Kinê Xidir: KDP nikare bikeve Şengalê!

  • 09:11 3 Adar 2023
  • Rojane
Hêvîdar Êzidxan
 
ŞENGAL - Endama TAJÊ Kinê Xidir, bal kişand ser salvegera êrişa di 3'yê Adara 2017'an a li hemberî Xanesorê pêk hatî û diyar kir ku dê tola zarokên xwe bigirin û got: "PDK nikare bikeve Şengalê û em ê hesabê ferman û êrişan bipirsin."
 
Di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê, li Şengalê hovîtiya herî mezin ya sedsala 21’emîn pêk anîn. Piştî rizgarkirina Şengalê êriş û plansaziya têkbirina civaka êzidî bê navber berdewam kir. Di 3'yê Adara 2017'an de jî peşmergeyên PDK'ê navê "Pêşmergeyên roj" li xwe kirin, êriş birin ser Xanesora Şengalê. Di encama êrişê de rojnamevan Nûjiyan Erhan, endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayîf û 10 şervan hatin qetilkirin. 
 
Derbarê salvegera êrişa li hemberî Xanesorê û îxaneta ku li hemberî êzidiyan de tê kirin de Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir ji ajansa me re axivî. 
 
Îxaneta PDK'ê û ferman 
 
Kinê di nirxandinê xwe de wiha qala fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û 3’yê Adara 2017’an dike: “PDK’ê sê sal piştî fermanê cardin ji bo me ferman nû kir. Di dîroka 3’yê Adara 2017’an de PDK’ê bi îxaneteke din bi ser me de hat. Di fermanê de çi cure hovîtî hebû bi me dan jiyîn. Ên hatin qetilkirin ên hatî revandin û firotin. Ên bi çol û çiya ketî û yên ku aqûbeta wan nayê zanîn hêj ev êş û kul weke roja yekê di dil û mejiyê me de dihat jiyîn. Lê PDK’ê ya dijminê me jêre ew qas êş bes nekir çawa dît em bihêz dibin, em êdî dibin xwedî vîn xwest berî em azad bibim cardin me bike kole. Civaka êzidî ya ku ligel ferman û îxanetên ku li ser hatî meşandin jî berxwedana xwe di pêş de dibir û êdî ji bo azadî û aramiya warê xwe Êzidxana pîroz xwe rêxistin dikir vê carê  rûbirûyê planeke din ya îxaneta PDK’ê dihatin. Di 2’yê Adara 2017’an de PDK’ê ji pêkanîna vê planê re pêşengtî kir û di bin navê 'Pêşmergeyên Roj' de, berê komên çete da Xanesorê. Komên çete çawa gihiştin navbera bajarokê Xanesor û Sinûnê, li vir dest bi kolana xendekan kirin."
 
‘Bi çekên giran berê xwe dan zarokên me' 
 
Kinê bi van hevokan hêrsa xwe ya li hember îxaneta wê rojê anî ziman: “Li Şengal û derdora wê di fermanê de ewqas keç û jin hatibûn girtin li benda rizgar kirinê bûn lê PDK’ê kesek rizgar nekir piştî ku gerîlla em ji çeteyan rizgar kirin Şengal ji çeteyan paqij kir, ji nû ve piştî 3 salan weke ku li Xanesor û Sînûnê çete û DAIŞ’î hene bi hêzeke mezin bi çekên giran berê xwe da gel û zarokên me. Çekên mezin û yên giran ên ku komê çeteyan di êrişê de bikar anî yên ku li gor agahiyên wê demê ketî berdest, ji aliyê dewleta Elmanya ve li dijî DAIŞ’ê bêne bikaranîn ji bo rêveberiya başûrê Kurdistanê hatibûn şandin. Lê PDK’ê ew çek li hember gerillayên ku pêşiya fermanê girtî bikaranî. Ev çek dan destê çeteyên bi navê Gurên Boz, Hêzên Zêrevanî, çekdarên PDK`ê, Heşd El-Wetenî, endamên MÎT’ê yên bi navê "Pêşmergeyên Roj" de hatibûn fermaneke nû pêkbînin."
 
