Hevgirtineke din a cuda

  • 09:04 8 Adar 2023
  • Rojane
HATAY - Esmehan Bostanki  li taxa Çekmece ku bi piştevaniya dildaran li ser piya ye,  her sibeh ji dildaran re kahweyê çêdike.
 
Li Mereşê di 6’ê Sibatê de erdhêjên mezin pêk hatin û ji van erdhejna yek ji bajarên bandor lê bûye jî Hatay e. Ji roja ewil de li bajar piştevaniya gel zêde ye. Dildarên ji Kurdistan û Tirkiyeyê çûn Hatayê bi gel re ketin piştevaniyê. Li taxa Çekmece ya Defne ya Hatayê dildaran kon vedan û ji kesên mexdûrên erdhejê re di her alî de dibin alîkar.
 
Dildar tunebûna em ê bicemidiya
 
Esmehan Bostanci ya li taxa Çekmece rudine û mala wê xesarek giran dîtye konê xwe ligel mala xwe ava kiriye. Esmehanê ku ji malbata wê gelek kesî jiyana xwe ji dest dan, her sibeh kahwê çêdike û dibe konê dildaran. Esmahanê da zanîn ku ji dema erdhêj çêbûye 15 kes di kon de dimînin û got: “Ji roja ewil de ji bilî dildaran kes nehat. Ji dildaran nebûna em ê hemû bicemidiya.”
 
‘Piştevaniyek xweş nîşan didin’
 
Esmehanê daxuyakirin ku piştre xizmên wan yên Edenê konteynirek ji wan re şandine û wiha domand: “Dewletê alîkarî neda me. Mirovên me nas nedikirin piştgirî dan me. Keya nehat gel me.  Jinên dildar ên hatin vir piştevaniyek xweş nîşan dan. Ez bajarê xwe terk nakim. Ez dibe ku wek mêvan biçim cihekî lê ez nikarim bimînim. Ez ê vegerim. Hem zarokên xwe hem neviyên xwe û hem jî jiyana vir terk nakim.  Em niha bi piştgiriya dildaran dijîn. Hİkûmetê ji me helaltî xwest. Lê ez helal nakim. Rayedar di qesra de dimînin û em jî di kon de.”
 
‘HDP’ê jiyana me xilas kir’
 
Esmehanê wiha dawî lê anî: “Min HDP berê nas dikir. Lê niha min zêdetir nas kr. Ez denga xwe didim HDP’ê. Kî dibêje çi bila beje. Jiyan gelê Çekmece û gundiyan xilas kir. Em tazî ji hundir derketin tu tiştek li ser me tunebû.”