Bawerî bi dewletê nema: Divê hinek tişt biguherin

  • 09:02 31 Adar 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Welatiyan diyar kirin ku bac naçe ji erdhejzedeyan re diçe ji dewletê re û baweriya wan bi dewlet û saziyên wan nemaye. Welatiyan gotin şertên jiyana wan hîna neguherîne û gotin divê êdî hinek tişt biguherin.
 
Di ser erdhêjên mezin ên navenda wan Mereş bû re du meh derbas bûn lê hîna hewcedariyên welatiyan nehatine cih.  Welatî bi alîkariyên hinek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û dildaran jiyana xwe didomînin.  Bacên ku welatî didin tevî ku nagihêje cihê xwe, AFAD û Kizilay jî dest didin ser alîkariyên tên kirin. 
 
‘Alavên alîkariyê hatin firotin’
 
Mebure Yazlak ya ji Meletiyê di erdhêjê de ji bo derman bibe çû Îzmîrê da zanîn ku eleqeya ewil ji bo gel hatiye nişandan niha pir kêm bûye û got: “Me gelek mirovên xwe dan axê. Mirov ditirsin bikevin malên xwe.  Dewletê alîkarî neda. Li ser alîkariyên hatin kirin AFAD hat nivîsîn. 10 hezar pere dan ew jî piranî kesî negirt. Alîkariyên ku dewletê şandin li hinek navendan hatin sekinandin. Me alîkarî di destê hinek kesên naskirî de dîtin. Alîkarî neçû gundan. Şîrketa bi navê Esenlîk a aydê şaredariyê xurek kom kirin û firotin gel.  Li ser cilên pitikan navê Doguş Grubu dinivîsî û ev cil dihatin firotin. Gel bi derfetên xwe jiyan axwe didomîne. Kizilay ne wek saziya alîkariyê wek şîrket ava kirine. Em bi salan bacê didin. Lê li holê tune ye. Kon tune ye. Her kes dizane ku  dewlet ji bo alîkariyên xwe mijule. Her kes dizane lê ditirse bibêje.”
 
‘Em ê çîroka xwe binivîsin’
 
Mebureyê wiha dawî lê anî: “Divê aştî bê tercîhkirin. Têgeha 'terorê' berhema polîtîka cudakariyê ya dewletê ye. Ji bo berjewendiyên xwe pere xerc dikin. Şer derdixin. Leşker ji bo parastina sînorin. Leşker li qadê tunebûn. Çend ekîb hatin û çûn.  Yanî yên tên desthilatdariyê ji bo xwe hewl didin. Em ê çîroka xwe binivîsin.”
 
‘Dewlet ligel me tunebû’
 
Jina bi navê Ummu Sayan jî bertek nîşanê bêtedbîriyan da û got: “Dema erdhêj pêk hat divê pergaleke ku berê dewletê amadekiribû biketa dewrê û mudaxeleyî kavilan bikirana.  Piştî erdhêj çêbû meclis kom bû. Wê deme jî mirov dimirin. Gel xwedî li mexdûran derket. Bac raste rast dikeve bêrîka dewletê. Mirov êdî vê baş dizanin. Me dewlet di demên herî dijwar de ligel xwe nedît. Em gel xwedî li hev derketin. Gelek pere hat komkirin. Lê nayê zanîn ev pere pê çi kir. Divê hinek tişt biguherin an jî em gel biryara vê bidin.
 
‘Mirov hîna di nav axê de dijîn’
 
Karker Neval Oztataroglu  destnîşan kir ku bi yek mûçeyê debarê dikin û gelek bac didin û got: “Gelo Kizilayê çi kir. Mirov hîna di nav axê de dijîn. Ji bo nûçeyên rast neyên belavkirin di kanalan de her tim rekl kirin. Rastî nayên dîtin. Her tim li pey şaşiyan e. Sebra me êdî nemaye. Ez pir xemgîn im. Zarok lingên wan tazî ne. Gelo wijdana we qet rehet dike.”
 
Endezyara alav û metaurjî Elîf Tok jî diyar kir ku Tirkiye welatê erdhêjê ye û wiha dirêjî daye: “Me hem li wir hem li vir travma jiya. Divê ji bo gel alîkarî bê kirin lê gelan bi derfetên xwe alikariya hev kirin. Baweriya gel bi Kizilayê nema.  Bi saziyên dewletê bawerî nemaye. Divê ev alîkariyên gel bidomin. Divê gel neyê jibîrkirin.”
 
‘Mexdûrên erdhejê bi fikar in’
 
Şehîme Gul Gozen jî ku bi Gonul Mutfaxi re wek dildar çû Hatayê nêrînên xwe wiha anîn ziman: “ Di rojên ewil de me kolî amade kirin lê alîkarî nehiştin. Em çûn gihiştin Hatayê lê hîna alîkarî nehatibûn teslîmkirin. Alîkarî li hinek deveran hatibû belavkirin. Konbajar di navê de bûn. Ji bo xwarinê jî divê xwarin bihata belavkirin. Wek kareyek fîlmê dîstopîk bû.  Divê êdî alîkarî bigihêjin cihê xwe.  Niha nexweşiyan rû dane. Her der ax e. Dukan tune ne. Divê em di piştevaniyê de bin. Divê ji bo jin û zarokan tiştek bê kirin.”
 
‘Divê piştevanî bidome’
 
Ozlem Kapucuoglu jî diyar kir ku alîkariyên hatine kirin negihiştine cihê xwe û ev jî ji nasên xwe yên li herêmê dijîn bihistiye. Ozlemê wiha dawî lê anî: “Wek welat divê me hinek tişt bikirana lê nizanim ku em çima wisa bêhestiyarin. Gelek tiştên bê kirin hene lê em nikarin bikin. Bi dewletê bawerî tune. Me dixwest em pê bawer bikin lê her tişt li holê ye.  Bacên me li ku ne em nizanin. Divê em piştevaniya xwe ya bi erdhejzedeyan re bidomînin.”