Ozlem Yenîay: Serokatî bi paradîgmaya xwe em 100 salî pêşde bir

  • 09:04 6 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Akademîsyen Ozlem Yenîay ku li Zanîngeha Potsdam li ser paradîgmayên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan semîr dan, diyar kir ku paradîgmayên Abdullah Ocalan îro ji aliyê xwendekaran ve wek mijara tezê li ser dixebitin û got:  “Pergal û modelên alternatîf ên li dijî kapîtalîzmê ji bo welatên sêyem ên cîhanê ji lêgerînê derket. Serokatiyê bi guherîna paradîgmayê em 100 salî pêşde birin.”
 
Akademîsyen Ozlem Yenîay û Dr Max Olîver Schmîdt ên ji zanîngeha Potsdam di 2021’ê de li ser modelên ‘kofederalîzma demokratîk û netewa demokratîk’, ‘rêveberiyên xweser’, ‘teoriya xweseriya demokratîk’ ‘ekolojiya civakî’  û ‘Şoreşa Rojava’ yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek semîner pêk anîn. Gelek xwendekar tevli semîneran bûbûn û xwendekar îro van sernavan wek mijara tezê li ser dixebitin.
 
Di meha Tîrmehê de jî wê wek berdewamiya semînerê li ser  konfederalîzma demokratîk û ekolojiyê semîner pêk bê. Ozlem ku ji semîneran  re pêşengiyê dike der barê semînera di 2021’ê de pêk anîne û ji vir şûnde wê çi bikin de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Ozlemê diyar kir ku ekolojiya civakî û agrokolojî ku wek li Tirkiyeyê tê astengkirin li Berlîn a Almanyayê li zanîngeha Postdam wek ders tê dayîn û got: “Konfederalîzma demokratîk yanî bi guherîna paradîgma nû re  modela nû ya serokatiyê pêşniyar kiriye, bi tevgera bêaxan a li Brezîlya û nêzîkatiya ekolojiya civakî ya Bookchîn re tînim gel hev û wek mijara tezê li ser dixebitim. Mijara min a tezê ekolojiya civakî û agroekolojî bû. Ez ji bo doktora hatim, hevala min Olîver Schmîdt fikra kursê da min. Got li vir semînerê bide. Min qebûl kir. Li Tirkiyeyê nehiştin ez teza xwe binivîsim. Gotin Rojava jê derxîne. Ji ber vê hatim vir.  Ligel nivîsandina tezê gotin tu dixwazî vê wek ders bidî. Ez matmayî mam.”
 
Nîqaşa herî girîng hewcedariya guherîna pergalê
 
Ozlemê bal kişand ser hevdîtinên kiriye û wiha berdewam kir: “Min bi serokên beşan re hevdîtin kir. Me piştre dest bi amadekariyên semîneran kir. Piraniya xwendinên min ji nivîsên serokatiyê pêk dihatin. Rêveberiyên herêmî, şaredariyên azad, modela rêxistinê ya ji jêr ber bi jor ve û bêguman a herî girîng Bookchîn çima ekolojiyê wek sîwane pêşniyar dike û serokatî çima vê bi Konfederalîzma Demokratîk re digire dest û me ev girtiye dest. Me nîqaş li ser vê meşandin. Nîqaşên herî girîng a di navbera xwenekaran de hewcedariya guherîna pergalê derxist holê.”
 
Xwendekar di tezên xwe de li ser dixebitin
 
Ozlemê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Van semîneran xwendekarên li Elmanyayê kelecanî kir. Heta hinek xwendekaran mijar kirin teza xwe. Li ser dixebitin. Semîneran gelek deng da. Di dawiya semîneran de xwendekaran  nirxandin nivîsin. Heta me got xwezî me ev biweşandana. Semînerên me deng dan. Havînê em ê semînera berdewamiya van semîneran pêk bînin. Pirtûkên serokatiyê mijara semîner û tezan bûn. Ji aliyê xwendekar û akademîsyenên Elmanyayê ve wek ‘mantalîteyek di sedsala 17’emîn de maye’ hat nirxandin.”
 
‘Em 100 sal pêş de birin’
 
Ozlemê destnîşan kir ku paradîgma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xêz kiriye ew 100 salî pêşde birine û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Akademîsyen di demên dawî de ji teoriyê wêdetir li pratîkên tevgerên gel dinêre. Ji ber vê jî nêrîna li paradîgmaya Abdullah Ocalan bi kelecan bû. Li gorî min hêvî ye. Ez di 2017’an de li Rojava mam. Modela hatibû pêşniyarkirin ketibû jiyanê û wek qada konfederalîzma demokratîk li pêş me ye. Em behsa pêvajoyeke şoreşê ya 12 salan dikin. Serokatiyê bi paradîgma xêz kiriye em 100 sal pêşde birin. Ji vir şûnde jî em ê semînerên xwe bidomînin. Em ê paradîgmayên Abdullah Ocalan di partîkê de di semîneran de bidomînin.  Her wiha em ê bi saziyên enternasyonel re xebatên hevpar jî bimeşînin. Ji Rojhilata Navîn bigirin heta Başûrê Emerîkayê fikrên Abdullah Ocalan li her derê xwedî lê tê derketin. Pêşengekî li her derê tê guhdarkirin e. Tecrîdkirina wî tecrîdkirina fikrên wî ne, ji ber vê bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.”