Çîroka Xezalê…

  • 09:02 6 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Zelal Tunç
 
WAN - Xezal Tunç ya di salên 90’î de li dijî polîtîkayên dewletê yên li herêmê û zîhniyeta serdest ya mêr serî hilda, ji Mijin heta Kaponîs ji wir heta Iraqê û piştre dîsa hat ser axa xwe.
 
Di salên 90’î de ji ber polîtîkayên dewletê yên li hember Kurdan bi hezaran gund hatin şewitandin, hilweşandin û bi mîlyonan kes ji warê xwe bûn. Gundiyên Mijin ya girêdayê Qilaban a Şirnexê jî li dijî ferzkirina cerdevaniyê neçar man axa xwe terk bikin. Hinek gundiyan koçî metropolên Tirkiyeyê kir hinekan jî koçî başûrê Kurdistanê kirin.
 
Di encama van polîtîkayan de yên herî zêde ji bi bandor bûn jî jin bûn. Lê jin li cihên bicih bûn jî bûn pêşengên avakirina jiyana nû.Yek ji van jinan jî Xezal Tunç e.  
 
Serhildana li dijî kevneşopiyan
 
Xezal li gundê Mijin tê dinê. Di temenê biçûk de tê zewicandin. Xezal diçe ser malê. Xezal temenê biçûk de dibe dayik û piştî dê û bavê wê jiyana xwe ji dest didin bi hevjîn û xwişkên xwe re jiyana xwe didomîne.
 
Çûn başûr Kurdistanê
 
Hevjînê wê ji bo leşkeriyê neke diçe başûrê Kurdistanê û Xezal bi zarok û xwişkên xwe re diçe. 7 salan dimînin piştre dîsa vedigerin gundê xwe. Di salên 90’î de ji ber polîtîkayên dewletê tên gundê Kopanîs a Armuş a Wanê. 
 
5 zarokên xwe winda dike
 
Nasname hevjînê wê îfşa dibe û hevjîn diçe leşkeriyê. Xezal neçar dimîne tenê li 12 zarokên xwe binêre. 5 zarokên xwe di salên cuda de winda dike. Zarokên wê şivaniyê dikin alîkariyê didin dayika xwe. Hevjînê wê piştî leşkeriyê ji ber sedemên siyasî tê girtin. 4 salan girtî dimîne û ji ber îşkence û şertên girtîgehê nexweş dikeve û jiyana xwe ji dest dide. 
 
Xezal ji ber zextên civakê bi kesekî ji gundê Zaxosk a Payîzava dizewice. 10 sal şûnde hevjînê wê dimre û dîsa vedigere Kopanîsê cem zarokên xwe. Xezal ji ber ku zewicibû bi sûcdariya ku zarokên xwe hiştiye û çûye her tim hat sûcdarkirin. Li ser vê bi salan bêdeng dimîne. 
 
Ez jî ji gundê Kopanîsim. Min Xezal li hewşa kurê wê dît. Ji zarokatiya xwe de min Xezal nas dikir. Lê min tu carê wisa bêdeng nedîtibû. Xezalê klam digot. Min klama wê qeyd kir. Texmînî temenê wê nêzî 70’ê ye. Lê temenê wê yê rast kes nizane. Min dest bi qeydkirinê kir. Xezal navberekê rabû ser piyan û got her derê canê wê diêşe. Dema ez biçûk bûm Xezal derdike çiyan û diqiriya. Wek Tarzan dihat binavkirin. Her çiqas me zextên li ser Xezalên didît jî me wate lê barne dikir. 
 
Êdî hêza Xezalê nemabû. Sal pir tişt jê biribû.