Lîsa Çalan: Min bêriya tevgera bê sînor kiriye

  • 09:04 4 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
AMED - Lîsa Çalan a ku di teqîna 5’ê Hezîrana 2015’an de her du lingên xwe winda kir, anî ziman ku 8 sal derbas bû jî hîn edalet pêk nehatiye. Lîsa, ya ku jiyana wê di nav zehmetiyê de derbas dibe, got wê herî zêde bêriya tevgera bê sînor kiriye.  
 
Di ser êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga "Mirovahiya Mezin" a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk anî û bi sed hezaran kes tevlî bûn de 8 sal derbas bû. Di encama teqîna 2 bombeyên ku li qada ku bi sedan polîs lê bi cih bûbûn de, welatiyên bi navê Ramazan Yildiz, Necatî Kurul, Şehmuz Kaçan, Civan Arslan û Alî Turkmen jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 400 kes jî birîndar bûn.
 
Di doza ku li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sîncan a Rojava ya Enqereyê de 25 rûniştin berdewam kir de, dadgehê biryar da ku dosyaya Îlhamî Balî ji hev cuda bike û Burhan Gok jî ji ber nebûna delîlan beraat kir. Der barê 3 kiryaran de jî ji ber 4 kes qetil kirine û ji ber binpêkirina qanûna bingehîn 5 caran cezayê muebbetê yê girankirî, ji ber teşebbûsa kuştinê û xwedîkirina madeyên xeternak jî 3 hezar sal û 336 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Lîsa Çalan a ku di êrîşê de her du lingên xwe winda kir, ji ajansa me re axivî û banga pêkanîna edaletê kir.
 
* Di serî de ez dixwazim li ser atmosfera siyasî ya pêvajoya teqînê bipirsim. Di pêvajoyek çawa de êrîş çêbû? Armanca vê êrîşê çibû? 
 
Me 8 salên xwe qedand û em ketin sala xwe ya 9’emîn. Beriya 8 salan û îro gelek ferq heye. Ji ber ku 8 sal berê jî atmosfereke hilbijartinê hebû. Atmosfera 8 sal berê ji îro baştir bû. Ji ber ku pêvajoya aştiyê bû. Kurd bêtir li kolanan bûn û dengê xwe bilind dikirin. Hêviyeke pir mezin hebû. Ji ber ku HDP li kolanan û di hilbijartinê de bû. Ji bo me kurdan û gelên Tirkiyeyê perpektîfeke pir nû bû. Wê demê em gelek bi kelecanî bûn ji bo guhertinê û aştiyê. Dema em vegerin roja me ya îro ev atmosfer hatiye guhertin. Atmosfereke bêtir kaotîk e û hilbijartinek dinê jî çêbû. Ev hilbijartin bi heman kelecanê çêbû. Wekî kelecana 2015’an bû. Bi hêviyek pir mezin em ketin hilbijartinê. Navbera wê demê û îro de ferqek pir mezin heye. Ji ber vê jî mirov nikare hemûyan pênase bike. Ji ber ku piştî teqîna 5’ê Hezîranê hemû tişt berovajî û xirab bû. Şerê kolanan û şerê mezin dest pê kir. Her wiha girtinan dest pê kirin. Gelek hevalên me neçar man terka welat kirin, hinek hevalên me jî hatin girtin û hinekan jî jiyana xwe ji dest dan. Demek zor û zehmet bû û niha jî heman tişt e. Niha jî heman tişt hene. Ji ber vê jî nikarim bibêjim ku hin tişt hat guhertin. Niha li hember me atmosferek pir cuda heye.
 
