneteweyî nedikarîn qirkirina çandî û ziman li ser Gelê Kurd pêk bînin. Heta roja îro jî êrişên mezin li dijî Gelê Kurd pêk tên da ku me bê statû bihêlîn."
 
'Pêwistî bi civîn û nîqaşan hene'
 
Rûken, diyar kir ku niha li Rojava gelek hêz hatin bi cih kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek tûmetên mîna teror û perçebûnê li ser me dixin, loma gelek tifaq pêk tînin. Îro gelek civînên astana çêdibe, ji bo ku nexşerêya Lozanê dubare bikin û herêmên Kurdistanê perçe bikin. Îro em dibînin li ser axa rojavayê Kurdistanê gelek hêz bi cih bûne û dixwazin gefek li şoreşa me bidin. Loma pêwistî civîn û niqaşên girîng tê xwestin ku van rastiyan em baş bixwînin û tehlîl bikin."
 
'Dê yekrêzî rê li ber êrişan bigire'
 
Rûken wiha bal kişand ser girîngiya avakirina netewa demokratîk: "Îro derfetek dîrokî kurdan bi dest xistiye û xetek girîng di çareseriyê de digirin. Divê vê derfetê em baş bi kar bînin û yekrêziya kurdan pêk bînin. Dê yekrêzî li ber gelek gef û êrişan bigire. Divê em di nav pêkhateyan de pergala netewa demokratîk ava bikin, ji ber ev pergal li beramber hemû pergalên dewletê ne û aloziya heyî hildiweşîne. Îro pergala me rastî êrişan tê û pêwistiya me di asta kurdî û cîhanî de gelek piştewaniyê heye."
 
'Projeya me dê bi ser keve'
 
Ruken, destnîşan kir ku dê projey netewa demokratîk bi ser keve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wek gelê Rojavayê Kurdistanê gelek gav avêt û em xwedî îdea ne ku dê projeya me bi ser bikeve ji ber hemû gel xwe di nav de dibîne. Em bikarin van destkeftiyan biparêzin û bikin mala tevahî gel û mirovahiyê. Di komxebatê de gelek niqaşên baş hatin meşandin û rola herkesî hat ziman da ku em bikarin van siyasetan vala derbixînin.”