Gundê Kîwêxê yê Êzidiyan li benda xwediyên xwe ye

  • 09:04 4 Nîsan 2023
  • Jiyan
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Xatê Îsa ku piştî fermana Şengalê hatiye li  Midyadê, bi cih bûye bi serdana gundê Kîwêxê yê ku 38 sal in vala ye, hewl dide sebra xwe bîne. Xate bang li Êzidiyan kir ku vegerin warên xwe û li axa xwe wedî derkevin.
 
Di dîrokê de civaka Êzidî ji ber baweriya xwe gelek caran bi zext û zoriyan re rûbirû maye û di komkujiyan re hatiye derbaskirin. Gelek ji wan ji ber qetlîaman neçar mane cih û warên xwe biterikînin. Yek ji van deverên ku warê Êzidiyan e jî gundê Kîwêxê ye ku di navbera navçeya Hezex a Şirnexê  û Midyad Midyada Merdînê de ye û di sala 1985'an de ji ber zextên dewletê hat valakirin e. Gundê ku li ser şikeftên bi keviran hatiye avakirin bi xeteriya kavilbûnê re rûbirû ye û li benda xwedîderketinê ye. 
 
Piştî ku gund hate val kirin şêniyên gund ji neçarî berê xwe dan Ewropayê û li wir bi cîh bûn. Êzîdiyên ku niştecihên gundin û li cihên din jiyana xwe ji dest didi li goristana gund tên definkirin. Gorîstana ku bi hewildanên mezin hatiye parastin bala mirov dikişîne. Darên li derdora gorîstanê bi bên, destmal û laçikan hatiye xemilandin.  
 
Êzidiyên ku ji gund bar kirine hîna jî serdana gund dikin û lênerîna dar û gorîstanê dikin. Her wiha di rojên taybet de tên gund û bîr û baweriyên xwe pêk tînin.
 
‘Bes ji zilma li ser Êzidiyan re’
 
Xatê Îsa ku ji fermana Şengalê rizgar bûye û li Midyatê bi cîh bûye, diyar kir ku êzidî jî êdî dixwazub li cih û warên xwe bi cîh bibin û got: “Em ji Şengalê ji fermanê reviyan. Gundê me telan kirin.  Mêrên li gund û hevjînê min qetil kirin, keç û bûkên me revandin û firotin. Zarokên me yên biçûk revandin. Êşekê mezin di dilê me de hiştin. Niha jî em bêwar in û koçber in. Tiştek nema ku nehat serê me. Em niha li Mîdyatê ne. Lê em dîsa jî li xerîbiyê ne.”
 
 
‘Êzîdî dixwazin vegerin ser axa xwe’
 
Xatê, destnîşan kir ku dixwazin Êzidiyan biqedînin û wiha pêde çû: “Her çiqas li ser Êzîdiyan êrîşên xwe zêde bikin jî em l li ber xwe didin. Êdî em hînî êş û zilmê bûne. Bi salên dirêj êrîşî êzidiyan kirine. Gundên wan wêran dikin, vala dikin û wan koçberî welatên din dikin. Em dixwazin Êzîdî werin ser axa xwe û li dîroka xwe xwedî derkevin. Gundê Kiwêxe gundekî êzîdîyan e. Em carinan tên vî gundî çanda xwe zindî dikin û sebra xwe tînin.”
 
‘Dewlet astengiyan derdixe’
 
Hevseroka bajarokê Erebanê yê navçeya Hezexê Muzeyyen Înan jî daxuyand ku her cara ku Êzîdî dixwazin vegerin ser axa xwe ji wan re astengî tên derxisitn û got: “Di sala 2014’an de dema fermana Şengalê Ezîdî hatin Hezexê û li vî gundê ku ji êzidiyan hatibû valakirin bi cîh bûn. Me  jî wek rêveberiya HDP’ê gund paqij kir. Lê belê dewletê ceyran û av neda. Êzîdî wê demê dîsa ji neçarî ji gund derketin û carek din berê xwe dan Ewropayê. Tu carî nehiştin ku li gundê Kiwêxê Êzîdî bi cîh bibin. Ji zû ve ye gund vala ye. Êzîdî dixwazin vegerin ser axa xwe lê dewlet nahêle.”