Armanca vê komkûjiyê hilbijartin bû
 
Armanca vê êrîşê hilbijartin bû. Elbet ez ne siyasetmedar im û nikarim wek wan binirxînim. Ji ber ku HDP serkeftinek pir mezin bû û kelecanek mezin di nav gel de çêkiribû. Ji ber vê yekê jî xwestin ev kelecan bişkê. Lê hêviya mirovan bilindtir bûbû. Cihê ku hêvî lê hebe berxwedan jî heye. Cihê ku berxwedan lê heye, serkeftin jî heye. Ji ber vê yekê xwsetin vê hêviyê û berxwedanê bişkînin. Ne bi tenê teqînek çêkirin. Piştî vê teqînê gelek teqînên dinê jî pêk hatin. Wek li Pirsûs, Enqere, Taksîm, Reyna û gelek cihên din jî teqîn û komkûjî pêk hatin. Melesa DAÎŞ û Tirkiyeyê bûbû tiştekî din. Ev yek hîn jî berdewam dike.  
 
* Hûn jî di nav wan kesên ku di teqînê de bi giranî birîndar bûn de ne. Vê teqînê bandorek çawa li jiyana we kir? Zehmetiyên we çi bûn?
 
Gelek kes wê pirs dikin, jiyana te çawa guherî ye, çi qewimî ye? Hêlên neyînî jî hene, hêlên erênî ji hene. Hêlên neyînî jixwe wek fîzîkî êdî ez kesekî berasteng im. Ji ber ku bajar, welat, pergal li gorî berastengan nehatîye sazkirin. Jiyana ku ez di nav kolanan de biherikim tune ye ji ber ku tu cih ji bo min nehatiye amadekirin, tu cih li gor min nehatiye sazkirin. Dawîya dawî jî ew tiştekî pir komplîke ye jî, herdu lingên min jor de çûn û piştre pêvajoya tedawiyê qewimî. Di wê pêvajoya tedawiyê de berpirsiyar divê dewlet bi xwe, hikumet bi xwe bûya. Lê tiştekî wisa çênebû. Tu kesî ew berpirsyariyê negirt ser milên xwe, bar hemû li ser milê me ma. Ji ber wê jî hîn jî tedawiya min berdewam e. Her tim ez çûm  li derve tedawî bûm, li  vir tedawiya min mimkûn nebû û pir bimalîyet bû jî. Ji ber wê jî pir baş derbas nebû. Gelek tedawiyên şaş çêbûn, diktorên ne baş rastê min hatin, însanên ne baş rastê min hatin. Vê jî pêvajoya min a başbûnê pir dirêj kir. Niha jî birînên min ê vekirî hene û ez her tim bi wan re mijûl dibim, her tim di pevajoya başbûnê de me. Hewl didim baş bibim, hewl didim fîzîkî baş bibim ku bikaribim biafirînim, bikaribim karê xwe berdewam bikim, bikaribim li kolanan kêm zêde ji jiyanê qut nebim.
 
Gelek kes ji jiyana min derketin û çûn
 
Gelek tiştên neyînî hene. A rastî jî piranî ez bersiva van a wekî herkes bikaribe vê pevajoyê bibêje û bixwînê ez piranî bi vî rengî bersiv  didim. Lê paşxaneyek din jî heye. Piştî ku lingên min çû bi rastî carcarna ez tenê jî mam, min xwe tenê hîs kirim. Hewl didim xwe di vê civatê de heyî bikim, ez dikim nakim heyî jî nabim. Hem li derdora me, hem malbatî, hem li kolanan, wek politik û siyasî mirovên berasteng di nav civakê de nayên dîtin. Şerê min ê bi vî rengî jî  heye. Dengê me nagihêje tu kesî, bi vî rengî jî ez li berxwe didim. Gelek hêlên neyînî çêbûn. Mînak gelek hevalê min ji jiyana min derketin û çûn. Wek min berpirsîyar dîtin, wek ez berpirsîyarek mezin im. Ji ber ku pewistî heye ku her tim mirov bi min re hevkariyê bikin û bi min re bimeşin û bikaribin alî min bikin. Ew tişt pir jî nebû. Helbet hevalê min ên li ba min hebûn, alîkarî dikirin, di pevajoya min a nexweşxanê de li cem min bûn. Lê ji bo vî tiştî jî min bi têra xwe li ber xwe da. Ji bo ku hebim, ez jî li vir im. Fikrên min dev ji hebûnê jî berde, mezintir bû di aliyê bîrdozî, felsefe û nêrîna min a li ser jiyanê de. Ew mesela teqînê empatiya min zêdetir kir û ez bûm mirovek empatîk. Bi awayekî cuda li jiyanê dinêrim.
 
