Li Çîglî avakirina jiyana komununal

  • 09:05 7 Gulan 2023
  • Rojane
Dîlan Babat
 
MEREŞ - Piştî erdhêjê welatiyên Çîglî ku alîkariyên dewletê nepan, bi hêza xweser jiyana komkun ava kirin. Çîglî ji sê taxan pêk tê û alîkariyên tên bi awayekî wekhev tên parvekirin. Pelîn Renklîtepe ya di koordîneyê de cih digire got dem ne dema şîngirtinê ye dem dema têkoşînê ye.
 
Di ser erdhêjê de 3 meh derbas bû û welatiyên ji desthilatdariyê alîkarî negirtin bi derfetên xwe ketin pêvajoya ji nûve avakirina jiyanê. Yek ji van cihan taxa Çîglî ya Mereşê ye. Li wir piştevaniyek mînak heye. Li Çîglî 350 mal hene. Nîvê şêniyên taxê li Mereş an jî Dîlokê rûdinin. Li taxa ku 33 kesî jiyana xwe lê ji dest da, xeta fayê bin taxê re derbas dibû û ji ber vê hilweşînek mezin lê çêbû.
 
Piştevaniya sê taxan
 
Welatiyan bi derfetên xwe jiyana komunal ava kirin. Gundiyan bi alîkariyên ji derveyê welat hatiye kirin bûn xwedî konteynir û ji ber konteynir biçûk bûn bi brandayan mutbex çêkirin. Ne tenê mutbex, serşo, tuwalet jî çêkirin.
 
Yek ji kesên ku di avakirina jiyana komun de rola wê heye Pelîn Renklîtepe ye. Pelîn ji ajansa me re axivî. Pelînê diyar kir ku demên ewil zehmetÎ kişandine û got: “Li gund tu ragîhandin tunebû. Kes nedihat gund û nediçû. Mirov sê rojan bin kavilan de man. Têkoşîn ewil ji aliyê ciwanan ve hat destpêkirin. Ciwanan kepçeyek anîn û mirovên bin kavilan de derxistin. Yên zindî derketin. Yên mirî derketin. Ez erdhêjê de li Mereşê bûm. Dewletê tu tiştek nekir."
 
‘Alîkariyên tên wekhev tên parvekirin’
 
Pelînê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser karên ku dikin: “Piştre gel derbasî konan bûn. Me li sê taxên xwe jiyanek nû ava kir. Me hevalên dildar ava kirin. Alîkariyên tên kordîne dikin û wekhev parve dikin. Çi kêm be em bi têkoşîna xwe dikin. Me kepçe girt me kanalîzason çêkir. Bavê min hosteyê tesîsatê ye ava çavkaniyê ya ji çiya dihat diçû malekê. Lê me li hemû konteyniran belav kir. Niha ne pirsgirêka me ya avê ne jî ya tuwaletê heye. Ji bo ava germ jî me şohbenên bin kavilan de derxistin û li serşoyan bicih kirin. Me bi derfetên xwe ceyran jî çarser kir. me pergalên înternetê jî ava kirin.”
 
‘Em bi hev re bi serketin’
 
Pelînê da zanîn ku li taxê 12 kes berpirs in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em sê tax in. Her kes ji herêma xwe berpirse. Ji taxa me em 12 kes berpirsin. Çi destê kê de em bi hev re dinirxînin. Me bi hev re karê xwe kir. Em bi hev re biserketin. Me jiyana komun li taxên xwe pêk anîn. Em alîkariyên tên jî bi hev re dinirxînin.”