Çîroka Zozanê ya têkoşîna nasnameyê

  • 09:04 26 Adar 2023
  • Rojane
 
Safiye Alagaş
 
AMED - Zozana Kobanî ya li Rojavayê Kurdistanê dijiya, ji ber polîtîkayên bişaftinê ya rejîma Sûriyeyê li ser nasnameyê navê Hîbe û di nav malbatê de jî Zozan bi kar dianî. Zozana di êrişên DAÎŞ’ê de koçberî Tirkiyeyê bû vê carê ji ber du navên wê hene, bi hinceta ku 'navê kod' bi kar tîne bi sûcdariya "Endamtiya Rêxistinê" hat girtin.
 
Kurd ev sed salan zêdetire bê nasname hatine hêştin. Hem ji aliyê desthilatdaran ve bê nasname tê hêştin hem jî ji aliyê heman desthilatdaran ve jî bê nasname tên darizandin. Kurd dema dixwazin navên bi kurdî li zarokên xwe bikin tên astengkirin. Di gel nasnameya wan heta navên wan jî hatiye qedexekirin. Ji ber vê yeke jî di nasnameyê de navên bi Erebî, Farisî, Tirkî li zarokên xwe kirine. Navên zarokan di nasnameyê de bi zimanê biyanîne lê tu carî bi van navan gazî zarokên xwe nakin. Di malê de civaka kurd da navên zarokên wan Zozan, Rewşen, Bêrîtan, Xelat, Egît, Berxwedan e... Lê piştî demekê dema zarok mezin dibin wek pirsgirêkekê derdikeve pêşiya wan. Ciwanên kurdan ji ber navên xwe gelek caran tên darizandin, tên girtin û gelek caran jî ceza xwarine.
 
Zozan ango Hîbe El Xelîl El Muslîm jî yek ji wan zarokên kurd e ku ji ber polîtîkayên bişaftinê yên rejîma Sûriyeyê neçar maye li ser belgeyên fermî yên nasnameyê navê Hîbe bi kar bîne. Ew tim di nava malbatê de weke Zozan tê binavkirin lê ji ber di fermiyetê de ne wisa ye dewleta tirk jî vê weke "navê kod" erê kir û bi sûcê "Endamtiya rêxistinê" ceza lê birî.
 
Li Tirkiyeyê ev pirsgirêk gelek caran derketiye pêşiya me  weke gelê Kurd civaka Kurd em ne xerîbê vê mijarê ne. Yek ji wan mijaran jî Zozan El Muslûm e. Ew bi xwe jî ji bajarê Kobanê ye. Navê wê di malbatê de Zozan e. Lê di Sermiyeta qeydên Sûriyeyê de Hîbe El Halîl El Muslûm e. Ji 2014’an ve li Tirkiyê dijî. Lê navê wê Zozan û Hîbe bûye bela serê wê. Dewleta tirk her jê dipirse tu Hîbe yî yan Zozan î? Her cara dipirsin jî meseleyê di serî de ji wan re vedibêje. Lê ev mesele çareser nabe. Doz tê vekirin û Zozan niha di girtîgeha Amedê ya Jinan de ji ber navê xwe tê darizandin. Wê di 3’yê Adarê de di Dadgeha 5’emîn a Giran a Amedê de danişîna wê ya 3’yemîn were dîtin. Ev mehek zêdetir e em di heman qawişê de dimînin. Ez dixwazim ew bi xwe meseleyê ji we re vebêje.
 
*Tu ji ku derê yî? Tu kî yî?
 
Pirsa bê bersiv. Gelo ez kî me? Ev salên min tê de derbas kirî min nezanîbû ez kî me. Ji min re carna tê gotin Hîbe, carna jî tê gotin Zozan. Lê min nezanî ez kî me û kîja me. Dibe ku ev tişt tê jiyîn. Ji ber ku ez nebûm xwedî nasname. Her însanek gava tê dinyayê dibe xwedî nasnameyekê. Lê ez bi xwe dema hatim dinyayê ez nebûm xwedî nasnameyekê. Ji ber vê yekê ez di vê jiyanê de xwe wekî yeke meçhûl û koçber dibînim.
 
