Mîrîam Frîedîng: CPT neçar e agahiyê bide me hemûyan

  • 09:13 17 Nîsan 2023
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Parêzer Mîrîam Fîedîng a di heyeta ku hat serdana Tirkiyeyê de cih girt wiha got: “Divê Ewropa êdî bizanibe hikûmeta Tirkiyeyê nabe dost. CPT neçar e agahiyê bide me hemûyan. Ne pêkan e ev agahî wek sir bên veşartin. Niyeta Tirkiyeyê tune ye agahiyê bide me. Lê hewcedariya me heye em agahiyê bigirin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha ji Abdullah Ocalan, girtiyên gel wî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim tu agahî nayê girtin. Parêzerên Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pê re hevdîtin kiribûn û ji bo hevdîtinan bikin hem ji qada navneteweyî hem jî ji Tirkiyeyê bi hezaran serlêdan hatin kirin. Serlêdanên hatin kirin bê bersiv man û bi hincetên cezayên dîsîplînê hatin astengkirin. Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropayê (CPT) di meha îlona 2022’yan de diyar kiribû ku çûye serdana Îmraliyê lê tevî hemû pirs û israran aşkera nekir ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye yan na.
 
‘Rapor dane merciyên tirk’
Rapora der barê serdanê ya CPT'ê de di 110’emîn civîna lijneya giştî ya di navbrea 6-10’ê Adarê de ku li Strasbourgê pêk anîn komîteyê qebûl kiribû. CPT’yê 32’yemîn Rapora Giştî ya 1’ê Çile-31'ê Kanûna 2022’yan dihewand weşand. CPT'yê di raporê de diyar dike ku serdana ji bo Îmraliyê pêk anîne, lê der barê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de tu agahî di raporê de cih negirtine. Di raporê de hat diyarkirin ku di seranserê sala 2022’yan de CPT'yê li welatên endamê Konseya Ewropayê serdanên periyodik pêk anîne û bi giştî 16 serdan (140 roj) pêk anîne.
 
Parêzer Mîrîam Frîedîng a di heyeta ji Ewropayê di meha Sibatê de hat Tirkiyeyê de cih girt der barê serdanên xwe û CPT'yê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Mîrîam diyar kir ku di delegasyona tecrîdê de cih girtiye û çûne Amedê û wiha vegot: “Em çûn Amedê û me bi komên cuda yên  xizmên girtiyan û saziyên ji bo Îmraliyê re hevdîtin kirin. Me bi komên jinan û femînîst re hevdîtin kir. Me bi parêzeran re hevdîtin kir. Me bi dayikên girtiyan re hevdîtin kir. Mirov bi rastî pir cuda bûn lê heman daxwaz hebûn. Zextên li ser gelê Amedê pir zêde bûn. Me di serdanê de fêm kir ku Abdullah Ocalan çima tê tecrîdkirin û ji bo civakê çima girînge. Şertên girtîgehan pir xerab in. Em di serdanên xwe de li hember gelek tiştî matmayî man.”
 
'Me rastiya tecrîdê ji nêz ve dît'
 
Mîrîam diyar kir ku pêkanînên li Îmrali û li hemû girtîgehan ji berê de dizanibûn û ev tişt bi lêv kir: “Me ev rastî dît ku tecrîd tenê li Îmraliyê tune ye. Hemû girtî tên îzolekirin. Ev tenê li Îmraliyê nîne. Li hemû girtîgehan e. Ev du sal in tu agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Tu hevdîtin nayê girtin. Bêguman em dibêjin Birêz Ocalan dijî lê tu agahî jê nayê girtin.”
 
‘Divê Ewropa tiştên pêwist bike’
 
Mîrîam daxuyakirin ku Îmrali bi giştî hatiye îzolekirin û got: “Gelek parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Serî li her rê û rêbazî didin. Mirovan her tişt kirin. Lê CPT rapora xwe aşkera nake. Rapor tune ye. Ji vê xerabtir tiştek tune ye. Divê Tirkiye destûrê bide ku rapora CPT'yê bê weşandin. Ev li Ewropa jî bûye pirsgirêkek mezin. Divê Ewropa tiştên pêwist bike. Lê tu tiştek nayê kirin. Divê CPT di vê mijarê de tawîzê nede Tirkiyeyê. Ewropa ji bo berjewendiyan bi Tirkiyeyê re têkiliyan pêş dixîne. Lê divê êdî fêm bikin ku bi hikumeta Tirk re nikarin bibin dost. Divê vê fêm bikin.”
 
‘CTP divê agahiyê bide me’
 
Mîrîam di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye naxwaze jî divê CPT rapora xwe aşkera bike û wiha dawî lê anî: “Divê hikûmeta Tirk rapora CPT'yê qebûl bike û fêm bike. Em wek welatên navneteweyî dibînin ku Tirkiye çi dike. Em vê qebûl nakin. Em ê hewldanên xwe bidomînin. Divê CPT der barê Îmraliyê de demildest agahiyê bide.”