Dixwazin ji bo guherînê rolek min jî hebe
 
Bêtir li berxwe didim. Berê lingên min hebû îro tune ye, ev hêzek pir mezintir da min û bêtir rastî jî min li berxwe da, bêtir min bala xwe da civatê, bêtir min bala xwe da politikayê, bêtir min çîrokên kurdan nêrî. Ji ber ku ez dibêm qey herî pir ê berastengê wê heye ev gel e, Gelê Kurd e. Ji ber ku her tim êrîş û şer heye. Berastengê me gelek pir in û bi vî rengî jî xebat rastî jî gelek kêm in. Îro mînak hilbijartin çêbû, ew rexneyeke ku ez dikarim polîtîka me, perspektîfa me bikim; qadek ji bo berastengan nehat vekirin, kêm man. Ez jî hewl didim ku bibim  dengê wan mirovên ku nayên dîtin. Ez dikarim bibêjim ku tenêtîyekê dest pê kir, lê hemberî tenêtîyê jî berxwedaneke mezin piştî 2015’an di nav jiyana min de dest pê kir. Anha bêtir dixwazim fîlman çêbikim, bêtir dixwazim dengê xwe bilind bikim, bêtir dixwazim ji bo guherînê rolek min jî hebe.
 
*Ji bo tedawiya xwe hûn çûn ku derê û ev pêvajo ji bo we çawa derbas bû?  
 
Di googlê de dema mirov lê dinêre hemû bîranên mirovan derdixe pêşiya mirov. Min jî lê nêrî dinivîsand ‘ez çûme 72 bajaran.’ Di nav van 72 bajaran de welat hene. Ez ji bo tedawiyê çûm Awûstûralya, Elmanya, Swîsre, Hollanda… Ez bajar bi bajar, welat bi welat ji bo ku ez bikaribim baş bibim û jiyana xwe bidomînim ez li nexweşxaneyan geriyam. Gelek kesan ji min re digot ‘tu digerî, kêyfa te li cih e.’ Lê xwezî ger bûya. Lê mesela min ne ger e. Ez diçim nexweşxaneyan û ji bo min pir baş jî derbas nabe. Ez bi vîzeyê diçim welatan. Ez ne welatiya wan welata me û ji ber vê yekê jî bi vîzeyê diçim û çûyîna min rastî jî gelek zehmet e. Ji ber ku pere, nav, ziman cuda ne. Divê ez van hemûyan baş organîze bikim ku ji bo zehmetiyan nekişînim. Kesên ku ez wan nasnakim diçim malên wan dimînim. Bi vê yekê hevalên min ên gelek baş jî çêbûn. Ev kes heta niha di jiyana min de bûn. Min wan di pêvajoya tendûristiya xwe de nas kir. Hertim deriyê wan ji min re vekirîbû û alîkariya min dikirin. Hêla herî xweş bi tenê ev yek bû. Kesên ku berê qet ne di jiyana min de bûn îro di jiyana min de di cihê herî xweş de cih digirin. Ez dikarim danûsandinê bikim. Ez ji wan re behsa çîroka xwe dikim. Ev yek jî enerjiyek xweş çêdike û saz dike.  
 
* We ji aliyekî ve serdemek giran derbas kir, ji aliyê din ve we bi israr jiyan, hilberandin û xebata xwe domand. Hûn berxwedan û motîvasyona xwe li ser çi esas digirin?
 