*Çima tu ne Zozanî ne jî Hîbe yî?
 
Ji ber ku ez Kurd im. Dema ez hatime dinayayê malbata min navê min navekî bi kurdî daniye. Yanî Zozan danîne. Wateya Zozanê jî deşt û çiya ye. Bavê min dema çûyî navê min qeyd bike dewleta Sûriyeyê ev nav qebûl nekiriye. Ji ber navekî kurdî ye qebûl nekirine. Bavê min ji ber vê yekê jî navê min Hîbe danîye. Malbata min heta îro jî carekê bi navê Hîbe Gazî min nekiriye. Ez 19 salî bûm hatim Tirkiyeyê. Diya min nû zanî ku navê min di qeyda dewletê de Hîbe ye.  Jixwe nasnameya min tune ye. Dewleta Sûriyeyê heya tu nekevî 14 salîya xwe nasnameyeyê nade. Piştî ez ketim 14 saliya xwe jî li Sûriyeyê şer dest pê kir min nekarî ez biçim nasnameyê ji xwe re derxînim. Ez wisa bê nasname mam.
 
*Te dizanî ku navê te di qeydên dewletê de Hîbe ye?
 
Na heta demek dirêj min nizanî navê min Hîbe ye. Malbatê ji min her digot Zozan. Ji min re negotin navê min di qeydên dewletê de Hîbe ye.
 
*Te çawa û kengî zanî navê te di qeydan de Hîbe ye?
 
Ez çûm dibistana seretayî. Heta ez hatim pola 4'an jî di dibistanê de jî ji min re digotin Zozan. Mamosteyên min jî digotin Zozan. Li ser qerneyên min jî Zozan dinivîsandin. Ne dibistanê ne mamosteyan mereqa navê min a li qeydê nekiribûn. Ji ber ku malbatê ji min re digot Zozan kesê mereq nekir. Dema ez hatim pola 4’an birayê min li ser qerna min cara yekemîn mêze kir. Da navê min Zozan hatiye nivîsîn. Ji min re got çima Zozan danîne. Ma tu nizanî navê te Hîbe ye. Wê çaxê cara yekem bû min navê Hîbe seh kir. Pola piştê ez çûm dibistanê min mamosteyê xwe dît. Ez li pey wî beziyam, min ba kirê. ! Mamoste, mamoste navê min Hîbe ye ne Zozan e. ' Mamoste ser guhê xwe re avêt. Guh neda gotinên min û meşiya. Dema ez hatim pola 5’an malbata min hat navê min li dibistanê sererastkir. Piştî wê êdî Hîbe nivîsandin.
 
*Tu niha li Tirkiyeyê yî û di derheqê te de dozek hatiye vekirin. Tu çawa û kengî hatî Tirkiyeyê?
 
Di 2010’an de li Sûriyeyê şer dest pê kir. Piştî şer dibistan saziyên fermî hatin girtin. Piştî danekê derketina ji derve jî qedexe bû. Her ku diçû rêxistina nû derket û yekê ya din qebûl nekir. Jiyana gel jî diket xeteriyê. Jiyan pir zehmet bû. Pêdiviyên xwarinê hatin qutkirin. Di destpêka 2013’an de şer li herêma me dest pê kir. Rewşa gel zêde xirabtir bû. Şerê DAÎŞ’ê dest pê kir. DAÎŞ’ê mirov wek pez dabû berxwe. Di 2014’an de weke herkesî me jî berê xwe da sînorên Tirkiyeyê. Min jî xwest ez jî derbasî Tirkiyeyê bibim. Ez hatim ser sînor û DAÎŞ’ê êrişî cihê ez lê rawesta me kirin. Di encama êrişê de ez ji singa xwe birîndar bûm. Wê demê malbatê min rakir nexweşxaneya Pirsûsê. Jiyana min di xeteriyê de bû. Bijîşkan ez sewqî nexweşxaneya Amedê kirim. Dema hîna ez derbasî Pirsûsê bûm polîsan pirsa min dikirin. Navên ku dê û bav li me kirine ji aliyê dewleta tirk ve weke "navê qod" têne pejirandin. Vê jî girêdayî rêxistinê dikin û encama endamtiya rêxistinê derxistin. Ev pirsgirêk bi salan e nehatiye çareserkirin. Ji ber ku dewlet dev ji ya xwe bernade navên bi kurdî qebûl nake kurd jî dev jî zimanê xwe û navên bi kurdî bernadin.
 