‘Me bi destê xwe wan xendekan girt' 
 
Kinê di berdewamiya axaftina xwe de wiha qala hişyariya gel a li dijî vê îxanetê kir: “Ji ber me di fermanê de rastiya wan dîtibû ji bo wê weke jinên Şengalê me dizanî wê êrişê vîn û îradeya gel bike me dizanî wê êrişê hêzên me zarokên me bike. Di dîroka 3’yê Adarê de li dijî Hêzên Parastina Êzidxanê Êrişeke hovane pêk anîn,  ji bo wê em çûn pêşiya wan. Di wê rojê de wê leşkerên xwe guhertibana me jî rê ji wan re venekir em komek dayik bi çek li ser rê rawestiyan me rê neda wan. Piştre em çûn me şehîdên we rakirin. Di wê rewşê de jî ligel 11 şehîdên me, hîna jî xendek dikolan ji bo şer berfireh bikin. Em jin û gel tev çûn me bi destê xwe xendek girtin. Li ser vê halê ji me nasname dixwestin, ne nedihiştin em nava gund û bajêrên xwe de bigerin. nasnameyên me di dema fermanê de dibin kirbeyan de mabûn, lê wan şerim nedikirin hîna jî nasname dixwestin. Pêşmergên PDK’ê ji DAIŞ’ê xeraptir nêzî me dibûn." 
 
‘Em ê tola zarokên xwe hildin' 
 
Kinê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser çalakiyên ku li dijî êrişan li dar xistine: "Li dijî êrişan me meşek li dar xist. Di wê meşê de bi çekan êrişê li me kirin. Bi zanistî hevala me Nûjiyan Erhan ku ji fermanê de ji bo êşên civaka êzidî ji cîhanê re ragihîne ji bo ferman neyê wenda kirin, ji bo îxanetkar neyên veşartin berê xwedan Şengalê û bi kamera xwe kêlî bi kêliyên Şengalê şopand, hedef hat girtin û bi giran birindar bû. Li du wê 19 roj şunde hevala me şehît ket. Her wiha di wê demê de heman rojê hevala me ya endama TAJÊ’ê Nazê Nayif hedef hat girtin. Li wir jî sûcên mirovî hatin kirin li hemberî gel bi çekan êriş kirin di wî şerî de li gel herdû hevalên me 11 zarokên me hatin şehît xistin. Ji bo tola wan şehîdan heya roja îro em li ser lingan e ji bo tolhildana wan û ji bo pêkanîna xeyalên wan em ê li ser lingan bin û em ê hertim têbikoşin." 
 
‘Em rênadin PDK’ê bê Şengalê’ 
 
Kinê Xidir di berdewamiya gotinên xwe de bi van hevokan hêrsa xwe ya li dijî hewildanên PDK’ê yên ji bo dagirkirina Şengalê anî ziman: “Niha dixwazin werin Şengalê ew ê pala situyê xwe bibînin lê ew Şengalê nabînin. Heya niha jî tevahî plan êriş û gefên wan yên li ser Şengalê ew ku bêne Şengalê lê heya yek dayik yek zarok heye em nahêlin ew werin Şengalê. Em nahêlin werin ji ber li du fermanê wan bi dehan fermandarê me şehîtxistin, li wargehan bawerî û çanda me binpê kirin keçên me ji xwere birin niha jî êriş dike, em rênadin cîhan li ser me xerabibe em rênadin PDK’ê were Şengal. Ger me ew pejirandin tê wateya me ferman jibîrkiriye me çand û baweriya xwe jibîrkiriye. Bi pakêtên cigareyan keçên me yên bedew difiroşin, ma em ê çawa ji bîr bikin. Me bi sedan şehît dan lê em ê tu caran xwîna wan li erdê nehêlin em ê tucaran keda wan vala dernexînin.”
 
‘Dê hesabê ferman û êrişan bidin' 
 
Kinê, di dawiya gotinên xwe bi van hevokên biwate biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna li dijî dijminên civaka êzidî anî ziman: “Bi qeweta Xwedan xîretan Xwedan Ocaxan ew biçin ku dê em dev ji wan bernadin îro yan jî sibe heya ku em wan û hevkarên wan nedarizînin heya em heyfa fermanê ji wan nebin em ranawestin. Bi qeweta Xwedê em ê bi ser kevin û yên bi xiyanet nêzî çiyayê Şengalê bûne li dîrokê çawa şikestîne ew ê dîsa jî bişkên.”