Leyla Kalin: Jin ji xwe û ji bedena xwe dûrdikevin

  • 09:10 25 Nîsan 2023
  • Rojane
 
 
Dîlan Babat
 
HATAY - Endama Meclisa HDK'ê Leyla Kalin bal kişand ser rewşa jinan ên li herêmên erdhejê dijîn û diyar kir ku dûrketina jinan ji bedena xwe li konan bêtir zêde bûye û got: “Pêvajoyeke travmayê heye. Lê jin bêtir travmayê dijîn û ji xwe û ji bedena xwe dûrdikevin."
 
Di ser erdheja ku li navenda Mereşê pêk hat zêdeyî 3 meh derbas bûn. Li herêmên erdhejê ji tenduristiyê bigire heta perwerdê û ji kar bigire heta jiyana rojane pirsgirêk berdewam dikin. Bi taybetî bi van pirsgirêkan re bêtir jin rûbirû dîminin. Jin li mal û konan de zarok, pir û kalan xwedî dikin, paqijiyê dikin, xwarinê çêdikin û hwd. Ev tişt dibe sedem ku jin ji xwe û ji bedena xwe dûr dikevin. Ji xwe re dibin biyanî. 
 
Leyla Kalin, ji roja ewilî heta niha wek endama Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Hatayê xizmeta tenduristiyê dide. Leyla behsa kar û barê xwe ya li herêmê kir. 
 
Qadên taybet ên jinê heye an na?
 
Leyla, diyar kir ku demek dirêje dixebite û wiha dest bi axaftina xwe kir. "Em li qadan dixebitin. Me hevdîtin bi jinan re pêk anî. Di çarçoveya hevdîtinan de be xebatên tenduristiyê jî da meşandin. Di hevdîtina jinan de me hîn mijaran girt dest, Gelo qadên taybet ên jinê heye an na? Gelo ji bo xwe dikarin dem veqetînin? Gelo pirsgirêkên jinekolojiyê dijîn an na? Her wiha em ji wan dipirsîn gelo pirsgirêkên wan ên vajînal a xwirî heye an na? Ev wan tiştan dipirsin. Ji bo me ev tişt girîng in. Niha gelek jin nikarin bi rêk û pêk serê xwe bişon ev tişt dibe sedema nexweşiyan. Gelek jin bi zikêşî serî li me dididin. Sedema vê yekê jî hêj jî tualetên saxlem û paqij nehatine avakirin û ji neçariyê li avahiyên xisar dîtî de hewcedariyên xwe pêk tînin."
 
Vegotina pirsgirêkan a jinan 
  
Leylayê da zanîn ku li malê çawa ked didan niha jî li konan heman kedê didin û wiha bi lêv kir: "Xwedîkirina zarok, pir û kal hemû jî li pişt jinê ye. Dema em bi jinan re derbarê şîdetê de diaxifin em dibînin ku di vegotinê de zehmetiyan dikişînin. Dema em li taxekî bi 30-40 jinan re tên cem hev, an li cem wan jinan xwesî an gorim û an jî xaletek heye. Ji ber vê jî nikarin rihetî biaxifin. Piştî demek şûnde tên xwe dighînin me û dixwazin bi serê xwe biaxifin û pirsgirêkên xwe vebêjin."
 
'Kontrola welidînê nikarin bikin'
 
Leyla, daxuyand ku li herêmên erdhejê derbarê plansaziya malbatê de heta niha tiştek nehatiye kirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di civînan de em dibînin ku jin nikarin bi rihetî behsa rewşa xwe ya kontrola welidînê bikin û ji ber vê jî em yek bi yek hevdîtinan pêk tînin. Divê ji bo plansaziya malbatê pergaleke hevdîtina rûbirû bê avakirin. Li gelek herêman niha jî xizmetên tenduristiyê nayê dayîn. Tenê navendeke tenduristiyê ya malbatî xizmetê dide 8 gundan. Ev tişt jî dibe sedem ku jin nikarin biçin û derbarê kontrola welidînê de xizmetê bigirin. Neşopandina ducanîbûnê, aşînekirina zarokan, pirsgirêkên sereke ne."
 
'Divê bi xwe memikên xwe kontrol bikin'
 
Leyla, destnîşan kir ku di hîn mijaran de me rê û rêbaz nîşanî jinan da wek kontrola memikan û got: "Jin bi xwe jî dikarin memikên xwe kontrol bikin li dijî pênceşerê. Demek dirêje ku jin ji ber ku di konan de di rewşeke ne baş de dijîn biyaniyê bedena xwe bûne. Em her carî ji jinan re dibêjin di vê mijarê de baldar bin her tim bi xwe kontrola memikên xwe bikin."
 
Nexweşiya zarokan 
 
Leyla di axaftina xwe de wiha bal kişand ser şewba ku di nava zarokan de belavbûye: "Zarok bêtir nexweş dikevin. Di nava zarokan de bêtir şewb heye. Gelek malbat piştî erdhejê li yurdên xwendekaran û otelan hatin bicihkirin. Li wan deran her tişt bi hevkarî hatin kirin. Hem li vir û hem jî li gundan bêtir nexweşiya kurmê rûviyan zêdetir bû. Me malbatan derbarê vê nexweşiyan de agahdar kir. Dê çawa bê rawestandin divê çi tedbîr bên girtin me wan agahdar kir. Niha demsala havînê li pêş me ye û nexweşiyên cudatir dê derkevin. Ev tişt hemû dê ji bo jinan bibe bargiraniyek din. Paqijiya kon, zarok û derdor hwd. hemû li ser milê jinê ye. Ji ber vê jî barê parastina xwe ji nexweşiyan jî dikeve ser pişta jinê. Em derbarê mijarê de bi jinan re hevdîtina pêk tînin û qala tedbîran dikin." 
 
Çareserî bi hevkariyê pêkan e'
 
Leyla, diyar kir ku bi taybetî li gundan jiyana komînal çend wisa neyê binavkirin jî jiyaneke hevpar pêşketiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gundan di navbera jinan de jiyaneke hevpar heye û kar û barê xwe parvedikin. Dema ev kar tê kirin divê mêr jî tevlî kar bibe. Ji bo vê jî divê bêtir jin bên xurtkirin û bihêzkirin. Divê jin bizanin ku hemû karê ku dike ne aîdê wê ye. Belê pêvajoyeke zehmet e lê nayê vê wateyê ku derbas nabe. Çareserî bi hevkariyê pêkan e."