*Tu jinek penaber î. Penaberî li gorî te tê çi wateyê?
 
Di cîhanê de mafê mirov ê herî girîng nasname ye. Di vê nasnameyê de welat, ziman heye û ya din jî nasnameya ku ev tiştên lê tên nivîsîn û mirov pê tê naskirin e. Gava ku em dibêjin penaber, ez dizanim ez êşê dijîm. Ji ber ez jî di nav lîsteya penaberan de têm dîtin. Vê gavê ez xwe bê welat û ziman û nasname dibînim. Ji ber vê yekê ev peyva penaberiyê min gelek xemgîn dike. Dema tê gotin mirov wê demê pêwîst e bizane mafê wê heye. Lê em hemû dizanin em bê maf in, mafên me nîne. Ji ber wê yekê jî ez penaber im. Mirov penaberan ji derveyî mirovan dibînin. Ji ber wekî hemû mirovan xwedî maf nayê dîtin. Heya îro jî mafên xwe bi dest nexistine. Ji ber ku çavên min ji xewa mirinê vebû ez bûm penaber.
 
*Tu ji ber çi bûyî penaber?
 
Beriya ez bibim penaber rejîma Esad li Rojavayê em kurd xistibû xewek giran. Lê dema me jî wek gelek miletan çavên xwe vekir û me çavên xwe ji xewa mirinê vekir û me qala mafê xwe kir, me daxwaza welat, ziman û nasnameyê kir wê gavê zilma dinyayê li ser me dest pê kir. Û ji nişka ve hêzên cuda derketin holê derketin li ser rîpa me. Xwestin riya me bigirin. Yek ji wan hêzan jî hêza terorîst DAÎŞ bû. Mixabin hevsarê vê hêzê di destê her kesî de bû. DAÎŞ wek hêzek tarî û bi hovitiya xwe, bê rehm û bê îman bi ser me de hat. Li Rojava dest bi qetlîaman kir birçîbûn û tîbûn dest pê kir. Gelek kes hatin wendakirin. Hovîtiya DAÎŞ’ê li ser hat. Em ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê ji welatê xwe derketin. Ez dikarim bêjim ji ber ku çavên min ji xewa mirinê vebû ez bûm penaber.
 
Weke gelek Kurdan penaberiya te jî balkêş e. Tu li welatê xwe penaber î,ev yek di dîrokê de gelek caran derketiye pêşiya kurdan. Ev hestekî çawa dide te?
 
Mirov tu carî nikare hestên penaberiyê bîne ziman. Hestên penaberiyê tu carî nayên gotin û bi çavan jî nayên dîtin. Û bi guhan jî nayên bihîstin. Ji derveyî penaberan kes hestên penabertiyê fêhm nake. Encex bê jiyîn, wê bê fêmkirin. Xwezî hundirê penaberan wekî navoka pirtûkan bûya. Dikarim bêjim dê encex wisa bêm famkirin. Penaberî ne tenê ji derveyî welat tê jiyîn. Belê di welatê xwe de jî mirov dibe penaber. Tu yê niha bêjî çawa? Dema ku ez nebûm xwedî nasname û ziman û tu mafên min ên jiyînê tune be, wê demê di welatê xwe de wê gavê ez di dibim penaber. Ev yek qet ne xweş e. Mirov dizane welatê wî heye lê tu mafê wî tune ye. Di vî halî de mirov gelek caran xwe wek sêwiyan dibîne.
 
*Civak çawa nêzî penaberan dibin?
 
