‘Jinan hilbijartin tu car wek rizgariyê nedît’

  • 09:03 12 Hezîran 2023
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan kabîneya nû ya piştî hilbijartinê hatiye avakirin û profîla meclîsê nirxandin û diyar kirin ku desthilatdariya herî zêde dijminê jinê û paşverû ya dîroka komarê ava bûye û pêvajoyeke hilbijartinê ya bi şaibe hatiye jiyîn. Jinan diyar kirin ku hilbijartin tu  car wek rizgariyê nehatiye dîtin.
 
Piştî hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên dema 28’emîn şûnde meclîsa nû hat avakirin û di meclîsê de partiyên wek Huda Par û Partiya Refaha Nû yên destkeftiyên jinan hedef digirin di meclîsê de cih girtine. Di kabîneya nû hat avakirin de jî ji bilî wezîra xizmetên civakî û malbatî, wezîrên jin tune ne. 
 
Aktîvîstên femînîst ku li dijî vê rewşê bi fikar in, îtîrazê vê rewşa bêhêvî û bêaramiyê dikin. Aktîvîstên jin diyar kirin ku ew pêşeroja xwe teslîmê hilbijartinê nakin û wê têkoşîna jinan hîn bêtir xurt bibe.
 
‘Pêşerojek baş ne li bende jinan e’
 
Dildara EŞÎK’ê Gulnur Aksop diyar kir ku desthilatdariya herî paşverû û dijminê jinê ya dîroka komarê ava bûye û ji ber vê jî destkeftiyên jinan di bin tehdîdê ne û wiha vegot: “Di serî de mafê mîrate, nefeqe û qanûna hejmara 6284'an di bin xetereyê de ye. Gotinên wek ‘ çawa îfadeya jinê esas tê girtin’ li pêş me ye. Li dijî Ozlem Zengîn ku got qanûna 6284'an xeta me ya sor e, Fatîh Erbakan ku hîna nehatibû hilbijartin bi aşkera tehdîda ‘em ê bi Ozlem Zengîn re eleqeder bibin’ kiribû. Li meclîsê mêrê ku sê hevjînê wî hene, heye. Di her alî de pêşerojeke baş me napê.”
 
‘Rîska me ya ku em bibin Afganîstan heye’
 
Gulnurê wiha berdewam kir: “Destilatdarî piştî demekê wê hewl bide welat bi hukmên şerîatê bi rê ve biçe. Laîkbûn ji niha ve tê parçekirin. Ji ber vê jî rîska me ya ku em bibin Afganîstan heye. Hevalên Îranê piştî her tevgerê digotin ‘wek me ye’. Lê tevî her tiştî tevgereke xurt a jinê li Tirkiyeyê heye. Di EŞÎK’ê de ji her alî jin ligel hev in û ji bo mafên xwe têdikoşin. Hêza me ya herî mezin yekîtiya me ye.”
 
‘Dixwazin jinan tenê bi malbatê heyî bikin’
 
Endama MYK'ê ya Partiya Çep a Kesk Nevîn Aytekîn jî daxuyakirin ku cihê jinê tenê di destûra bingehîn de heye û dixwazin vê jî rabikin û got: “Bi pêşnûme qanûna nû dixwazin mafê jinan tune bikin. Dixwazin jinan tenê li ser malbatê heyî bikin. Jinên tenê dijîn ji bo wan tune ne. Ger jin dayik be heye wekî din tune ye. Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Hilbijartin tu car nebûn rizgariya me’
 
Aktivîstîfa Piştevaniya Mor Sevde Unal jî wiha vegot: “Pêvajoyek hilbijartinê ya bi şaibe hat jiyîn. Lê jinên mafên xwe li kolanan bi dest xistine tu car hilbijartin wek rizgarî nedîtine. Ji vir şûnde têkoşîna me wê hîn bêtir mezin bibe. Heta ku Huda Par û Partiya Refaha Nû di meclîsê de bin wê têkoşîna me hîn bilindtir be.”
 
Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê Fîgan Erozan jî got tabloya li meclîsê ava bûye ew matmayî nehiştine û got: “Serdestiya mêr wek her tim îro jî li dijî jinan lihevkirin e. Encamên hilbijartinê ferz kir ku hem muxalefet hem jî tevgera femînîst xwe li ber çavan derbas bike. Divê pêvajoya polîtîk bê lêpirsînkirin. Divê her qad çalak bê bikaranîn. Divê em li her derê polîtîkaya xwe bi rêxistin bikin.”