Ev pirseke pir kûr e, ji ber vê jî ez nikarim sedî sed bibersivînim. Pir caran min hewl da ku bersiva vê pirse bidim. Lê zehmet e. Ji ber ku gava ku tu ji dayik dibî bingeha sosyolojiyê çibe tu jî li gorî wê sosyolojiyê mezin dibî. Mejî û fikra te li gor wê xwe saz dike. Ew wîjdana, sekn, felsefe û bi doza te tê honandin. Ez di nav malbateke politîk de mezin bûm û her tim di bin tundiya devletê de bûn. Di dema salên 90’î de jî êrîşek pir mezin hebû. Di nav wê pêvajoyê de tekoşîn jî ji xwe berê çêdibû. Ez nikarim bêjim “ew tişt” çêbû ku ez îro xurtir im û baştir dikarim li berxwe bidim. Ew pevajoyek pir dirêj e û di wê pêvajoyê de tu çêdibî. Karakter û şexsîyeta te çêdibe. Ê min jî bi vî rengî çêbû. Nayê gotin ku ez piştre fêr bûm. Jixwe ez wisa mezin bûm.
 
Jiyana min di nav berxwedanê de bû
 
Carcarna helbet moral û motîvasyona mirov dikeve, mirov dev jê berdide. Ji ber ku her roj pir nûçe tên pêşiya me û nûçeyên ne baş in. Te dieşîne û tu xwe kêm hîs dikî. Carna nikarî tiştekî bikî, carna tenê du peyv dikî û paşve diçî. Lê di bingehê de motîvasyoneke pir mezin heye. Baweriya ku berxwedan tê civakê û jiyanê li ku disekinîne, bawerîyek min a bi vî rengî heye û ew bawerî jixwe berê çêbûyê. Ji ber vê yekê jî jiyana min bi vê halî derbas bû û wê bi vî rengê jî berdewam bike.
 
* Bi rastî jî piştgiriyek bi we re derketiye holê. Ev piştgiriyek çawa bû û hê jî didome? Wek mînak têkiliya we bi malbatên kesên ku di wê teqînê de jiyana xwe ji dest dane re heye?
 
Xebatên me yên hevkar çêbûn, lê mixabin malbatên teqîna 5’ê Hezîranê hinek bêxwedî man. Wekî doz malbat tenê man. Rastî min pir li berxwe da, li hemberê hevalên me şer kir. Dozên me di destpêkê de tenê derbas bûn. Ez û malbatek tenê diçûn. Piştre me bi malbatên 5’ê Hezîranê re însiyatîf ava kir. Lê mixabin malbatên me hemû xeyîdîne, ji ber ku xwe tenê hîs kirin. Wek însiyatîf jî em niha bi tenê çend kes malbat hene. Çend rojên din bîranîn heye, lê malbat naxwazin biaxivin. Ji ber ku xwe bi tenê hês dikin. Di vê hêlê de jî me partiya xwe rexne kir û ji bo ev mesele çareser bibe me gelek caran civîn jî girt. Lê elbet em partiyê jî fêm dikin. Ji ber ku piştî komkûjiya 5’ê Hezîranê gelek teqînên mezin û komkûjî hatin jiyîn. Elbet herkes nikare xwe bigihîne li her derê. Lê divê demek şûnde divê mirov vegere xwe û rexnedayînekê bidin. Bi rastî di vî aliyî de gelek sazî û partî jî kêm man. Em hîn jî li bendê ne ku ev pirsgirêk çareser bibe. Divê dilê malbatên 5’ê Hezîranê bê girtin. Ji ber vê yekê jî ez tam nikarim bibêjim ku hevkarî çêbû. Min zêde hewl da û hin malbatan jî tevlî vê meseleyê kir. Bi rastî ez jî têra xwe westiyame. Lê divê hemû kes berpirsyariyê bigire ser milên xwe. Divê hemû kes piştgiriya hevdû bike û li cem wan be.   
 
* Weke hemû bûyerên qetlîamê, di vê dozê de jî edalet pêk nehat. Hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin? Çima edalet pêk nehat?
 