Di kurdî de gotinek heye. Dema zarokek ji zikê dayika xwe derdikeve civak dibêje “Zarok hat dinyayê” nabêjin hat Sûriyeyê yan Tirkiyeyê yan jî bajarekî din. Zarok têne dinyayê. Gava gotin dinya pêwîst e ev ferq û cudahî li holê tunebûya. Lê mixabin cudahî pir heye. Li Rojava digotin Kurd û Ereb li Tirkiyeyê jî dibêjin Kurd û Tirk an jî Surî. Ji be vê nêrînê jiyana me gelekî zehmet dibe. Di jiyanê jî gelek ferq û cudahî çêdibin. Min di jiyana xwe de ev cudahî gelek dîtin. Kesên hatin koçberkirin bi îstismarê rû bi rû man. Hîn jî tên îstismarkirin.
 
Jinên penaber herî zêde di kîja hêlê de zehmetiyê dibînin?
 
Di cîhanê de bandora şer herî zêde li ser jinan heye. Lê yên ku nayên xuyakirin jî jin in. Tu kes zorî zehmetiyên jiyanê yên jinan nabîne. Di sedsala 21’emîn de li Rojhilata Navîn ji ber xizanî û şerê navxweyî gelek civak welatê xwe warê xwe terk dikin û dibin penaber. Berê xwe didin Tirkiye û Ewropayê. Li ser Sûriyeyê jî di navbera 10 salan de gel ji ber Rejîma Esad û êrişên DAÎŞ’ê berê xwe dan Tirkiye û Ewropayê.  Hem warê xwe terikandin hem jî jiyana penaberiyê ji wan re pir zehmet tê.
 
Ji bo pergalê keda penaberan pir erzan e, di şert û mercên herî xirab de dijîn. Tundî li wan tê kirin û li ser wan her tim zext heye. Di nav penaberan de jî di bin şert û mercên herî xirab de jin dijîn. Ji ber hişmendiya pergalê civak bi çavekî xirab li wan dinêre. Ji ber penaberiyê du caran, heta carna sê caran tundî li wan tê kirin. Mafê wan tê binpêkirin.
 
Zehmetiyên ku jin dikşînin gelek in û gelekî bi êş in. Çi ciwan be yan jî temen mezin be. Êşa penaberiyê pir dilê ciwan û dayikan şewitand. Ciwanê ku dev ji xwendin û dibistana xwe berdan pêşeroja wan winda bû. Dayikên ku zarokên xwe bi xizanî û di nav tîbûnê de û birçî bûnê de mezin kirin, zarokên xwe winda kirin. Çi li şûna xwe de hiştin? Ji ber çi di nav şer de jiyana xwe dest dan? Çi bû ku bi xemla xwe şa nebûn? Ew hemû êş in. Ez bawer im ku her jineke penaber di nav dilê xwe de bi dehan çîrok û êşên giran dihewînin. Ji ber van êşan jî tenduristiya xwe û derûniya xwe winda dikin. Ji 2014’an de heya îro ez di her şevê de di xewa xwe de, di gundê xwe de û di mala xwe de dibînim. Lê mixabin di her xewna xwe de jî êrîşa DAÎŞ’ê dibînim û pir caran bi qîrîn ji xew şiyar dibim. Ev mînakek biçûk e.
 
Nêrînên civakê ji bo jinên penaber pir qirêj in. Bi taybetî ji aliyê meran ve tên îstîsmarkirin, jiyan û hebûna wan pir bê qiymet tê dîtin, tên firotin. Bi sedan jinên penaber bûne qurban û bi sedan jinên penaber ji aliyê mêran ve hatin tecawizkirin. Ji ber ku ew jin penaber in tu kes bi hawara wê jinê ve naçe. Bi sedan jinên penaber bi taybetî bi destên mêran hatin tepisandin.
 
*Tu bi xwe wek jinek Kurd di kîjan hêlê de zehmetiyan dikişîne?
 
