Nagihan, Jineolojî û çîrokek Kurdistanê

  • 10:36 25 Hezîran 2023
  • Rojane
Fatma Gokhan
 
SILÊMANÎ -  Navenda Lêkolîn, Bîrê û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd a ku keda endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya hat qetilkirin Nagihan Akarsel û gelek jinan tê de cih digire, di heman demê de gavek e ji bo gihandina zanista Jineolojiyê. Rêwîtiya wê jî mîna çîrokek a Kurdistanê ye...
 
Têgîna Jineolojiyê cara yekem di sala 2008'an de di pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Sosyolojiya Azadiyê de cih girt. Ji wê demê ve gav bi gav mezin bû û pêşket. Em dikarin bibêjin ku di warê dîtina qonaxa ku Tevgera Jinên Kurd gihaştiye tecrûbeyek girîng e. Ev tecrûbe bi keda gelek jinan ku hat sazûmankirin  di warê qada jinê û zanistên civakî de bûye navendek zanistî. Nagihan Akarsel ku bi salan li ser vê mijarê dixebitî, wekî bersîveke li dijî tunehesibandina jinê û ji kokên wê qetandinê ji bo  Navenda Lêkolîn û Bîrê ya Arşîva Pirtûkxaneya Jinên Kurd kedeke mezin da û ev xebat niha bi vekirina pirtûkxeneyekê li Silêmanî berdewam dikin.  
 
Jineolojî bi gewde dibe
 
Vekirina navenda bîrê ku bi keda Nagîhan û gelek jinên din pêk hat, di heman demê de ji bo bigewdebûna Jineolojiyê gaveke girîng a hatiye avêtin e. 
 
jiyanek alternatîf
 
Jineolojî ji bo ronîkirina dîrokeke ku nayê xwestin û hatiye tunekirin, bi nepejirandina kodên zihniyeta mêrsalar û pergala kapîtalîst a ku jinê paşguh dike, qadên têkoşînê ava dike. Jinên ku ji bo jiyaneke alternatîf li ber xwe didin, bi zanista Jineolojiyê rê û rêbazên têkoşînê pêş dixin. Nagihan ku yek ji pêşdebirên vê zanistê ye, di gotareke xwe de wiha gotiye: “Têkoşîna me ya ku bi îsbatkirina hebûna xwe dest pê kir, niha gihîştiye qonaxa avakirina hebûna xwe ya di warê çînayetî, hişmendiya zayendî, têkoşîna zayendî. Avakirina civakî, têgeh-teorî û sazîbûnê.  Ji bo ku em bibin xwedî paradîgmayeke alternatîf, dixwazim bibêjim ku ev ji bo me şensek mezin e. Pêwîst e ku em vê paradîgmayê baş fam bikin, li gorî rê û rêbazên wê tevbigerin û pêşve bibin. Teoriya hevjiyana azad yek ji rêgezên jiyanî yên bingehîn ên avakirina civakê ye. Di vî derbarî de Abdullah Ocalan, wiha dibêje, 'Yên ku ji êrîşên îdeolojîk ên kapîtalîzmê re vekirî ne, zû dirizin û ramanên wan ji zû pîr dibin." Ji ber vê yekê me paradîgmaya alternatîf pêşxist. Herwiha me di asta sazîbûnê de pirsgirêka hevjîna azad çareser kir. Pîvanên jiyana rast di warê teorîk de çi ne û me pîvanên wê diyar kirin. "
 
Dîroka Tevgera Azadiya Kurd bi komkujî û berxwedanê tijî ye. Lê her komkujî bûye sedema afirandinê. Bersiva herî realîst a 'Çima nayê qedandin, berovajî mezin dibe' ev e ku li hemberî windahiyan bersîv afirandin e. 
 
Cihê ku rêxistina jinê ya ku herî zêde modernîteya kapîtalîst li hemberî wê  têdikoşe, di bîra dîrokî de veşartiye. Ji ber vê yekê jina ku kok û hêza xwe ji nirxên komînal ên civaka xwezayî digire û di heman demê de van nirxan diafirîne, herî zêde bûye hedef.
 
Navenda bîrê bersiva êrîşan e
 
Sedema kuştina Nagihan li Silêmanî jî ev e. Bi taybetî jî hedefgirtina jinên pêşeng êrîşa li dijî bîra civakê ye. Pirtûkxane, Navenda Lêkolîn, Arşîv û Bîrê ya Jinên Kurd ku hat vekirin, li hemberî van êrîşan weke bersivekê ye.
 
Em li Silêmanî ne: Em dizanin ku tu li vir î
 
Ji bo vekirina pirtûkxaneyê di çarçoveya projeyê de em li Silêmaniyê ne. Em Nagîhanê hîs dikin, bi  bi hişmendiyek felsefî ya ku xwe afirandiye û bi hemû ramanên xwe ligel me ye... Ew wekî nûnera eniyekê tê hîskirin, lê hemû hêzên tarî ji bo tunekirina wê bûne yek. Hevalên wî dibêjin, 'Em dizanin ku tu li vir î, rûyên wan hem xemgîn û hem jî kêfxweş e ji ber ku wê hîs dikin. Dibêjin ku ew hîn jî bawer nakin ku ne li wir e û dibêjin ku ew ê meşaleya ji destê wê girtine heta dawiyê biparêzin.
 
Ber bi yekîtiya jinên cîhanê ve
 
Em li bi sedan beşdaran dinêrin û dibînin ku rêwitiya Jineolojiyê li ser zemîna têkoşîna hevpar a ji bo yekîtiya jinên cîhanê pêş dikeve. Li hemberî vê bûyînê, pergalên mêran carek din hêza bîra jinê temaşe kirin û dîtin.