Parêzer bi biryar in: Wê ewlehiya hilbijartinê bigirin

  • 09:07 9 Gulan 2023
  • Ramyarî
Melek Avci
 
ENQERE - Parêzer Arzû Kurt diyar kir ku parêzer ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatên hevpar didomînin û got, "Em bi bertek û bi hev re parastina ewlekariya hilbijartinê dikarin pêk bînin ji bo ku operasyon û astengî bandorê li encamên hilbijartinê nekin."
 
Hefteyek ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re man û xebatên partiyan ji bo amadekariya hilbijartinan bi lez û bez didomin. Ji aliyekî ve jî hem xebatên partiyan, yên saziyên sivîl û  parêzeran jî ji bo ewlekariya hilbijartinê berdewam dikin. Hiqûqnas hatin ba hev da ku hilbijêr bêyî gef û manîpulekirinê dengê xwe bikaribin bi kar bînin û bi giştî mafê dengdanê bê parastin. Di vê çarçoveyê de Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ya Enqereyê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Hevgirtina Hiqûqnasan, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz wekî Hiqûqa Civakî 6 sazî hatibûn gel hev û platforma, "Em hiqûqnas li vê derê ne" ava kiribûn û peyama ku wê ewlehiya hilbijartinê bigirin dabûn.
  
Em bi parêzera OHD'ê Arzu Kurt re hem xebatên vê platformê û hem jî derbarê ewlehiya hilbijartinê de axivîn.
 
Platforma 'Em hiqûqnas li vir in'
 
Arzu di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser avakirina Platforma "Em hiqûqnas li vir in": "Bi hilbijartinê re fikarên saziyên hiqûqê zêdetir bûn. Ji ber ku tecrûbeyên me yên hilbijartinê dinê hebûn. Saziyên me di nav xwe de karbeşiyek kirin û ji ber ku di pêvajoyeke wisa de piştevanî girîng e. Di 2 û 3 hilbijartinên derbasbûyê de bi taybetî ya sala 2015'an de me xebatên xwe kir yek. Me hewl da bi xebatên hevpar hêza xwe mezin bikin. Ji ber vê yekê me Platforma 'Em hiqûqnas li vir in' ava kir."
 
Arzû da zanin ku tişta girîng ewlehiya hilbijartinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 18'ê adarê de YSK'ê starta hilbijartinê da. Li Tirkiyeyê ji aliyek erdheja ku bandorê li jiyanê kiriye heye û ji aliyek jî atmosfera siyasî heye. Ji ber vê sedemê jî divê ewlehiyek baş ji bo hilbijartinê bê girtin. Me biryarek wisa da ku xebateke wisa bidin meşandin."
 
Ji bo ewlehiyê organîsazyona perwerdê
 
Parêzer Arzu, destnîşan kir ku wek parêzerên ku di nava platformê de cih digirin perwedeyên taybet hatin amade kirin û got: "Me li Enqerê di nava xwe de plansaziyek çêkir. Bi endamên xwe yên nû û yên berê re, her wiha bi endamên saziyên din re û her wiha bi kesên dildar re perwerdeyek organîze kir. Me ji bo ewlehiya hilbijartinê perwerde da. Bi taybetî perwerde ji bo parêzeran bû. Di nav de Enqere jî heyî bi hemû Baroyên herêman re, partiyên siyasî re ketin nava têkiliyê. Me hewcedariyên xwe tespîtkir. Li gorî hejmar û kapasîteya xwe me plansaziyek çêkir. Niha li Enqerê li her navçeyê parêzerek ji platformê heye. Diyare ku em nikarin xwe bighînin her derê lê her kesek jî dikare bi rihetî xwe bighîne wan parêzeran."
 
Li herêmên erdhejê hilbijartin
 
Arzu di axaftina xwe de wiha bal kişand ser 11 herêmên erdhejê: "Platform li Enqerê hat avakirin, lê belê li gelek deveran nûnertiya me û şaxên me jî hene. Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê li 12 deveran şaxên wê hene. Gelek ji wan jî li herêmen erdhejê ne. Fikarên me ya li hemberî herêmên erdhejê cûda ne. Ne tenê parêzer û hiqûqnas dikarin ewlehiya li vir bigirin. Piştî ragihandina hilbijartinê ya YSK’ê li herêmên erdhejê koçberî pêk hatibû jî. Ji neçariyê ev herêm vala bû. Welatiyên li Hatay û Mereşê bêtir koçber bûn. Di destê me de daneyeke rasteqîn nîne lê nêzî 10 milyon welatî ji erdhejê bi bandor bûn û milyonek 600 kes jî koçberê bajarên din bûn. Ji bo qeyda kutukan diviya xebateke lêz û bez bihata kirin. Gelek kesên li derveyî herêmên erdhejê qeydên xwe yên hilbijêran çêkirin. Lê em dizanin ku gelek kes ji ber gelek sedeman nekarin qeydên xwe pêk bînin. Di rewşeke wisa de em nikarin encamekî bînin ziman. Qeydeke baş ên miriyan û windayan nîne. Dibe ku li şûna kesên mirî û windayan deng bê bikaranîn."
 
'Berpirsiyarî girêdayî wezîfedarên sindoqan e'
 
Parêzer Arzu Kurd diyar kir ku divê endamên lîjneya sindoqan, partiyên siyasî û hemû sazî di hilbijartinê de berpirsiyariya xwe bînin cih û wiha bi lêv kir: "Li herêmên erdhejê, di parastina sindoqan de berpisiyarî girêdayî wezîfedarên sindoqan e. Divê kontrola nasnameyan baş bê kirin, beyî bê teyîdkirin bila deng neyên bikaranîn. Her wiha ji bo kesên berpirsiyarî girtinê jî divê belgeyê wezîfeyê bê xwestin. Li herêmên erdhejê sindoqên ku li konan de hatine danîn divê ewlehiya qadê baş bê girtin. Em ê şopdarên wan hemû tiştan bibin. Heke em di wan tiştan de baldar bibin riska heyî dê bêtir kêm bibe. Bi taybetî li herêmen erdhejê welatî tevlî ewlehiya hilbijartinê bûn. Ji bo parastina sindoq û ewlehiya hilbijartinê divê em hişyar bin û bertekên xwe ya li hemberî bûyerên ku pêk bên nîşan bidin."
 
'Operasyon dê encamê neguherîne'
 
Arzû, diyar kir ku bi hev re dikarin ewlehiya hilbijartinê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi operasyonê parêzerên ku di ewlehiya hilbijartinê de cih digirtin hatin hedef girtin. Rojnamegerên ku heqîqetê radigihînin jî hatin girtin. Ev operasyon li hemberî ewlehiya hilbijartinê pêk hat. Îkîdara siyasî bi hêza dewletê, hêza şîdet û talîmatên ji bo darazê pêvajoyê dixe nav xetereyê. Li hemberî partiyan êriş pêk tên, li hemberî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk 5'an zêdetir êriş pêk hatin. Bi keyfî xebatên wan hatin rawestandin û xebatkarên wan hatin binçavkirin û bi êrişan re rûbirû man. Li dijî vê yekê bertek nîşandan girîng e. Ev astengî û operasyonên ku pêk tê dê encamê neguherîne û em ê bi hev re ewlehiya hilbijartinê bigirin."