Ez jî wek jinên koçber gelek di zehmetiyan re derbas bûn. Yekemîn ez qet nebûme xwedî nasnameyekê. Tevî hemî zehmetiyan min dixwest ez dibistana xwe berdewam bikim. Min beşa civaknasiyê qedand. Lê ez nebûm xwedî xebatekê yan jî karekî. Çima? Ji ber ku ez ne xwedî nasnameyekê me. Ez derbasî lîsansê bûm. Roja yekê dema ez çûm zanîngehê mixabin dilê min pir şikiya. Ez çûm cem mamoste û wî bi min pol da nasîn. Piştre ji min re got, “Ez hê ji Sûriyeyekî xilas nebûm a duyem hat.” Bi vê gotinê ez pir xemgîn bûm. Ez bi dilekî şikestî ji polê derketim. Roja duduyan ez dîsa çûm. Dîsa mamoste ji min re got, “Derkeve ji derve.” Min qebûl nekir. Ev yek mînakek e. Lê dema ku ez li nav civakê digeriyam her gav kesan bi çavên biçûk li min mêze dikirin. Gelek caran ez bi girî vegeriyam cem malbata xwe.
 
*Ger derfet çêbin tu yê vegerî warê xwe?
 
Ez tenê bi gotinan naxwazim bersivan bidim. Dixwazim bi gotina “xwezî” bersiv bidim. Xwezî min xwe li welatê xwe azad bidîta û bi mafê xwe yê hemwelatiyê bijiyam. Û xwezî û sed xwezî, xwedî roja ku ez li ser sînor derbas bûm ez bimrama û derbasî vî aliye nebûma. Lê qederê ez şandim Tirkiyeyê. Tê gotin “gava ku em ketin riyeke şaş, çiqas em zû vegerin ew ê temenê vegerê kêm be.” Her çiqas em riya xwe dirêj bikin temenê vegerê giran dibe. Tişta ku dihişt ez bimînim, fikra ku min digot ez dîsa jî li welatê xwe me. Belê ez li welatê xwe me. Lê ez li welatê xwe jî koçber im. Xwezî ez li gundê xwe bûma. Xwezî ev zehmetiyan min li gundê xwe bidîta. Ez dîsa di nav wan zehmetiyan de bûma. Xwezî ev şer xilas bûbûya û em vegeriyan warê xwe. Lê tirsa min ew e ku ev derfet bi destên min nekeve û ez bi vê hesretê herim goristanê.
 
*Ji bo jinên penaber tu dixwazî çi bêjî?
 
Jiyan bi hêzê didome. Ji ber vê yekê gelek jinên me yên koçber divê bibin xwedî hêz. Û tu caran xwe bê hêz nebînin û xwe bê hêz nekin. Xwe tu carî teslîmî desthilatdariyê nekin. Bila jiyana xwe nexin destên mêr û wîjdanê mêr. Di xerîbiyê de jî li ser lingên xwe bisekinin. Li mafên xwe xwedî derbikevin. Ji ber ku gur e û em jî wek berxan di nav de ne. Ger em ne bi hêz bin ew ê gur berxwan bixwin. Ger em xwe teslîmî zihniyeta mêran bikin em ê winda bibin.
 
*Herî dawiyê tu dixwazî çi bibêjî?
 
Ez dixwazim gelek tiştan bibêjim. Lê gotin têrê nake ez hêstên xwe bînim ziman. Ma ewqas mirov li dinyayê ne, cihê her kesî tê de heye. Çima cihê me kurdan di nav de tune ye. Eger em însan in, çima ji me re jî însanetî tune ye? Gelo cîhan çima her dengî dibîne û dibihîze, çima carekê jî qêrîna zarokên me nabihîze. Çima civak hêsirên li ser rûyên çavên zarokên me nabîne. Dinyayê ji hemû gelan re çav û guhên xwe vekiriye. Hema bila carekê guh û çavên xwe ji me re jî vekin. Bila jiyana me jî bibînin. Ma ev zilma li ser serê me heta kengî wê dom bike. Cîhan wê heta kengî ker, kor û lal bibe. Ez jî dixwazim wek miletekî xwedî welat, ziman û nasname bim. Malbatê ji min gotiye Zozan . Qeyda min li Tirkiyeyê bi navê Zozan hat nivîsîn. Piştî demekê dema ez baş bûm ez çûm navenda koçberiyê ya Amadê. Ji bo karta nasnameyê ya demborî li wir navê min pirsîn. Min jî xwest ez navê xwe yê, di qeydên dewletê da bêjim. Min got navê min Hîbe ye. Ji bo demekê qert dan min. Ez baş bûm. Min dibistana amadeyî xwend. Paşê min dest bi zanîngehê kir. Di 2016’an de ji bo hemwelatiyê min serî li navenda koçberiyê ya Amedê da. Ji min şopên tiliyên min girtin. Ji min re gotin nasnameyek te ya din jî heye, li wir navê te Zozan e. Çîroka min wê gavê dest pê kir. Min ji wan re hat mesele got. Min got ez dixwazim navê li ser tabloya malbatê bi kar bînim. Yanî navê fermî bi kar bînim. Esas min xwest ez meseleyê sererast bikim.
 