A rastî doza 5’ê Hezîranê li aliyekî ve hat girtin. Kesên ku teqîn kirin hatin cezakirin, lê doza polîsên ku wê demê li qadê bûn berdewam dike. Ji ber ku pir nebû rojev ev doz ev qas dirêj jî bû. Lê mixabin di nav pêvajoyê de winda bû. Ger ku polîsên di vê dozê de ceza bigirtana, dê doza Pîrsûsê de jî kiryar ew ê bihatana cezakirin. Lê dema mirov xwedî dozê dernekeve dozên dinê jî winda dibin û diçin. Ya din jî divê mirov ji bo edaletê tu carî dev jê bernede. Pergal jî vê yekê nade destên te. Ji ber ku hemû bûne yek perçe. Biryar ji yek kesekî derdikeve û hertişt bi xwe re girêdayîye. Edalet ne bi tenê di doza 5’ê Hezîranê de, lê edalet niha li tu cihî tune ye. Li vî welatî divê bi zorê tu edaletê bi cih bînî, lê ew jî bi cih nayê. Mirov dikare berfireh li ser vê mijarê biaxive. Bi tevî vê rastiyê divê em dev ji lêgerîna edaletê bernedin. Em bidin pey doza xwe. Tişta ku em rexne dikin ev e. Ji ber ku em di vê hêlê de kêm dimînin. Ji bo ku edalet bi cih were û em dev ji xwe bernedin dev ji doza xwe bernedin. Di jiyana me de tişta ku em birçîyê wê ne edalet e. Ji bo sazkirina edaletê jî divê em dev ji doza xwe bernedin. Xalek biçûk jî hebe em bidin ser şopa wê.   
 
* Hûn ê têkoşîna xwe ya din a edaletê çawa bidomînin? Bangek we heye?
 
Banga min ji hemû kesî ew e ku xwedî dozên xwe derbikevin. 5’ê Hezîran, Pîrsûs, malbata Emîne Şenyaşar be û li ku dibe bila bibe divê em wek gel hay jê hebin û bi hev re bimeşin. Encax wê demê baweriya me bi hevdû bê. Ger ku bawerî neşikê em dikarin şerê xwe bikin û dengê xwe bilind bikin. Lê ger bawerî were şikestin ez bawer nakim ku motîvasyon were avakirin. Lê ez ê di her aliyî de têkoşîna xwe bê navber bidomînim.  
 
* Piştî ev hemû tiştê ku hûn jiyane, ez dixwazim pirsek kesane bipirsim. Tu îro ji jiyana xwe ya beriya teqînê bêriya çi dikî?
 
Ez carna naxwazim vê pirsê zêde li xwe bikim. Dema ez vê pirsê li xwe dikim bîranên min zêdetir derdikevin pêşiya min. Bîranîn carna pêşiya mirovan digire ku mirov gav bavêje nav jiyanê. Ez hewl didim bi bîr neynim gelek tiştan, ku ez bi bîr tînim lê digerim, di jiyana xwe de kêm hêst dikim. Dema ez dikevim nava wan hestan êdî nikarim jiyana xwe berdewam bikim û li pêşiya xwe binêrim. Ji ber ku çû. Dema di civatê de mijarên berê vedibin jî kêm diaxivim. Lê ez gelek bêriya tiştan dikim. Min pir tişt winda kir. Hevalên herî baş winda kir, min pisîka xwe winda kir, min xweza winda kir. Ez ji xweza û çiyayan gelek hez dikim. Ez gelek hez dikim ku di nav çiyayan de bimeşim. Ez bi xwe jî ji meşê gelek hez dikim. Îro ku ez bixwazim herim aliyê çiyayan ew derfetê min tune ye. Ger ez hewl bidim û bidim zorê bikaribim. Lê ew hêz tune ye. Ji ber ku dema mirov nigê xwe datîne erdê hêstek heye. Ez mirovek gelek çalak im. Ji ber van taybetmendiyê min di nav tevgerê de ji hêdîbûnê hez nakim. Lê ez niha neçar im ku hêdî tev bigerim. Ji ber ku laşê min bi sînor e. Ez bi xwe jî ji sînoran hez nakim. Lê jiyana min kêm zêde bi sînor e. Hêrî zêde bêriya tevgera bêsînor dikim. Ji ber vê yekê jî ez zêde naxwazim bîranînên xwe bînim ser ziman.