Rûken Ehmed: Wê qadên Newrozê bibin qadên azadiyê

  • 09:08 15 Adar 2023
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku wê li Rojava gel bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Newrozê, Em Rêbertî Azad bikin û Dagirkeriyê Têk bibin” Newrozê pêşwazî bikin. Rûkenê got di vê esasê de me di 8’ê Adarê de berxwedana xwe gur kir û pêwîst e em di Newrozê de bigihêjin armaca xwe.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê gel bi dirûşma “Bi rihê Berxwedaniya Newrozê, Em Rêbertî Azad bikin û Dagirkeriyê Têk bibin” Newroza 2023’yan pêşwazî dike. Wê li herêmên rizgarkirî cûda cûda bernameyên Newrozê werin lidarxistin. Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed a Newroza îsal nirxand got em bi şînê Newrozê pêşwazî dikin lê em ê bi berxwedanê birînên hev bipêçin.
 
‘Newroz serkeftin e’
 
Rûkenê di serî de destnîşan kir ku sala 2023’yan bi kaosek mezin a erdhejê re dest pê kir û got mixabin meha adarê ya nîşaneya berxwedanê ye jî di vê atmosferê de hate pêşwazîkirin. Rûkenê destpêkê ji bo hemû gelên Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî xwest û wiha axivî: “Bîlançoya erdhejê ji roja yekem ve her ku diçe zêde dibe. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û li gel van geşedanan civakê jî zirerek mezin girt. Koçberiyek mezin car din rûda. Ev hemû jî bi xwe re zehmetî anî. Li gel van zehmetiyan kiryarên dagirkeran jî di holê de bû. Lewra wek me di serî de jî bi lêv kir adar, meha berxwedanê ye û pêwîst e em Newrozê jî bi vî rihê berxwedanê pêşwazî bikin. Divê em şîna xwe, nerazîbûnên xwe li qadên Newrozê vegerînin berxwedanê. Newroz di heman demê de nîşaneya serkeftinê ye. Pêwîst e em bi vî rihî tev bigerin. Em bi berxwedana xwe re serkeftinê îlan bikin. Em ê birînên xwe yên erdhejê bi berxwedanê bipêçin.”
 
‘Em ê faşîzmê têk bibin’
 
Rûkenê da zanîn 8’ê Adarê mizgîniya hatina Newrozê ye û got em bi berxwedanê dest pê dikin û meha xwe bi serkeftinê bi dawî dikin. Me 8’ê Adarê li qadan bi reng û dengê xwe, bi perwerde, semîner, çalakiyên cur be cur re bernameyek baş derxist holê. Em bi vê pêşengtiya jinan û rêxistinbûyîna wan derketin qadan û em ê bi dirûşma xwe ya ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Em ê azadiya Rêbertî Mîsoger bikin’, ‘Faşîzmê Têk bibin’ re li qadan bin. Em ê li hemberî dagirkeriyê bibin yek deng. Em ê ne bi şahî lê bi hestên serhildanê li berxwe bidin. Ango di vê mehê de jî rojevên me zêde ne. Tê zanîn di 11’ê Adarê de jî balefirên dewleta tirk êrişî nexweşxaneya me ya Qamişloyê kirin. Di encamê de 11 endamên me şehîd ketin. Di 12’ê Adarê de careke din êriş pêk anîn. Di encamê de 35 welatî jiyana xwe ji dest dan. Xwestin gelê kurd û gelê ereb bînin beramberî hev. Ango li pey van êrişan li pey hev 16’ê Adarê roja jenosîda Helebçe û wekî din berdewam dike. Ji 1’ê Adarê heya dawiya wê bi van rojan re tije ye. Li hemberî hemû êrişan bi rihê berxwedana Mezlûman, Rehşanan û bi hezaran qehremanan careke din em ê Newrozê geş bikin.”
 
'Pêwîst e bingeha bêçareseriyê ji holê were rakirin'
 
Rûkenê bi lêv kir ku di erdhejê de wendahiyên wan zêde bûn lê divê em hêza xwe ya berxwedanê ji dest nedin û wiha berdewam kir: “Ji bo em bikaribin li hemberî dagirkeriyê bi rihekî berxwedanê tev bigerin pêwîst e em bi hêz bin. Li dijî polîtîkayên îhmalkar, polîtîkayên êrişkar ên Tirkiyeyê divê em ji serhildanê kên nebin. Newroza îsal ji Newrozên din cudatir e. Ne tenê ji ber erdhejê, piştî erdhejê jî dewletan li ser civakê bazar kirin. Destûra alîkariyên ji bo mexdûrên edhejê jî nehate dayîn. Nehiştin ku cenaze ji bin kavilan derkevin. Gel terkî mirinê kirin. Ev asta bêtehemulî û zilma wan nîşan dide. Israrkirina di bêçareserî û tunekirina kurdan de, wê bibe dawiya wan bi xwe. Em dikarin bêjin serê van hemû bêçareseriyan jî ji tecrîd û dîlgirtina rêbertî tê. Em ê ji ber wê yekê di esasê azadkirina rêbertî de dagirkeriyê têk bibin û civakek demokratîk ava bikin.”
 
‘Em ê rihê berxwedanê bilind bikin’
 
Rûkên da zanîn divê ew di wateya rast de Newrozê pêşwazî bikin û wiha pê de çû:" Divê li hemberî zilm û dagirkeriyê em li berxwe bidin, êrişan têk bibin û azadiyê mîsoger bikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango herêma Cizîrê wê li 7 qadan Newroz were pîrozkirin. Li Hesek, Dirbesîyê, Qamişlo, Amûdê, Tirbespîyê, li Girkêlek û Dêrikê wê Newroz were pîrozkirin. Li qadên rizgarkirî, Minbiç, Reqa û wekî din wê li gel gelên din bi hemû rengên xwe ve were pîrozkirin. Em ê bi dirûşma xwe re, bi bernameya xwe û rengên xwe, rihê berxwedanê li qadan bilind bikin.”
 
‘Em berxwedana xwe mezin bikin’
 
Rûkenê herî dawî bang li gel kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo em bikaribin bigihêjin armanca xwe jî divê li hemû parçeyên Kurdsitan û Dîasporayê jî em dakevin qadan. Divê bi yek rihî em Newroza sala 2023’yan pêşwazî bikin. Dijmin tim dixwazin ji bo Newrozê astengiyan derbixin an jî ji armanca wê dûr bide nîşandan lê divê em pêvajoya vê Newrozê jî baş binirxînin û li gorî wê li qadan bin. Divê em bi dirûşmên xwe cîhanê bihejînin. Berxwedan bi rawestan û bendemayînê nabe.”