*Te karibû meseleyê sererast bikî?
 
Ji min re gotin temam ez ê navê te sererast bikim. Ji bo hemwelatiyê evrakên min girtin. Ji qereqola navendî ya Amedê her tim gazî min dikirin. Digotin çima navê te ew e? Çima du navên te hene? Her carê jî min mesele ji wan re digot. Ev mesele heta îro jî dewam dike.
 
*Derheqê te de doz çawa hat vekirin?
 
Di 2022’yan de polîsan avêt ser mala me. Ez xistim bin çavan. Di bin çavan de jî gotin te çima ev nav bi kar anî. Ev navê te yê "kod e". Min dîsa jî ji wan re got ev ne "kod e" ev navê min e. Heta ez derketim dadgehê jî ji qerta min bawer nedikirin. Digotin em nizanin ev Hîbe ye yan Zozan e. Piştî binçavkirinê ez hatim berdan. Derheqê min de doza endamtiya rêxistinê hat vekirin. Di 8'ê meha Kanûnê de danişîne yekemîn li Dageha 5’emîn a Giran a Amedê hat dîtin û ez di dagehê de hatim girtin.
 
*Niha doz çawa dewam dike?
 
Di 24’ê Çileyê de danişîna 2’yemîn hat dîtin. Ji ber ku hîna jî bawer nakin ez Zozan û Hîbe me. Bavê min û diya min hatin dadgehê şahidî kirin. Wan jî mijar di dadgehê de vegotin. Hîna jî bawer nakin. Ji bo ku bizanin ez keça wan im biryara testa DNA’yê mi da. Doz taloqî 2’yê Adarê hat kirin. Wê niha testa DNA’yê ya min, diya min û bavê min bê girtin. Ez hîna jî ji ber van navan girtî me. 
 
*Tu ji ber van bûyeran çi hîs dikî ?
 
Ez dibêjim xwezî mirov serbest bûya. Tu kesî ji ber nasnameya xwe tengasî nedîta. Kesî ji ber navê wan, zilim li tu kesî nekira. Xwezî malbatê çi nav bixwesta ew nav li min bihata kirin. Ger xwesteka dilê malbata min li navê min bihata nivîsîn, ez ê niha ne di vî halî de bûma. Heta 12 saliya xwe min navê xwe hêj baş nizanîbû. Jixwe di destpêkê de dema em hatin vir çavê me lê bû ku em ên çûyinê ne. Şer dirêj bû, her der talan bû loma em nikaribûn vegeriyana warê xwe. Jiyana min jî serûbin bû. Ez jî li benda danişîna doza xwe ya 3’yemîn im. Heta testa me derkeve ez ê girtî bim. Piştî wê dê biryar were dayîn.
 
*Tu  wek jinek kurd herî dawî dixwazî çi bibêjî?
 
Xwezî her jinek wekî reng û dengê ku ew dixwaze bijiya. Tu carî ew jin nekeve tu qaliban. Jiyanek bê qalib nabe. Di nêrîna min de her mirovek wekî gulekê ye. Ev gul dema têkeve nav destan, wê herkes li gorî xwe avê bidê, her kes ser hev avê bidê, wê zû birize. Lê dema ku di biharê de ev gul şîn dibe, bi xwezî mezin dibe, geş dibe. Ez jî dixwazim wekî wan gulên biharê, bi xweziyî bijîm.