Li dijî girtin û binçavkirinan bertek: Wê winda bikin

  • 09:03 1 Gulan 2023
  • Ramyarî
Rahîme Tekîn
 
QERS - Ji hilbijartinan re demek kurt ma û hîna girtin û biçavkirin didomin. Namzetên partiya Çep a Kesk yên Qersê û dildarên partiyê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku deshtilatdariyê fêm kirye ku wê winda bike hewl dide pêvajoyê sabote bike û got çi dikin bila bikin wê desthilatdarî winda bike.
 
Jinên Partiya Çep a Kesk diyar kirin ku desthilatdariya ku fêm kiriye wê winda bike êrîşÎ muxalîfan dike. Navenda wê Amed li 21 bajarî operasyona qirkirina siyasî pêk hat û rojnameger, siyasetmedar, hunermend û parêzer jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin. Ji van kesan 48 kes li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik hatin girtin.
 
Ji hilbijartinê re demek nêz ma.  Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Gulcan Alp, dildara partiyê Guner Hatay der barê binçavkirin û girtinan de axivîn.
 
Gulîstanê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya fêm kiriye winda dike êrîşî muxalîfan dike û got : “Bi ser nêzî 200 malî de hat girtin. Ji sedî zêde hevalên me hatin binçavkirin. Gelek hevalên me hatin girtin. Ev berdewama operasyona qirkirina siyasiye. Bêguman girêdayê pêvajoya hilbijartinê ye. Ev êrîş darbeya li hember sindoqan e.  Lİ her derê buroyên me tên vekirin xebatên me didomin û coşa gel destilatdarî tirsandiye.”
 
‘Em ê desthilatdariyê bişînin’
 
Gulîstanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebatkarkên çapemeniya azad, parêzerên OHD’ê, Partiya Çep a Kesk, xebatkarkên HDP’ê û gel wê dest ji xebatên xwe bernedin. Bi salane ew digirin, bi zextan hewl didin biçewisînin. Lê binêrin em hîna li qadan e. Em ê desthilatdariyê bişînin.  Tu kes nikare dengê çapemeniya azad bibire.  Di Her pêvajoya hilbijartinê de heman lîstik heman fîlm tên lîstin. Ez vê lîstika qirêj, zîhniyeta kumpasê şermezar dikim, lanet dikim. Gel wê desthiladariyê bişîne ser sergoyê dîrokê. Em şûnde gavê navêjin. Wê têkoşîna me li her derê bidome.” 
 
‘Wê gel bersivê bide’
 
Namzet Gulcan Alp jî axivî û bertek nîşanê girtin û binçavkirinan da û wiha vegot: “Ev operasyon bi armanca sabotekirinê tên kirin. Armanca wan çewisandina mirovan e. Lê wê bisernekein. Wê serê tu tiştekî nikaribin bigirin. Gel wê di 15’ê Gulanê de bersiva wan bide. Divê hevalên me yên hatine girtin demildest bên berdan.”
 
‘Ji siya me jî ditirsin’
 
Guner Hatay jî daxuyakirin ku dema mijar dibe gelê Kurd êrîşên wan li pey hevin û wê jî ev tişt bi lêv kir: “Hevalên me yên hunermend, rojnameger, parêzer di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û girtin. Ji me ditirsin. Ji siya me ditirsin. Ev jî nîşan dide ku em ê 15’ê Gulanê de bi coşek mezin bêjin em hene. Hêviya me eve ku 15’ê Gulanê bibe roja aştî û azadiyê.”