Jinên Femînîst di Partiya Çep a Kesk de bi biryar in

  • 09:11 10 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Jinên femînîst diyar kirin ku ev hilbijartin ji bo jinan gelek krîtîke û ne tifaqa Cumhur ne jî tifaqa Mîllet ji bo jinan hêviyê nade, ji bo nûneriyeke xurt a jinê wê  dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
 
Ji hilbijartinan re demek kurt ma û xebatên hilbijartinê bê navber didomin. Jinên femînîst diyar kirin ku  tifaqa Cumhur bi partiyên wekê Huda Par û Yenîden Refah re hevkarî kiriye û ji bo jinan xetereyek mezine û bi tifaqa Mîlet jî bawer nakin. Jinên femînîst got Partiya Çep a Kesk jî ji têkoşîna jinan nas dikin û wê ji bo nûneriya wekhev a jinan a di meclîsê de wê dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
 
‘Di têkoşîna jinan de ji xwe em bi hev re bûn’
 
Femînîst Tugçe Kizildemîr da zanîn ku wê jinên femînîst denga xwe bidin Çep a Kesk û wiha got: “Partiya me ya berê HDP bû. Niha em bi Çep a Kesk re têdikoşin. Yek ji destkeftiyên jinan Peymana Stenbolê bû. Desthilatdariyê çav berda destkeftiyên me. Niha bi Partiya Yenîden Rehat dixwaze qanûna hejmar 6284 rake. Ji ber vê bi Çep a Kesk re bilindkirina têkoşînê gelek girîng e. Li gorî partiyên din nûneriya jinê di Partiya Çep a Kesk de hîn bêtir zêdeye. Em ê ji bo nûneriya wekhev têbikoşin.”
 
‘Em dizanin têkoşîna jinê dimeşîne’
 
Xwendekara zanîngehê femînîst Denîz Anur jî balkişand ser tifaqa Cumhur ya bi Huda Par û Yenîden Refah re ava kiriye û wiha domand: “Ji bo jinan pêvajoyek girîng destpê dike. Ez bi tifaqa Mîllet bawer nakim. Têde Meral Akşener ya bi zîhniyeta serdet siyasetê dimeşîne heye. Ji ber vê denga xwe nadim wan. Di dile min de Partiya Çep a Kesk heye. Ez baş dizanim ku têkoşîna jinê dide.”
 
‘Ne Cumhur ne Mîllet’
 
Ji Pîrebokên Kampusê Rozana Urkun jî anî ziman: “Tifaqa Cumhur dijminê jinê ye. Di tifaqa Cumhur de kesên ku îmzeyê davêjin polîtîkayên dijminê jinê hene. Tercîha me Tifaqa Ked û Azadiyê, Partiya Çep a Kesk e. Ji bo gotina femînîstan, LBGTÎ’yan bibe meclîsê diçe hilbijartinan. Ji ber vê ji bo Partiya Çep a Kesk deng dayîn pir girînge.”
 
Ji Demîr Leblebî Elîf Kuçukakgul jî axivî û diyar kir ku  wê ewi li alî mezinkirina têkoşîna azadî û femînîst bin û wiha vegot: “Tifaqa burjuvayê binpêkirina ked û jinê mezin dike, pêşî li kuştinên jinan nagire û bi projeyên wek zanîngehên jinan, jinê ji civakê dûr dixe. Tifaqa Cumhur êrişê destkeftiyên jinan dikin.  Li dijî vê  em ê li aliyê ku têkoşîna jinan mezin dike bin. Em ê li alî têkoşîna ku azadî û kedê mezin dike bin.”